Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Jinên DAIŞê agahiyên girîng didin hêzên Îraqî

Xalid Ta'î

Jinine bêwar ji gundewarên Qaimê li rojavayê parêzgeha Enbarê, li devereke ewle kombûne, di demekê de ku hêzên Îraqî ber bi tixûbên bajarok ve diçin di operasyonekê de li hember deverên mayî yên "Dewleta Îslamî" roja 1ê Mijdar, 2017. jinine DAIŞê ên di girtîgehê de ne hêzên Îraqî bi agahiyên girîng derbarê koma terorîst zêde dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Jinine bêwar ji gundewarên Qaimê li rojavayê parêzgeha Enbarê, li devereke ewle kombûne, di demekê de ku hêzên Îraqî ber bi tixûbên bajarok ve diçin di operasyonekê de li hember deverên mayî yên "Dewleta Îslamî" roja 1ê Mijdar, 2017. jinine DAIŞê ên di girtîgehê de ne hêzên Îraqî bi agahiyên girîng derbarê koma terorîst zêde dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Jinên ku hêzên Îraqî ew girtine ji ber girêdanên wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) agahiyên "girîng" didin desthilatdaran li dor şan û çekdarên rêxistinê, şehrezayan got.

Mukurhatinên wan bûn sedema têkbirina çendên şanên terorî yên xeternak, di nav de yek ji "tabûrên herî xeternak" ku li jêr fermana DAIŞê li Îraqê kar dikir, şehrezayekî ewlehî yên Îraqî ji Diyaruna re got îro Duşemê (26ê Sibatê).

Bêhtir ji 1,000 kesên ser bi DAIŞê ve, jin û zarok di nav wan de hene, hatine girtin ji aliyê hêzên Îraqî ve yan jî wan xwe radest kir di dema pevçûnên rizgarkirina bajarê Mûsilê û bajarên din ên parêzgeha Nînewayê.

Şehrezayê ewlehî Fadî Ebû Rexîf anî ser ziman ku bidestxistina van agahiyên ewlehî piştrastb dike ku ev jin "bi awayekî hevahengiyê û alîkariyeke mezin bi hêzên ewlekariyê û ajansên hewalgirî re nîşan didin".

"Gelek jinên girtî bi sûcên ser bi DAIŞê ve yan nêzîkî DAIŞê hene," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hinek ji wan hatin dadgehkirin ji ber rijandina xwîna kesên bêrî, lê belê piranî hîna jî lêpirsîn bi wan re tên encamdayîn.

Wî got ku piraniya wan jianan ji Asya Navîn in, û ji komarên Sovyêt ên berê ne.

Têkbirina tabûra Beter

Hêzên ewlekariyê "gelek agahiynê girîng bi dest xistine di dema lêpirsînkirin bi van jinan re", Ebû Rexîf got, û bal kişand ku van agahiyan hişt hêzên Îraqî karîbin endamên DAIŞê û fermandarên wê yên bilind yên tên xwestin bigrin.

"Destketina hemî xuyayî ji vê hevahengiyê bidawîkirina paşmahiyên tabûreke DAIŞê ku bi navê tabûra Beter jî tê naskirin," wî got.

Wî got ku tabûr yek ji komên herî xeternak bû ji yên girêdayî DAIŞê, û ya herî hovane bû.

Ew ji şervanên biyanî û Îraqî yên ku wekî "endamên elîte" yên rêxistinê tên naskirin pêk tê, wî anî ser ziman.

"Cih ji wan re nemaye [li Îraqê," wî got, hinek ji wan hatin girtin û hineke din jî hatine kuştin di operasyonên serbazî de, li ser bingeha mukurhatinên ku jinên girtî wî eşkere kir.

Ebû Rexîf got ku mukurhatinên jinan rê dan hêzên ewlekariyê ku veşargehên raz ên DAIŞê, û workşopên sazkirina bombeyên bidestçêkirî, û malên embarkirina çekan û teqemeniyan kifş bikin.

Dadmendiya Îraqî vê dawiyê hejmarek ji jinên biyanî hukim kirin ji ber gunehên tevlîbûyîna di alîkarîkirina DAIŞê de bo pêkanîna êrîşên terorîstî li Iraqê.

Hineke din jî serbest hatin berdan û vegeriyan welatên xwe tev zarokên xwe piştî bêrîbûyîna wan hat piştrastkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hûn aram bin!

BERSIV BIDE