Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq kar dike bo nehiştina derbasbûna bi dizî li ser sînorê Sûrî

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî yên ku bi dirêjahîya sînoê rojavayî bi Sûrîyayê re bi awayekî serkeftî hewldanên derbasbûna endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dizî têk birin. [Wêne ji Pasvanên Sînor ên Îraqî]

Hêzên Îraqî yên ku bi dirêjahîya sînoê rojavayî bi Sûrîyayê re bi awayekî serkeftî hewldanên derbasbûna endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dizî têk birin. [Wêne ji Pasvanên Sînor ên Îraqî]

Hêzên sînor ên Îraqî di hewldanên xwe de bi ser ketin daku nehêle endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên hewl didin ku bi dizî ji Sûriyê derbas bibin, cihê ku rêxistin li hin deveran hîn çalak e, fermandarekî serbazî yê Îraqî yê berz got.

Hîn rewşa ewlekarî li alîyê sînorê Sûrî ne qayim e, Fermandarê Pasvanên Sînor lîwa Hamid Ebdula Brahîm ji Diyaruna re got.

Komine ji çekdarên DAIŞ li bajarokê Sûriyê yê sînorî Elbû Kemal hene, ew hewl didin ku operesyonan li devera sinorî çêkin, devera ku li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ne, wî got.

"Ji hêla xwe ve, em berdwam dikin da ku em sînor misoger bikin û em operasyonên elekarî rojane pêk bînin da em nehêlin ti binpêkirin ji alîyê terorîstan ve biqewime," wî got.

Wî got ku Firqeya heştem ya artêşa Îraqî di operesyonan de beşdar dibe, wî anî ziman ku piştivanîya asmanî ji alîyê hêzên asmanî yên Îraqî û yên hevpeymanîyê tê dabînkirin.

Wî got ku hêzên hevbeş bi ser ketin û "gelek hewldanên terorîstan da ku bi dizî di sînor re derbas bibin" têk birin, wî got, me agahîyên istixbaratî bi QSD re veguhestin.

ew agahîyên istixbaratî bûn sedema xisaretên giran ji DAIŞê re, ya ku endamên wê dibînin "pir zehmet e ku sînor derbas bikin, sînorê ku bi temamî hat girtin", wî anî ziman.

Di 21 Sibatê de, hêzên Îraqî yên hevbeş nehiştin deh endamên DAIŞê bi dizî ji Sûriyê derbasî Îraqê bibin.

Wan hewl dida ku di rêya Qaimê re li rojavayê Enbarê derbas bibin, wan sûd ji rewşa hewayê û tarîtîyê digirt, berdevkê Fermandarîya Operasyonên Enbarê eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Piştî ew derbasbûn, şeş terorîst hatin kuştin û yên din reviyan, vegeriyan Sûriyê," wî got.

Qayimkirina hêzên sînorî

Plan hene da ku hêzên sînorî qayim bikin û kapasîteya wan ava bikinji bo operesyonên sehkirin û çavdêrîyê cîbicî bînin, Brahîm got, wî not kir ku heta aniha 27 tekekesên komando bi dirêjahîya sênor hatine belavkirin.

"Herwiha em hewl didin ku em sîstema xwe ya berevanîya sînor bi teknlojîya çavdêrîyê û vekolînê qayim bikin," wî got.

Xalên sînorî yên guhêzbar yên ji alîyê hevpeymanîyê ve hatin dabînkirin kapasîteya pasvanên sînorê Iraqî qayim kir, wî got, wî anî ziman, wî not kir ku di Kanûna Duyem de, pasvanên sînorî".

Pêşbînî heye ku dewriyên mayî bi nifşan bigihin, Brahîm got.

"Van navendên sînorî bi awayekî mezin amadekarîya me pêş xist, ji ber ew bi kamere, alavên têkilîyê û çavdêrîyê, alavên dîtina bi şevê û navgînên serbazî hatine dabînkirin," wî got.

Her navendek dikare 30 şervanan bihewîne, wî anî ziman.

Hêzên Îraqî, di hewldanên xwe de bo parastina sînorê bi Sûrîyayê re, berdewam dikin "serkeftinên mezin" cîbicî dikin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Asal Fehdawî got.

"Hêzên me hewldanên cuda dikin û îro zincîra sînorî bi Sûrîyayê re hat misogerkirin û li jêr kontrola me ye," wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku endamên DAIŞê çend kîlometran dûrî sînor in û nikarin derbas bibin.

Avakirina xendek û kembera bejî bi dirêjahîya sînorê Iraqî-Sûrî bi dawî bû, wî got, lê wî banga piştgirîyê bo hêzên ewlekarîyê kir di forma bircên û balefirên asmanî yên vekolînê.

Êlên Îraqî sînor diparêzin

Êlên rojavayê Enbarê bi awayekî çalak di parastina sînor de beşdar dibin, Şêx Ebdula Cixêfî, serkirdeyekî êlî ye li Hedîsayê yê ku birêveberîya Ehrar Feratê dike, got.

Mêrên êlan piştgirîya hêzên Îraqî dikin daku endamên teror bigirin û êrîşên wan rawestînin, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku parastina sînor ne erkekî hêsan e, ji ber pêdivî bi alîkarîya serbazî û asteke bilind ji hevarikirinê bi niştecîyên xwecihî re heye.

Hikûmetê kar dikir daku "beşê rojavayî ji welat misoger bike û nehêle terorîst derbasî bibin û herwiha nehêle binpêkirinên ewlekarî çêbibin."

Ev hewldan "pir girîng e ji ber di van her sê salên dawî de, devera sînorî bûbû cihê destpêkirina êrîşan ji endamên DAIŞê re", Cixêfî got. "Îro, divê em ti kêmasîyê nekin da ku wê derê misoger bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500