Nûçeyên Iraqê
Civak

Dikanên barberan li Mûsilê careke din bi alîkarîya xwebexşan vedibin

Ala Husên li Bexdayê

Xwebexş ji rêxistina Yekem Nînewa ye dikana Umer Mûsilî saz dikin weke beşekî ji însiatîfa Bab Riziq. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Yekem Nînewa ye hatiye wergirtin]

Xwebexş ji rêxistina Yekem Nînewa ye dikana Umer Mûsilî saz dikin weke beşekî ji însiatîfa Bab Riziq. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Yekem Nînewa ye hatiye wergirtin]

Niştecîyê rojavayê Mûsilê Umer Mûsilî vedigere dikana xwe ya sertaşînê bi saya hewldanên xwebexşên xwecihî.

Di şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarê parêzgeha Nînewayê de agir berdabûn dikana berber Mûsilî li Kolana Nebî Şît.

Aniha ew bi temamî hat sazkirin û pêdivîyên nû li dikanê ne bi saya xwebexşên ji Yekem Nînewa ye.

Rêxistina civaka sivîl dest bi sazkirina dikana bereber kir û alîkarîya diravî bi Mûsilî re daku ew bikaribe pêdivîyên nû bikire.

Xwebexşek dikana berber Umer Mûsilî, ya ku di şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Mûsilê de hat wêrankirin boyax dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Yekem Nînewa ye hatiye wergirtin]

Xwebexşek dikana berber Umer Mûsilî, ya ku di şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Mûsilê de hat wêrankirin boyax dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Yekem Nînewa ye hatiye wergirtin]

Xwebexşên Mûsilê di hundirê dikana berber Umer Mûsilî de ya hat nûkirin rawestîyane. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Yekem Nînewa ye hatiye wergirtin]

Xwebexşên Mûsilê di hundirê dikana berber Umer Mûsilî de ya hat nûkirin rawestîyane. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Yekem Nînewa ye hatiye wergirtin]

"Wan 600$ xerc kir û min filsek neda," wî ji Diyaruna re got.

Bidestxistina dikana berber û destpêkirina kar careke din ew ji hilweşandineke malî rizgar kir, wî got, wî anî ser ziman ku aniha ew dikare piştgirîya malbata xwe ya piçûk bi mûçeyeke berdewam bike.

Kesên Ku ji Bab Riziq sûdê digirin

Mûsilî keseke ji bi dehan kesên ku ji insyatîfa Bab Riziq ya Yekem Nînewa ye sûd digrin, hevahengerê rêxistina Yekem Nînewa ye Leys Raşidî ji Diyaruna re got.

Wî got ku insîatîf armanc dike ku projeyên piçûk ji bêwarên ku vedigerin rojavayê Mûsilê re ava bike, wî not kir ku heta aniha wê alîkarî bi 30 kesan re ji bajar kiriye.

Ev proje her tiştî vedihewîne, ji dabînkirina erebaneya firoştinê ji ciwanan re bo xwarinê bifiroşin heta bi nûkirina firoşgehan û qehweyan.

Lêçûna her projeyekê ji 500$ heta 600$ ye, wî anî ser ziman.

Wî got ku hemû temwîlkirina însîyatîfê ji endamên komîteyê tê, endamên ku dikarin beşan bidin, wî anî ziman ku 30 xwebexş ji welatîyên Mûsilê ne, xwebexşine din jî hene ji derveyî parêzgehê.

Piştgirîkirina xebatên hikûmetê

Însîyatîfa Bab Riziq û hin însîyatîfên din ew stûna sereke ne ji bo piştgirîkirina asaziyên hikûmî li bajar, serokê navçeya Mûsilê Zuhêr Erejî got.

"Karê xwebexşan li Mûsilê gelekî di xizmetên têkildar û karên şaredarîyê de cih girt," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew kar paqijkirina kolanan û dibistanan, boyaxkirina neqşên dîwarî û rakirina posterên propegandayê yên DAIŞê di nav xwe de dihewîne, zêdeyî vê yekê paqijkirin û nûavakirina Zanîngeha Mûsilê û dabînkirina piştgirîyê bo malbatên xwedî dahatên kêm.

Erejî balkişand ser beşdarbûna xwebexşên jin, wî got ku ev jî cara yekem e di civaka Mûsilê de.

Hewldanên çalakvanên ciwan û jinan alîkarî kir ku bar ji ser milên birîveberîyên xizmetguzarîyan, yên ku derdê kêmasîyê di alav û pêdivîyan de dikişînin, kêm bike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500