Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq plan dike ku dergehê sînorî yê Qaimê yê bi Sûriyê re dîsan veke

Xalid Ta'î

Serokwezîr Heyder Ebadî tevlî berpirsiyarên serbazî dibe da ku ala Îraqî li dergehê sînorî yê Qaimê li Enbarê hildin, piştî ew di vê wêneyê de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatiye vegerandin, wêneyê ku roja 5ê Mijdarê li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêneji ofîsa medyayî ya Serokwezîrê Îraqê hatiye wergirtin]

Serokwezîr Heyder Ebadî tevlî berpirsiyarên serbazî dibe da ku ala Îraqî li dergehê sînorî yê Qaimê li Enbarê hildin, piştî ew di vê wêneyê de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatiye vegerandin, wêneyê ku roja 5ê Mijdarê li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêneji ofîsa medyayî ya Serokwezîrê Îraqê hatiye wergirtin]

Tê çaverêkirin ku dubare vekirina pilankirî ya dergehê sînorî yê bi Sûriyê re yê Qaimê piştî sê salan pêwendiyên bazirganî û civakî yê navçeyê vejiyan bike, berpirsiyarên xwecihî ji Diyaruna re got.

Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî "xebatên hevaheng" bo dubare vekirina dergehî sînorî li parêzgeha Enbarê li rojavayê welat nîqaş kirin di civînekê de bi şandeyeke hikûmeta Sûriyê re roja 7ê Sibatê.

Wezîrê Karê Hundir Qasim Eracî 12ê Sibatê piştrast kir ku Ebadî destûr daye ku dergehê sînorî dîsan were vekirin.

Berpirsiyaran got ku eger ew wekî hatiye pilankirin biçe serî, dê serkeftineke mezin be ji Îraqê re, welatê ku têdikoşe bo baştirkirina rewşa aborî li bajarên hatine rizgarkirin ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Ew bajar rastî wendahiyên mezin hatibûn ji ber girtina dergehê sînorî bo heyameke zêdetir ji sê salan, piştî ku DAIŞê dest danî ser rûberên berfireh li bakurê Îraqê di Hezîrana 2014an de.

Dergehê sînorî di nav kavilan de maye

Hêzên Îraqî tiştek ji bilî kavilan nedîtin dema ku derbasî bajarokê sînorî yê Qaimê yê ser bi parêzgeha Enbarê bûn, û roja 3ê Mijdarê kontrola li ser dergehê sînorî yê bi Sûriyê re bidest xistin.

DAIŞê avahî bi erdê ve kirin, dergehê sînorî bû devereke wêran, qayimeqamê Qaimê Ehmed Dulêmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got, dema ku DAIŞ derbasî Îraqê bû ji aliyê Sûriyê, wê navendên polîsê xwecihî, dergehên sînorî û nîşanên sînorî wêran kirin da ku angêşt bike ku wê dewleta xwe ragihandiye.

Dîsan avakirina dergehê sînorî berhengariyeke "mezin e" ji hikûmetê re ji ber ew bi hewvedarê nûkirina tam e, ya ku demeke dirêj dixwaze û herwiha temwîlkirineke mezin, Dilêmî got.

"Weke tedbîreke demkî, heykelên amade hatindanîn heta nûkirin diqede û dergehê sînorî bi temamî dikeve kar ne bi tenê di rewşên tengav de," wî got.

Wî da zanîn ku dergehê sînorî weke navendeke çalak a bazirganî kar dikir beriya ku DAIŞê peyda bibe, û wî da zanîn ku dubare vekirin dê destkeftineke girîng be ji aboriya Enbarê re û ya Îraqê re bi giştî.

Vegerandina damarekî bazirganî

Tevgera xelk û tiştan di navbera Îraqî û Sûriyê didome di bajarê Qaimê re li aliyê Îraqî û bajarê Elbû Kemalê li aliyê Sûriyê.

Beriya êrîşa DAIŞ, dewra bazirganî ya salane dora pênc milyar dolar bû. Lê piştî destpêkirina şerê Sûriyê di sala 2011an de, rêje daket, û dema ku DAIŞ peyda bû, çalakiya bazirganî xetimî.

Dergeh sînorî yê Qaimê duyem damarê jiyanê ye ji Enbarê re,piştî dergehê sînorî yên Trêbîlê bi Urdinê re, perdevkê parêzgeha Enbarê Îd Emaş ji Diyaruna re got.

Wî got ku dewamkirina çalakiya bazirganî ya dergehê sînorî dê alîkariyê de piştgirîkirina xebatên nûkirinê û geşesendinê de li parêzgehê bike, ev yek jî dê derfetên kar zêde bike.

Wî diyar kir ku dîsan vekirina dergehê sînorî dê alîkariyê di hêsankirina rêwîtiyê û têkildariyê de bike ji şêniyan re, û wî bal kişand ku êlên li rojavayê Enbarê xwedan têkiliyên xwînê ne bi êlên li Elbû Kemal û Dêrazorê li aliyê Sûriyê.

Wî hişyarî da ku nûavakirina dergehê sînorî erkekî komplêks e, ji ber ku DAIŞ jêrxaneya dergehê sînorî wêran kiriye di hewlekê de bo tunekirina sînor li gorî îdyolojiya wê.

Pêwîstiya bi baldariyê li ser sînor

Emaş got ku berhengariya din dê rewşa ewlekarî be.

"Em ji vê yekê nîgeran in," wî got. "Me sînor ewle kir ji aliyê xwe ve, lê belê rewş li aliyê Sûriyê hîna jî ne aram e."

Wî got ku DAIŞ hîna xwedan hebûn e li beşinan li Sûriyê bi dirêjahiya navçeyên Firata jorîn, û da zanîn ku rêxistin êrîşên bi hawinan ên bê serûber li ser bajarokên sînorî pêk tîne.

Endamine êla Elbû Mehal a ku Qaim warê wê yeroleke çalak di rizgarkirina xaka xwe de ji destê DAIŞê lîstin, serkêşê êlî Sebah Mehelawî wiha diyar kir.

"Em aniha amadetir in ku piştgiriya hikûmetê bikin eger ew pilan bikin ku dergehê sînorî yê Qaimê dîsan veke," wî ji Diyaruna re ragihand. "Em amade ne ku piştgiriya hêzên ewlekariyê bikin û alîkariya wan bikin di parastina sînor û rêya bazirganiyê de."

"Em hêvî dikin ku hikûmet hingavan bide bo nûkirin û dubare vekirina dergehê sînorî di zûtirîn demê de, ji ber ku ew dergehekî sînorî yê jiyandar e û xwedan buhayekî aborî yê girîng e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500