Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pêngava Besrayê tawana organîzkirî dike armanc

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî yên hevbeşdi meha Sibatê de dest bi kampanyayeke ewlekarî kir da ku torên tawana organîzkirî li parêzgeha Besrayê bi sînor bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Besrayê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî yên hevbeşdi meha Sibatê de dest bi kampanyayeke ewlekarî kir da ku torên tawana organîzkirî li parêzgeha Besrayê bi sînor bikin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Besrayê hatiye wergirtin]

Pêngava ewlekarî ya ku nû dest pê kiriye û tawana organîzkirî û bazirganîya narkotikê li parêzgeha Besrayê dike armanc gihişte armancên xwe, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Hikûmeta Îraqî dora 20,000 karmendên ewlekarî li Besrayê belav kirine daku weke beşekî ji pêngavê piştgirîya hêzên xwecihî bikin, ya ku roja 21ê Sibatê dest pê kir.

Di nav wan hêzan de: artêş, hêzên dijî terorîzmê, istixbarat û hêzên xwecihî û yên federal.

Pêngav bersivek bû li ser daxwaza ferzkirina qanûnê.

"Hikûmetê bangên me bersiv kirin û hêzeke serbazî ya mezin şand parêzgeha me, hêza ku dest bi bicihanîna erkên xwe kir," serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Besrayê, Cebar Saidî, got.

"Ev hêz, li gel hêzên xwecihî, çûn ber bi deverên ku kesên tên xwestin li wan hene û ne aram in û ew dever girtin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku lêkolîn û erkên girtinê li wan deveran hatin cîbicîkirin.

Pêngav li gor planê berdewam dike, wî anî ziman, wî not kir ku bêtir ji 20 kesan di rojên pêşîn ji pêngavê hatin girtin ji ber sûcên girêdayî kuştin, dizî, bazirganîya narkotîkê û gurkirina pevçûna gelemperî.

Operasyonên parêzer

Piranîya deverên tên armanckirin li bakurê Besrayê ne, di nav wan de Qerna, Harsa herwiha deverin din li navendê mîna Qublayê, Saidî got.

"Em hêvî dikin ku ev operesyonên ewlekarî berdewam bikin û roleke bingehîn bilîzin û ne bi awayekî demkî çêbibin," wî got, wî bang kir bo hewldanên istixbaratî û operasyonên parêzerî zêde bikin.

Pevçûnên êlî dibûn sedema tirsê li Besrayê, pêşbirk û pevçûn li ser dozên cuda gelek caran dibûn sedema şerên çekdar.

ev yek bû şêwazekî xeternak ê ku gefê li ewlekarîya giştî û jîyana kesên bêgunih dike, endamê encumena parêzgeha BesrayêŞêx Ehmed Suleytî got, wî pevçûnên êlî weke "berhengarîya ewlekarî ya herî mezin" reçav kir.

Kesên dervey qanûnê sûd ji kêmasîya di hejmara karmendên ewlekarî de girt, ji ber gelek ji wan hatin şandin da ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bikin, wî got.

"Daxwaza me ew e ku karmendên ewlekarîyê vegerin cihên xwe, bi taybet piştî rizgarkirinê," wî got.

Tedbîrên ewlekarî yên demkî yên nû bi awayekî baş ji alîyê niştecîyan ve hatin pêşwazkirin, ji ber ku ew bi nermî û rewantîyeke astbilind hatin pêkanîn û bandor li jîyana rojane ya niştecîyên xwecihî nekirin", wî not kir.

tawanbarên herî gelek tên xwestin

Armanca kampanyayê ya seretayî ew e ku tawanbarên herî gelek tên xwestin bigirin.

"Dora 1,200 emirên girtina tawanbarên gelekî xeternak hene," lêkolîner Haşim Haşimî, yê ku debarê tevgerên tundrew pispor e got.

Van takekesan êrîşî siwênkarên dewletê kirin, siwênkarên mîna keştîgeh, dergehên sînorî, siwênkarên neft û enerjîyê, avahî û rêyên giştî, wî ji Diyaruna re got.

Hintawanên din, di nav wan de"çêkirina narkotîkê û firoştina wê, firoştina û milkîyeta çekan herwiha miştkirina bazara xwecihî bi kel û pelên ku dem di ser wan re derbasbûye," wî anî ser ziman.

Haşîmî girîngîya tekezî li ser karê serbazî bo parastina ewlekarîyê kir.

"Besra parêzgeheke bi neft û rîsorsên xwezayî dewlemend e û weke şadamara aborî ya Îraqê tê reçavkirin," wî got..

Armanckirina van mafyayan û bidawîkirina pevçûna çekdar û tawanê girîng e da ku istismarê bîne û aborîya niştimanî qayim bikin, wî anî ser ziman.

Niştecîyê Besrayê Resûl Hekem ji Diyaruna re got ku ew pêşwazîya insyatîfa ewlekarî dike.

"Ev demeke dirêj e em li bendî tiştekî mîna vî bûn," wî got. "Em dixwazin ji van hemîyan xilas bibin yên ku ziyanê dighînin ewlekarîya parêzgeha me. Me xaka xwe ji terorîstan rizgar kir, divê em wê ji komên tawanbar paqij bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500