Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq guh dide zarokên ku bi tundîya DAIŞê bi bandor bûne

Xalid Ta´î

Zarokên ku dê û bavên wan di encama tundîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji dest wan çûn bi navgînan ji kampên bêwarîyê vegerîyan malên xwe. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Zarokên ku dê û bavên wan di encama tundîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji dest wan çûn bi navgînan ji kampên bêwarîyê vegerîyan malên xwe. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî kar dike ku bandora derûnî ya tundîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser zarokên ku dêbavên wan ji ber rêxistinê ji dest wan çûne yan xedarîya wê ditine sivik bike, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

"Tundîyê bi awayekî neyînî bandor li hejmarekê ji zarokên bajarên ku gelekî ziyan ji ber terorîzmê giha wan kir," Ebîr Çelebî, seroka Desteya GuhLêdana li Jin û Zarokê di Wezaretê de ji Diyaruna re got.

Wê got ku Wezareta kar û Karûbarên Civakî aniha xizmeta nûpêgehandina derûnî ji 80 zarokên temenê wan di nav 5 û 16 salan de li penagehên ew îdara wan dike dabîn dike.

Hinek ji wan endamên hindikahîya Êzîdî ne, lê nasnameya gelekên din ne naskirî ye, ji ber hêzên Îraqî ew birin dema ew ber bi Mûsilê ve dihatin.

Zarokên Êzîdî diyarîyan ji rêxistinên xêrxwaz wedigirin li kampeke penaberan li Iraqê di vê wêneya ku di Hezîrana 2015an de hat weşandin. [Wêne ji Komeleya Şingalê bo Alkarîya Sêwîyan hatiye Wergirtin]

Zarokên Êzîdî diyarîyan ji rêxistinên xêrxwaz wedigirin li kampeke penaberan li Iraqê di vê wêneya ku di Hezîrana 2015an de hat weşandin. [Wêne ji Komeleya Şingalê bo Alkarîya Sêwîyan hatiye Wergirtin]

"Di rêya programê nûpêgehandina derûnî re, em hewl didin ku em alîkarîyê bidin zarokên ku gelek bandor li wan bûye," wê got.

Wêneyên êşdar

Hinek zarok bi piştgirîya derûnî bandor nabin, heta piştî çend mehên nûtahîlkirinê jî, wê got, wê not kir ku wan "meraq nekir ku tevlî komê bibin û xweştir viyan kir ku tenê bimînin ji ku bi zarokên din re rûnin."

"Ji me tê xwestin ku em bêtir kar bikin daku em alîkarîyê bi wan re bikin, ji ber tiştê hatiye serê van zarokan û tiştê ew tê re derbasbûne ne hêsan e," wê got.

Hin ji wan zarokan kuştina dêbavên xwe ji alîyê DAIŞê ve bi çavên xwe dîtine, wê got.

"Ev wêneyên êşdar ji mejîyên wan nayên rakirin, ewvdibin sedema ku bikevin nobetên xemgînî û tirsê de," wê got, wê anî ziman ku ve yekê "besmeke di mejîyê wan de hişt ya ku nayê rakirin û awayê ku ew pê li cihanê dinêrin."

Wezaret nêzîk dê pêşwazîya 1,000 zarokên bêbav ên hewcedarîya wan bi guhdanê heye bike, wê got, zarokên ku dêyên wan bi çekdarên DAIŞê re zewicîn û ji bo lêpirsînê hatine girtin.

"Em kar dikin daku em piştrast bikin ku em dikarin vê hejmara mezin ji zarokan bi hewînin û wan nûtahîlbikin," Çelebî got, wê anî ziman ku wezaretê ji bo piştgirîyê têkilî bi hikûmet û rêxistinên civaka sivîl re kir.

"Hewcedarîya me bi gelek pêdivîyan, program û karmendên heta asteke bilind rahênankirî heye daku bi gelek rewşên girîdayî tundîyê re bidin û bistînin û divê em xizmeta xwe berfereh bikin da ku em karibin bigihin gelek zarokan," wê anî ziman.

Tirseke demdirêj

"Stemkarîya DAIŞê bêtir ji yên din bandor li zarokan kir," Nuha Derwîş, ya ku wanebêja zanista derûnî ye li Zanîngeha Bexdayê, got.

Kiryarên rêxistinê tirsa demdirêj xiste nav zarokan de, zarokên ku li zonên şer jîyan, herwiha komek ji nexweşîyên derûnî jî xiste nav wan de, wê ji Diyaruna re got.

Ev zarok bi hestekî tevlihev dûrî rastîyê mezin dibin û eger ew alîkarîyê wernegirin dibe ku bibin jêdera gefekê li ser civakê, Derwîş got.

Hewcedarîya guhdana piştî zexta herîşê bi planeke berfereh heye ya ku tevlî hewldanên nû avakirinê li deverên rizgarkirî dikin, wê got, wê not kir ku girîngîya avakirina civakeke tendirust ne kêmî girîngîya nûavakirinê ye.

Zaroktîyeke tendirust xwedî girîngîyeke bêqam e bo nifşekî tendirust û gihayî, çalakvana Mûsilê Israa Ubêdî, ya ku di Rêxistina Yekbûyî ya Mafên Mirov de kar dike, rêxistineke nehikûmî ye (NGO), got.

"Em hemû, hikûmet û rêxistin, divê em bi hev re kar bikin daku em bandora terorîzmê ya li ser zarokan çareser bikin," wê ji Diyaruna re got.

"Ev ne erkekî hêsan e û gelek hewldan û salan ji çavdêrî û guhdanê dixwaze, proseya ku zarokên ziyan gihaye wan rastî nûpêgehandina derûnî werin li ser destên pisporan," wê got.

Zarok hingavtinê berhengarîyek in

Berhengarîyeke din ku hikûmet û civaka Iraqî rastî tê, ew e çarenûsa zarokên ku di encama hingavtin û zewaca bi zorê ji endamên DAIŞê re ji dayik bûn.

"Em guh didin van zarokan, bê em cuhahîyê bixin nav wan de, di sêwêxaneyê yan kampên penaberan de" li Îraqê, Leyla Berzencî, parlemantereke Îraqî ye û çalakvana mafên mirov e li parêzgeha Nînewayê ku bi nêzîkatî bi zarokên mîna van re kar dike, got.

Lê belê, ew "kêmî hezkirina dêyê ne ji ber dêyê wan dûrî wan ketin, yan bi kêfa xwe yan ji ber fişara civakê," wê ji Diyaruna re got.

Berzencî çîroka jineke Êzîdî got, jina ku divabû dest ji zaroka xwe berde -- zaroka ku ji çekdarekî DAIŞê bo -- û wî li sêwîxaneyekê bihêle ji ber wê nikarîbû wî li civaka xwe ya xwecihî bi xwedî bike, cihê "ku ew zarok dê neyê qebûlkirin", jinê got.

Hîn datake fermî derbarê zarokên çar salî nîne, zarokên ji hingavtin yan zewaca bi zorê ji tundrewan ji dayîk bûne, ji ber hemû li sêwîxaneyan najîn.

Herwiha hêzên rizgarker, zarokên ku têkilîya dê û bavên wan bi DAIŞê re hebû birin û hin zarokên ku hîn nasnameya wan ne naskirî ye.

Ev zarok hemû bê belgeyên nasnameyê yên fermî ne, Berzencî got, ev yek wan dixe rewşa ku nikaribin hemû mafên xwe wergirin û bi vî awyî, ew ji civakê tên dûrxistin.

Ev yek dê bi awayekî mezin bandorê li bixwedîkirin û pêşeroja wan bike, wî got.

Berzencî han bo peydabûna alîkarîyek di navbera hikûmet û rêxistinên civaka sivîl de da daku planeke tevgir û dûrûdirêj bo nûpêgehandina derûnî ji qurbanîyên hingavtin re çêkin û hişmendîya civakî derbarê derdê wan bilind bikin.

Divê plan herwiha giranîyê bide tedbîrên lixwegirtina zarokên sêwî daku prose hêsantir bibe, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500