Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam karkerên di warê hewarçûnê de li Idlibê kar dikin dide hev

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tanka Tehrîr el-Şam di bajarokê Maeret Mesrînê re digere piştî hevbendî kontrola bajarok di (1ê Adarê) de dike. [Wêne ji Heysem dlibî hatiye wergirtin]

Tanka Tehrîr el-Şam di bajarokê Maeret Mesrînê re digere piştî hevbendî kontrola bajarok di (1ê Adarê) de dike. [Wêne ji Heysem dlibî hatiye wergirtin]

Hevbendîya Tehrî el-Şam çalakvanên mirovî û yên hewarçûnê yên red dikin ku pê re kar bikin û sivîlên li dijî wê li devera gundewarê Idlibê ya li jêr kontrola wê dide hev, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Hevbendîya tundrû, ya ku Enîya Nusrayê ya berê serwerîya wê dike, bi awayekî berfereh xelkê digire, mîdyavanê Idlibî Heysem Idlibî got.

Endamên Tehrîr el-Şam roja Pêncşemê (1ê Adarê) çalakvanekî mirovî li bajarê Kefer Neblê girtin, ji ber ew bi awayekî tam red dike ku alîkarîyê bi hevbenîyê re bike di çalakîyên wê yên girêdayî hewarçûnê û karûbarên mirovî de, wî ji Diyaruna re got.

Berî rojekê, endamên Tehrîr el-Şam du çalakvanên bi tîma xwebexş ya Mulhem re kar dikin li bajarê Idlibê girtin, Mihemed Nûr Tehan û Sulêman Talib, û dest danî ser otombîleke xwebexşine din li Idlibê, wî got.

Xwepişander li bajarokê Sûrî Maeret Mesrînê dadikevin kolanan da ku li dijî Tehrîr Şam protesto bikin berî ku hevpeymanî kontrola bajarok bike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Xwepişander li bajarokê Sûrî Maeret Mesrînê dadikevin kolanan da ku li dijî Tehrîr Şam protesto bikin berî ku hevpeymanî kontrola bajarok bike. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Navgîna Tehrîr el-Şam radihêje tankekê di dîmenekî de li meydana sereke li bajarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Navgîna Tehrîr el-Şam radihêje tankekê di dîmenekî de li meydana sereke li bajarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

"Ev beşeke ji hewldana wê daku bi awayekî tam kontrola karê hewarçûnê bike û alîkarêyên hewarçûnê li gorî lîsteyên xwe belav bike û bi taybet bide alîgirên xwe," Idlibî got.

"Ne dîyar e bê yên girtî birin kûderê û kes nizane çi gunehê wan e," wî got, wî anî ziman ku sivîl li gelek beşên bajar û parêzgeha Idlibê di nav wan de ne.

Şer bi dijwarî berdewam dikin

Şerên dijwar di navbera Tehrîr el-Şam û Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî (Heyat Tehrîr Sûrîya),ew hevbendîyeke nû ye di navbera Nûredîn Zinkî û Ehrar Şam de ye, diqwemin li gelek beşan li gundewarê Idlib û Hemayê, Idlibî got.

Herdu alî êrîşî hev dikin û her alîyekî hewl dide ku serwerîya alîyê din bike, wî got.

Herwiha raport hene ku Tehrîr el-Şam çekdarên Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî yên dîl îdam dikin, bi taybet piştî şerê Maeret Mesrînê, yê ku Tehrîr el-Şam tê de têk çû.

Di heman demê de, hêrsbûna gelemperî li dijî Tehrîr el-Şam zêde dibe û protestoyên dijî Tehrîr el-Şam hîn li bajar û bajarokan tên lidarxistin, Idlibî got.

Ev protesto gur bûn piştî hevbendîyê hejmarek ji bajarokan bi awayekî yekser kirin armanc ji bombebarankirina xwe re, ya ku hejmarek ji xelkê tê de hatin kuştin yan birîndarkirin, û ev yek bû sedema pêleke mezin ji koçberiyê ber bi deverin ewletir ve, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500