Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Dana alîkarîyê di xeterê de ye ji ber rêjîma Sûrî li Xûtaya Rojhilaî dixe

Caravanserai û AFP

Êrîşa li Xûtaya Rojhilatî bo sedema qehreke navdewletî, berpirsyarekî NY yê berz digot ku Mosko û Şam sazbend dikin ku "dawîya dinyayê" li Sûrîyayê be. Di wêneyê de zarok û sivîlin din piştî êrîşên asmanî û barandina bermîlên teqîner avêtin bajarokên Seqba, Kefer Betna û Hemûrîyayê li devera dorpêçkirî li Sûrîyayê li Xûtaya Rojhilatî. [Amir Elmuhibanî/AFPTV/AFP]

Pêngava rêjîma Sûrî ya asmanî û bejî ya bi piştgirîya Rûsyayê li dijî Xûtaya Rojhilatî hişt ku gihandina alîkarîyên ku gelek hewcedarî bi wan heye bo bi deh hezaran sivîlên dorpêçkirî qut bibe.

Ev bombebarankirina nû hişt ku gihandina alîkarîyên jîyandar di devera opozisyonê îro Înê (9ê Adarê) rastî xeterê were, piştî du saetan ji derbasbûna kerwanê bo bajarokê dorpêçkirî, NY got.

Kerwanek ji 13 kemyonan bi 2,400 selikên xwarinê ji NY, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) û Heyva Sor ya Erebî ya Sûrî îro Înê zû derbasî Xûtaya Rojhilatî.

Berdevka ICRC Incî Sidqî got ku kemyon li dervey devera dorpêçkirî li rojhilatê Şamê bendewarî dikirin piştî proseya danê berî vê roja Duşemê ji ber bombebarandinê hat qutkirin.

Xwebexşekî ku di berevanîya sivîl ya Sûrî de kar dike hewl dide ku agirê girtiye mêrekî vemirîne, mêrê ku bi awayekî dijwar di bombebarandina bajarokê Hemûrîyayê de birîndar bû, li devera Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî ji 7ê Adarê ve. Bêtir ji 900 kesên sivîl hatin kuştin ji dema ku rêjîm ê bi piştgirîya Rûsya dest bi bombebarankirina xwe xwe kiriye berî du hefteyan. [Ebdul Minim Îsa/AFP]

Xwebexşekî ku di berevanîya sivîl ya Sûrî de kar dike hewl dide ku agirê girtiye mêrekî vemirîne, mêrê ku bi awayekî dijwar di bombebarandina bajarokê Hemûrîyayê de birîndar bû, li devera Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî ji 7ê Adarê ve. Bêtir ji 900 kesên sivîl hatin kuştin ji dema ku rêjîm ê bi piştgirîya Rûsya dest bi bombebarankirina xwe xwe kiriye berî du hefteyan. [Ebdul Minim Îsa/AFP]

xwebexş ji bervanîya sivîl ya Sûrî alîkarîyê bi mêrekî re dikin di dema bombebarandina Sûrî ya bi piştgirîya Rûsyayê li ser deverên li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî di 6ê Adarê de. [Ebdul Munim Îsa/AFP]

xwebexş ji bervanîya sivîl ya Sûrî alîkarîyê bi mêrekî re dikin di dema bombebarandina Sûrî ya bi piştgirîya Rûsyayê li ser deverên li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî di 6ê Adarê de. [Ebdul Munim Îsa/AFP]

Di wêneya ku di 1ê Adarê hat kişandin diyar dike ku polîsekî Rûsî rawesiyye di nav wêneyê Serokê Sûrî Beşar Esed (li alîyê rastê) û Serokê Rûsî Vladimir Putin (li alîyê çepê) dervey çeperê zêrevanîyê li xala pişkinînî ya Wafidîn li derdora Şamê. [Luey Bişara/AFP]

Di wêneya ku di 1ê Adarê hat kişandin diyar dike ku polîsekî Rûsî rawesiyye di nav wêneyê Serokê Sûrî Beşar Esed (li alîyê rastê) û Serokê Rûsî Vladimir Putin (li alîyê çepê) dervey çeperê zêrevanîyê li xala pişkinînî ya Wafidîn li derdora Şamê. [Luey Bişara/AFP]

Îro Înê zû, qutbûna bomebarandinê hişt ku kerwan derbasî Xûtaya Rojhilatî bibe, cihê ku bêtir ji 930 kesên sivîl têde hatin kuştin ji dema ku hêzên rêjîmê bi piştgirîya Rûsyayê dest bi êrîşekê kir di 18 Sibatê de.

Kerwana nû bi xwarinê barkirî bû ya ku karkerên alîkar nikarîbûn roja Duşemê belav bikin. Biryar hebû ku roja Pêncşemê derbas bibe lê ew hat gîrikirin.

"Îro, ew dê alîkarîya mayî bidin ya ku di kerwaana bûrî de 5ê Adarê nehat dan," Sidqî got.

"Herwiha nîşanin erênî li gel me hene ku kerwaneke mezintir bi dabînkirinin zêde di nav wan de meteryalên bijîşkî dibe ku hefteya were bê belavkirin," wê anî ziman.

Lê ji ber bombebarankirinê careke din dest pê kir, "li Dûmaya nêzîk, rojhilatê Xûtayê, bombebarankirina ku kerwanê NY/ICRC/SARC dike xeterîyê de, tevî ku misogerkirina ewlekayê ji gelek alîyan di nav de fedrasyona Rûsî", hevahengerê navdewletî li Sûriyê Elî Zaeterî, di daxuyanîyekê de got.

"NY bang dike operesyonê dijberî li deverê rawestin û aramîyê li Sûrîyayê da ku karibin alîkarîyê bi awayekî ewle li xelkên hewcedar belav bikin," Zaeterî got.

"Bêhêvî û bêbawerî"

Dabînên bijîşkî di kerwana roja Înê de nebûn.

Her 400,000 niştecîyên deverê li jêr dorpêçkirina hikûmetê dijîn ji sala 2013an ve, kêmbûneke mezin di dabînkirina xwarin û derman de hebû heta berî vê êrîşa dawî.

Brandina topavêjê caraeke din dest pê kir dema ku nûnerên Şam û aborvanan xext kir bo giftûgoyan ji bo çaresrîyekê da ku derfetê bide sivîl û çekdaran ku ji deverê derkevin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrî got pêşbînî heye ku bi dehan sivîl Îro Înê ji Xûtaya Rojhilatî derkevin.

Êrîşa asmanî û bejî tîmê bijîşkî yên bihêz hiştin wan hewl didan da ku pêşwazîya bi sedan kesên birîndarên ku di nav xwîn û tozê de mabûn yên diherikîn nexweşxaneyan bikin.

Bijîşk û hemşîre gelek materyalên ku jîyanê diparêzin li wan kêm ketine û dabînkirina bijîşkî ya lezgîn gelekî pêwîst e, Bijîşkên Bêsînor (MSF) Îro Înê gotin.

"Hecedarî bo dabînkirina bijîşkî ya mezin careke din heye, bê ku materyalên jîyanê dipaêzin wein, her saettekê hewcedarî bi wan zêde dibe," MSF di daxuyanîyekê de got.

Rêxistineke xêrkarî li Parîsê alîyên şer dikin han dan ku mombebarandinê rawestînin daku derfetê bidin nexweşan û nexweşên birîndar derxin.

MFS got ku bijîşk li hundirê deverê bêhêz bûne.

"Rojane, em dibihîzin ku hestekî bêhêvîyê zêde dibe, hevkarên me gihane hedê ka mirov dikare di vê rewşê de çi bike," birêveberê giştî yê MFS Meiniyê Nîkolay got.

Sûriye û Rûsya pilana "dawîzeman" dikin

Rêxistinê got ku 15 ji 20 bingehên bijîşkî ku piştgiriya wan dike li Xûtaya Rojhilatî bûne armancên êrîşên asmanî yan jî topbarankirinê.

Hêzên rejîmê ji hefteya borî ve di gundewarên deverê de bilez biser dikevin, li gorî Rewangehê, ku bêtirî nîvê deverê ji opozîsyona çekdar kontrol kirin.

Niha hewl didin ku Dûmayê ji erdê jêr destê opozîsyonê yê li başûr qut bikin, serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got.

Êrîşa hikûmeta Sûriyê ya tund, bi piştgiriya Kremlin, qehreke navdewletî li pey xwe anî, di nav de tometbarkirina ji aliyê NY ve ku hikûmet "dawîzeman" pilan dike.

Serokê mafên mirov ê NY Raed Husên roja Çarşemê (7ê Adarê) got ku rejîma Sûriyê û hevalbendên wê yên biyanî pilana "dawîzeman" ya bê dikin.

"Vê mehê, Xûtaya Rojhilatî ye," wî got.

"Meha bê yan jî meha piştî wê, dê cihekî din be ku dê xelk rastî dawiyeke cîhanê werin -- dawiyeke ku ji aliyê endamine di nav hikûmetê de tê çêkirin, pilankirin û bicihkirin, xuyayî ye jî ku bi piştgiriyeke tam e ji hinek piştevanên wî yên biyanî," weke amajeyekê bo Rûsya û Îranê.

"Agirbesta Rûsî henekpêkirin e"

Encumena Ewlekariyê ya NY roja 24ê Sibatê daxwaza rawestandineke şer bo dema 30 rojan kiribû, lê biryarê gerel nekir ji bo gihandina alîkariyan ji sivîlan re.

Encumen dê roja Duşemê bicive daku guhdariya raporeke Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres bike û hewl bide ku agirbestê li ser erdê bicih bike.

"Bênvedaneke mirovî" ku di dawiya Sibatê de ji aliyê Rûsya ve hat ragihandin biser neket di bidawîkirina tundutûjiyê li Xûteya Rojhilat û baweriya 400,000 kesên dorpêçkirî li deverê pê nehat.

Gelek kes li deverê xuya bû ku baweriya wan bi "bêhnvedana" ku ji aliyê hevparê sereke yê Şamê ve hat ragihandin nayê.

"Ev agirbesta Rûsî henekpêkirin e. Rûsya her roj me dikuje û bombebaran dike," Samir Buweydanî, yê 25 salî, ji Dûma got.

"Ez bawer nakim ku derketina bi vî awayî ji min re an jî ji malbata min re ewle ye," wî ji AFP re got.

Rejîmê roja Çarşemê bas li derbazgeha Wafidîn kom kirin ji bo veguhestina xelkê ku dixwazin ji wî cihî derkevin, ew cihê ku sekreterê giştî yê NY Antonyo Guteres bi "dojeha li ser erdê" wesif kiribû.

Lê ti sivîl nehatin dîtin ku berê xwe didin hêzên rejîmê yên ku li ser xala kontrolê bûn, ku li wir gelek wêneyên Serokê Sûriyê Beşar Esed û Serokê Rûsî vladimir Putin li ber hev têne dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500