Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fermandar: Îraq hêza polîsê Nînewayê qayim dike

Xalid Ta´î

Pêolîsên Nînewayê rahênana xwe ya serbazî li kampa Tajî temam dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Pêolîsên Nînewayê rahênana xwe ya serbazî li kampa Tajî temam dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî plan dike ku hêza polîs ya berpirsyar ji parastina Mûsil û bajarên din ên paêzgeha Nînewayê qayim bike, berpirsyarekî serbazî yê bilind îro Duşemê (12ê Adarê) ji Diyaruna re eşkere kir.

Serokwezîr Heyder Ebadî û Wezîrê Karê Hundir hewl didin ku hejmara hêza polîsê Nînewayê zêde bikin heta bibe dora 12,000 efseran, serokê polîsê Nînewayê, emîd Hemed Namis Cibûrî, ragihand.

"Hikûmetê di vî warî de soz bi me re daye... û em li bendî ne ku vê yekê bi awayekî fermî îlan bike daku rêyê li ber operasyona pêşkêşkirina daxwazan veke û pêkanîna komîteyekê daku wan daxwazan seh bike û kesên jêhatî hilbijêre," wî got.

Herî kêm ji 33,000 polîsan hatiye xwestin ku parêzgeheke mezin bi qasê Nînewayê biparêzin, Cibûrî got, wî not kir ku hîn sêyek ji wê hejmarê tê xwestin daku kêmbûna aniha di hejmara polîs de dagirin.

Polîsên Nînewayê malekê li Mûsilê teftîş dikin, ew li çek û takekesên tên xwestin digerin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Polîsên Nînewayê malekê li Mûsilê teftîş dikin, ew li çek û takekesên tên xwestin digerin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

"Parêzgeha me berfereh e û gelek bajarên mezin tê de hene û em îro berpirsyar in ku em ewlehîya wan bajaran biparêzin û aramîyê qayim bikin," wî got.

Pelxandina şanên DAIŞê

Polîsê xwecihî gavine mezin dane di warê qayimkirina rewşa ewlekarî de, Cibûrî got, wî bal kişand ser gelek destkeftîyên ewlekarî yên nû, di nav wan de mengenekirina şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgehê.

Di van her sê rojên dawî de, polîsê Nînewayê, bi alîkarîya artêşa Îraqî, operasyonine lêgerînê yên nû li endamên DAIŞê yên mayî pêk aînn.

Operasyonên ku tenê li taxên niştecihî bûn li rojavayê Mûsilê, di encama wan de 34 terorîstên ku xwe di nav niştecîyan de verdişartin girtin", wî got.

Operasyonên girtinê çêbûn bi saya "agahîyên istixbaratî yên deqîq" ên ji alîyê niştecîyan ve hatin dabînkirin, wî anî ziman.

Herwiha roja 9ê Adarê polîs "terorîstekî xeternak" -- ê endamê DAIŞê Ehmed Husên Xelef Brahîm ê ji gundê Seyid Hemed li navçeya Nimrûdê, li başûrê Mûsilê, girt.

Di dema hukmê DAIŞê ji Mûsilê re, Brahîm berpirsyarê kampanyayên girtina karmendên hêzên ewlekarîyê yên berê bû û ku dest deyne ser samanên wan. Ew li taxa Keramayê li rojhilatê Mûsilê bi saya şopandina raportên ji alîyê niştecîyên xwecihî ve hat girtin.

Herwiha şîretên ji alîyê niştecîyên xwecihî ve alîkarî bi polîs re kir ku dest deyne ser kemyoneke ku li derbasgeha taxa Qudsê li rojhilatê Mûsilê di 6ê Adarê de rawestayî bû.

Kemyon bi mêjerên mezin ji çek û cebirxaneyan hatibû barkirin, di nav wan de 31 avêjerên RPG û 515 rokêt, herwiha sê çekên nîşangiran û 850 sendoqên cebirxaneyan ên kwalîteya navincî.

"ew nêçîreke gelekî hêja bû", Cibûrî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Rind e

BERSIV BIDE