Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Nûavakirina Balafirgeha Navdewletî ya Mûsilê dest pê kir

Xalid Ta'î

Polîsê Îraqî di Mijdara 2016an de li ser tixûbên Balafirgeha Mûsilê radiwestin beriya ku ew wê ji "Dewleta Îslamî" vegerînin. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî di Mijdara 2016an de li ser tixûbên Balafirgeha Mûsilê radiwestin beriya ku ew wê ji "Dewleta Îslamî" vegerînin. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Nûavakirina Balafirgeha Navdewletî ya Mûsilê, ya ku Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ew bi temamî wêran kir, dest pê kiriye, rêveberiya parêzgeha Nînewayê îro Sêşemê (6ê Adarê) ragihand.

Desthilatdariya xwecihî qonaxa yekem a nûavakirina balafirgeha sivîl, a ku pênc kîlometran dikeve başûrê bajarê Mûsilê, dest pê kir, bi tevlîbûyîna çendîn kompaniyan di pêşbaziya qezenkirina projeya nûavakirina balafirgehê de, birêveberê medyaya parêzgehê, Salar Quran, ji Diyaruna re ragihand.

Milîtanên DAIŞê balafirgeh bi erdê ve kirin piştî wêrankirina tavahiya avahî û jêrxaneya wê, û bi rêjeya ziyanê ya100%, Li gorî Quran.

Yekser piştî destdanîna li ser Mûsilê di Hizêrana 2014an de, rêxistinê medrecê balafirgehê teqand û piştre tawer û holên pêşwaziyê, çûyînê, rêvebirin û ewlehiyê kontrol kirin.

Beriya destpêkirina cengên rizgarkirina Mûsilê di Cotmeha 2016an, endamên DAIŞê balafirgeh bi bombeyên bidestçêkirî mîn kirin û xedeq kolandin da ku hêzên rizgarker sûdê jê wernegrin û balafir lê peya nebin.

Projeyeke jiyandarî

Balafirgeh, sala 1920an hatiye ava kirin, sala 2008an hatibû nûkirin û pilaneke mezin bo pêşxistina wê hatibû dîzayinkirin, lê ew hat rawestandin piştî ku DAIŞê Mûsil dagir kir.

Dubareavakirina balafirgehê "yek ji jiyandarîtirîn projeyan e di qonaxa werê de", Quran got, û wî da zanîn ku dewamkirina geşteyên asmanî girîng e bo nûjandina parêzgehê piştî cengê.

Wî got ku rêveberiya xwecihî girîngiyeke mezin dide sektorê veguhestinê ji ber rola wê ya bingehîn di baştirkirina geştiyarî, rêwîtî û weberhênanê de û nûjandina baziganiyên bazaran û pêşxistina bajaran.

"Me hemû rêyên bejahî yên Mûsilê bi bajarên din ve girê didin dîsan vekirin, herî dawî jî rêya Mûsil-Duhok bû, ku Duşema borî (5ê Adarê) hat vekirin," wî got.

Rêya ku dirêjahiya wê 75 kîlometr in girtî bû di rûyî rêwîyan û kemyonan de dema ku DAIŞê Mûsil kontrol dikir.

Wî got ku rêyê bi giranî ziyan nedîtibû û aniha bi temamî ewle ye bi saya hevahengiya di navbera artêş, polîs û Hêzên Pêşmerge de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500