Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rewş li Cerablus diteqe piştî demekê ji aramiya rêjeyî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kavilê otombîleke ku roja Çarşemê (7ê Adarê) teqiya tê dîtin li xaleke kontrolê ya Polîsê Sûrî yê Azad li bajarê Cerablus ê li bakurê Sûriyê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Kavilê otombîleke ku roja Çarşemê (7ê Adarê) teqiya tê dîtin li xaleke kontrolê ya Polîsê Sûrî yê Azad li bajarê Cerablus ê li bakurê Sûriyê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Herî kêm pênc sivîl, di nav wan de zarokek, roja Çarşemê (7ê Adarê) hatin kuştin dema ku otombîleke bombekirî teqiya li xaleke kontrolê ya Artêşa Azad a Sûriyê ku ji aliyê polîsê girêdayî wê ve tê rêvebirin li bajarê Cerablus ê li gundewarê rojhilatî yê Helebê, çalakvanekî got.

Bêtirî 10 kesên din di teqînê de birîndar bûn, Mîdyavanê Helebî Fêsel Ehmed ji Diyaruna re got.

Teqîn piştî demekê ji aramiyê tê ku li devera li jêr kontrola Artêşa Azad berbelav e ji dema rizgarkirina wê ve par ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Teqîn çêbû dema ku bombeyeke bidestçêkirî li xaleke kontrolê teqiya ku ji aliyê Polîsê Azad yê Sûriyê ve dihat rêvebirin li xaçerêya Şuyûx nêzîkî dergeha başûrî ya bo bajar, Ehmed got.

Endamên tîma berevaniya sivîl a Sûriyê sivîlên birîndar di teqîna roja Çarşemê (7ê Adarê) de li Cerablusê vediguhêzin bingehên bijîşkî li deverê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Endamên tîma berevaniya sivîl a Sûriyê sivîlên birîndar di teqîna roja Çarşemê (7ê Adarê) de li Cerablusê vediguhêzin bingehên bijîşkî li deverê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Li gorî şahidhalan, wî got, "teqîn çêbû dema ku otombîleke bombekirî ji dûr ve hat teqandin, ku şofêrê wê ew li navendeke çakkirina otombîlan a nêzîkî xala kontrolê sekinandibû".

Hîn tu alî teqîn li stûyê xwe negirtiye.

Teqîneke kujer li Babê

Dever, ku nêzîkî sînorê bi Tirkiyê re, heta astekî aram bû ji dema ku ji DAIŞ hat rizgarkirin ji aliyê komên Artêşa Azad ve di Adara 2017an de, Ehmed got.

Wî got ku berî rojekê, roja Sêşemê, teqîneke din nêzîkî Cerablusê çêbû -- li bajarê Bab li gundewarê rojhilatê Helebê -- kesek kuşt û pênc birîndar kirin.

Wî got ku çar zarokên ku wê demê derbasî wî cihî bûn di nav birîndaran de bûn.

Teqîna Babê bi heman awayê teqîna Cerablusê çêbû, wî anî ziman -- bi rêya teqandina otombîleke bombekirî ji dûr ve nêzîkî xaleke kontrolê ku ji aliyê Polîsê Azad ve dihat rêvebirin, ku ew polîs ewlehiya bajar diparêzin.

Ehmd got ku weke tedbîreke parêzvanî, Polîsê Azad operasyoneke berfireh a paqijkirina bombeyên bidestçêkirî li herdu bajaran pêk anî, û hêzên Artêşa Azad û Polîsê Azad di amadebaşiyê de ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500