Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî veşargehên DAIŞê kirin armanc li biyabana Hîtê

Xalid Ta'î

Wêne ji leşkerên Îraqê tevlî çekên ji endamên "Dewleta Îslamî" hatine kontrolkirin li bajarê Hîtê yê parêzgeha Enbarê hat kişandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberiya Hewalgiriya Îraqî hatiye wergirtin]

Wêne ji leşkerên Îraqê tevlî çekên ji endamên "Dewleta Îslamî" hatine kontrolkirin li bajarê Hîtê yê parêzgeha Enbarê hat kişandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberiya Hewalgiriya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi awayekî serkeftî operasyonên ewlehî yên pêşgirtinî bo nehiştina veşargehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana derdora bajarê Hîtê yê parêzgeha Enbarê, şaredarê Hîtê Muhened Obêdî îroj Înê (2ê Adarê) ragihand.

"Biyaban nema cihekî ewle ye ji terorîstan re, ên ku di cengên rizgarkirinê de hatin şikestin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên hevbeş ji Fermandariya Operasyonên Cezîrê û Firqeya 7ê ya artêşê, milbimilê şervanên êlan, bi şev û roj deverên biyabanî dimalin bi piştgiriyeke asmanî ji aliyê hêza asmanî ya Îraqî û hevpeymaniya navdewletî, wî got.

"Bi dirêjahiya sê rojan, wan karî çendîn operasyonên pêşgirtinî yên serkeftî pêk bînin, ên ku alîkarî kirin ku karînên terorê yên êrîşkirina li ser bajar têk bibin" wî got.

Yek ji serkeftinên serekî "wêrankirina veşargeke mezin a DAIŞê bû li kûrahiya biyabanê, 10 kîlometran dûrî bajarokê Kebîsayê [li başûr-rojavayê Hîtê]", wî got.

Veşargehê "100 kemberên teqîner, 175 alavên teqîner û mîneke amade ji teqandinê re, û hewraiha çek, alav û pêdiviyên lojistî yên terorîstan vedihewandin", Obêdî got.

Wî da zanîn ku ew hevdem bû li gel operasyoneke serkeftî ya din ku hêzeke ji Birêveberiya Hewalgiriyê pêk anî bi piştgiriya şervaninan ji êla Elbû Nimir û êlên din ên devera Wadî Suwêb li bakur-rojhilatê Hîtê.

Şervanan roja 26ê Sibatê girte ser veşargehekê li biyabanê ku bibû wargeha sê çekdarên ku ji êrîşên terorî re pilan dikin, Obêdî got.

Wî got ku hêzên Îraqî çekdar kuştin û dest danîn ser çek û alavên wan.

Çar tunêl û 44 bombeyên bi dest çêkirî jî hatin wêrankirin di operasyonê de.

"Ev çend meh in" Hît aram e

Obêdî ev serkeftin bi piştgiriya şêniyan ve girêdan, "ên ku hêzên ewlekariyê bi agahiyên yekser li dor her rewşeke gumanbar zêde dikin".

Wî got ku mukurhatinên endamên şanên razayî alîkarî kirin ku terorîstên din bên girtin û çekên wan bên rûxandin.

Wî got ku hêzên Îraqî bi dirêjahiya Hîtê û gundewarên wê cih girtine û herwiha li biyabana li derdora bajar.

"Rewşa ewlehî ev çend meh in ku aram bûye weke encamekê ji xebata hêzên me û xebatên çalak ên peygerîn û nehiştina şanên DAIŞê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500