Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Îraqî peydagehên DAIŞê li Hewîcayê wêran dike

Xalid Ta'î

Endamên Polîsê Federal li veşargeheke DAIŞê rawestiyayî ne, ya ku wan ew wêran kiriye di operasyonekê de li ser tixûbên bajarê Hewîcayê di vê wêneyê de, ku îroj Sêşemê (13ê Adarê) li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Endamên Polîsê Federal li veşargeheke DAIŞê rawestiyayî ne, ya ku wan ew wêran kiriye di operasyonekê de li ser tixûbên bajarê Hewîcayê di vê wêneyê de, ku îroj Sêşemê (13ê Adarê) li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsê Federal ê Îraqî "armancine terorî yên baş destnîşankirî" wêran kirin di operasyoneke gelek bi hûrayî li ser tixûbên Hewîcayê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê, Fermandariya Polîsê Federal îro Sêşemê (12ê Adarê) ragihand.

Yekînenan ji Fermandariya Polîsê Federal operasyon dest pê kirin piştî wergirtina agahiyên hewalgirî li ser peydagehên raz ên DAŞê li ser tixûbên Hewîcayê, seroêk beşê agahiyan, eqîd Ebdul Rehman Xezelî ragihand.

Hêza polîs karî ku "armancên terorî yên bi baldarî destnîşankirî ji nav bibe", wî ji Diyaruna re ragihand, di tiştê ku wî nav lê kir operasyoneke "bi lez û bi kuwalîte".

Êrîşa nişkî "bi dehan tonêl, veşargeh û bingehên endamên DAIŞê ên ku li jêr zemînê bûn wêran kirin", Xezelî got.

Du endamên Polîsê Federal êrîşê dibin ser veşargeheke DAIŞê li ser tixûbên Hewîcayê di vê wêneyê de, ku îroj Sêşemê (13ê Adarê) li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Du endamên Polîsê Federal êrîşê dibin ser veşargeheke DAIŞê li ser tixûbên Hewîcayê di vê wêneyê de, ku îroj Sêşemê (13ê Adarê) li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

"Qasên mezin ji cebirxaneyan û teqemeniyan hatin desteserkirin û ew hatin bêbandor kirin û parastin li deverine ewle," wî got.

Xezelî got ku pevçûn di êrîşên de derneketin û polîsê ku nedît ku tu milîtan serê xwe ji wan qulan derbixin, û da zanîn ku lêgerîn li deverine nêzî wan cihan hat pêkanîn bo peygerîn û girtina endamên DAIŞê.

Ev jî gund û bajarokên Saedûniyê, Wadî Um Xenacir, Wadî Zuxeytûn, Kuba Rifaîya, Reşad, Riyad û Daqûq pêk tên.

Operasyon "dê raneweste heta ku şanên terorî yên veşartî li deverên rizgarbûyî yên parêzgeha Kerkûkê neyên jinavbirin û metirsî ji holê ranebe", Xezelî anî ser ziman.

Operasyoneke artêşê li Diyalayê

Xezelî got ku roja Duşemê polîsê Îraqî, bi piştevaniya xwebexşên xwecihî, operasyoneke hevşêwe li rojavayê parêzgeha Diyalayê pêk anîn li nêzî tixûbê bi Selahedînê re.

Êrîşa Diyalayê "beşek bû ji zincîrek ji operasyonan ji aliyê şaxên hêzên Îraqî ve, ew hemû jî heman armancê par ve dikin ku ew jî bidawîkirina endamên mayî û molgehên DAIŞê ne", Xezelî got.

Deverên ku operasyonê ew li ber xwe girtin ev in: Neda basîn, Wadî Saelab, û Wadî Qazlaqas, li bakurê rojhilatê bajarê Baqûbayê li parêzgeha Diyalayê.

Êrîşa ewlekarî tê piştî êrîşên li ser sivîlan, wî got, di nav de êrîşa şeva Yekşemê (11ê Adarê) ku malbateke ji pênc kesan tê de hat kuştin dema ku otombîla wan hat rawestandin li rêbendeke sext ku endamên DAIŞê saz kiribûn li ser rêya Kerkûk-Bedxayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500