Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Nînewa dest bi qerbûkirina kesên ku DAIŞ ziyan gihandiye milkên wan dike

Xalid Ta'î

Karmendekî hikûmetê di vê wîneyê de navên kesên bêwar ji Mûsilê dinivisîne da ku ew karibin alîkariyê wergirin, ew roja 28ê Tîrmehê li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Karmendekî hikûmetê di vê wîneyê de navên kesên bêwar ji Mûsilê dinivisîne da ku ew karibin alîkariyê wergirin, ew roja 28ê Tîrmehê li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikûmeta xwecihî ya parêzgeha Nînewayê îro Duşemê (5ê Adarê) dest bi dayîna qerebûyên diravî bo kesên ku milkên wan ziyan dîtine di encama kiryarên terorî yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk anîbûn.

Ev nofê qerebûkirinê yekemîn e ji dema rizgarkirina Nînewayê ji DAIŞê Tabaxa borî de, Durêd Hikmet, şêwirdarekê parêzgarê Nînewayê ye, ragihand.

Piştî ku cengên rizgarkirinê bi dawî hatin, hikûmeta xwecihî "bi hezaran dawakarî ji welatiyên parêzgehê wergirtine yên ku mal, otombîl an jî milkên wan ziyan dîtine ji ber sedema terorîzmê", wî ji Diyaruna re got.

Parêzgehê tîm pêk anîn da ku van dawakariyan dîrase bike û wan di ber çav re derbas bike, wî wiha got, wî da zanîn jî ku kar ji sêrveyên meydanî bo nirxandina ziyanan û berhevkirina nirxandinnameyeke guncan a diravî pêk tê.

Ev komîte "heta niha nifşê yekemîn qedandin ku dora 1,850 kesan vedihewîne", û wan dest bi wergirtrina mûçeyên qerebûkarî kirin îro Duşemê (5ê Adarê), wî got.

Daxwazname ji "hemû bajarê parêzgehê, bê îstisna tên", wî da zanîn, û hêviyên xwe anîn ser ziman ku ev gera qerbûkirinan dê bi gerên din li gel hejmarên mezintir ji sûdmendan bên dewamkirin.

Wî got ku di heman demê de, tîmên destnîşankirî "bi lezahî û hêsanî kar dikin da ku xwe ji her derengiyeke di dayîna sûdan de ji welatiyên ziyandîtî re bi dûr bixin".

Mîkanîzma qerebûkirinê

Mîkanîzma qerebûkirinê "payînkirina buhayê tam yên ziyanê û dayîna nêvî ji pereyên pêwîst ji qurbanî re vedihewîne li gel şîkekî belgekirî ji bankê, û qûrbanî berpirs e ji nîvê din ên perên pêwîst", Hikmet got.

Wî got ku ev mîkanîzm dihat bikaranîn beriya dagirkirina DAIŞê ji Nînewayê re ji bo haletên ziyanên ku bi sedema teqînan û êrîşên terorî çêdibûn.

"Hejmareke destnîşankirî ji qerebûkirina dayî re tune ye," wî got, û wiha dewam kir "ew li gorî cor û asta ziyanê dimîne, ew jî ji kesekî bo kesekî din cuda ye".

Hikmet tekezî li ser girîngiya mûçeya qerebûkirinê kir, û ew wekî "beşekî girîng ji xebatên avakirina bingehên aramiyê li parêzgehê di serdema paş terorîzêm de" wesif kir.

DAIŞê "wêranî anî serê her beşekî ji parêzgehê, û dem hatiye ku hemû kesên ziyan gihiştiye wan bên qerebûkirin û alîkarî bi wan re bê kirin ji nûavakirina malên wan de", wî got jî.

Qerebûkirina bi vî rengî dê alîkariyê di barsivikirina kêşeyan de bike, wî got, û ew dê xelkê han bide ku jiyana xwe ya asayî dewam bikin û baldariyê bixin ser pêşerojê.

Tu vê mijarê diecibînî?

12 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bijî!

BERSIV BIDE

Merheba. Ez niştecîyekî Newala Nînewayê me. Mal û dikana min ji alîyê "Dewleta Îslamî" ve hatin talankirin.

BERSIV BIDE

I've been affected by terrorism since 2006. I haven't yet received any compensation. I swear by God that each time I submit the application, they would say it's lost after a while.

BERSIV BIDE

My home was severely damaged during the liberation. The furniture and other assets were also damaged. Where is the application submitted?

BERSIV BIDE

Mala min bi dijwarî hat ziyankirin. Wêne û vîdyo li gel min hene. Ji kerema xwe li min vegerînin. Ez li kû dikarîm navê xwe qeyd bikim daku ez qerebûkirinê wergirim?

BERSIV BIDE

Tadarî li min hatiye. Ez ji Mûsilê derketim û çûm Dihokê di sala 2014an de. ziyan giha mala min, pereyên min hemû çûn û tiştek li malê tune ye aniha.

BERSIV BIDE

Selam! Xaniyê me hat wêrankirin bi destê endamên DAIŞê yên ku ew bi temamî şewitandin.

BERSIV BIDE

Otombîlek hat şewtandin, û yeke din hat desteserkirin. Xanî û milk hatin şewitandin.

BERSIV BIDE

Selam! Xwedê ji we razî li ser van xebatên we! Ez hatibûm girtin ji aliyê vê rêxistinê ve, û wan dest danî ser telîfon û laptopa min. Ez bi giranî hatim eşkencekirin û rastî pirsgirêkên derûnî hatim bo heyama 45 rojan. Ez dikarim vê yekê piştrast bikim. Gelo ev terdbîr min li ber xwe digrin?

BERSIV BIDE

Ez karmendekî Rêveberiya Tenduristiya Nînewayê me. Min mala xwe li Mûsilê terikand dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) debasî bajêr bû. Rêxistina tawankar dest danî ser mulk, firoşgeh û tiştên me. Ziyanên gihştine me bi 6,000 $ tên payîn, ev ji bilî meblexên ku min xerc kirin heta ez gihiştin Hewlêrê/Erbîlê. Bi xêra xwe qeberûkirineke biçûk bidin min bo van ziyanan. Zor Sipas.

BERSIV BIDE

Ez yek ji wan kesên ku ziyan gihae wan (gihiştine xanî û hemû milkan). Em li Ayadiyê, Tel Eferê dijîn.

BERSIV BIDE

Xaniyê min li devera kevin e. Tikaye, ziyanan çak bikin. Sipas. Halêhazir, em li aliyê çepê ne û kirê pir giran e. Em daxwaziya nûkirinê dikin bo em bikaribin vegerin malê.

BERSIV BIDE