Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Piraniya bingehên bijîşkî yên Xûtaya Rojhilatî derveyî xîzmetê ne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bijîşk û tîmên hawarçûnê li Xûtaya Rojhilat protestoyekê lidar dixin li ser armancgirtina bingehên bijîşkî li asêgeha opozîsyonê derveyî Şamê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Bijîşk û tîmên hawarçûnê li Xûtaya Rojhilat protestoyekê lidar dixin li ser armancgirtina bingehên bijîşkî li asêgeha opozîsyonê derveyî Şamê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Piraniya bingehên bijîşkî li herêma Xûtaya Rojhilat derveyî Şamê derveyî xizmetê ne ji encama bombebarankirina berdewam a rejîma Sûriyê ku heta niha bêtirî 420 kes kuştine, çalakvan û bijîşkan got.

Nexweşxane û klînîk li asêgeha opozîsyonê ya dorpêçkirî bi awayekî rasterast hatin armancgirtin ji aliyê topbarankirin û êrîşên asmanî yên rejîmê ve ku ji çendîn rojan ve li herêmê didin, wan got.

Heta sibeha roja Înê (23ê Sibatê), 426 kes hatin kuştin ji dema ku bombebarankirinê di 18ê Sibatê de destpê kir, û bêtirî 2,000 kes birîndar bûn, AFP ragihand.

"Dibe ku hejmara kuştiyan dê zêde bibe, ji ber ku rewşa gelek birîndaran xirab e û qurbanî li jêr kavilan asê mane," rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman got.

Bajarokê Seqba li Xûtaya Rojhilat a ku asêgeha opozîsyonê ye rastî ziyaneke mezin hatiye ji encama topbarankirin û êrîşên asmanî yên rejîma Sûriyê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Bajarokê Seqba li Xûtaya Rojhilat a ku asêgeha opozîsyonê ye rastî ziyaneke mezin hatiye ji encama topbarankirin û êrîşên asmanî yên rejîma Sûriyê. [Wêne ji Navenda Medyayî ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Rewş dijwar bûye ji bijîşkên ku li deverê kar dikin, ji ber armancgirtina berdewam a bingehên bijîşkî, di nav de nexweşxane, klînîk û nexweşxaneyên meydanî, Dr. Henan Ibrahîm, ku li Xûtaya Rojhilat kar dike, got.

"Dê derencamên metirsîdar ji vê rewşê derkevin ji ber hejmara zêde ya qurbaniyan ji ber êrîşa serbazî ya hov li dijî Xûtaya Rojhilat ku ji hefteyekê ve berdewam e," wê ji Diyaruna re got.

"Hejmara zarok û jinan di nav qurbaniyên topbaranê de gelekî zêde ye," wê got, ku bêtirî 50 zarokan û 100 jinan hatine kuştin.

Avahiyên niştecihbûnê û penagehên ku ji aliyê sivîlan ve tên bikaranîn tên armancgirtin, wê got, û mûşekên ku tên bikaranîn dikevine qatên jêr û digihin penagehan, ku ev yek sedema kuştina tevahiya malbatan diyar dike.

Nexweşxane derveyî xizmetê ne

Bêtirî 22 nexweşxaneyan bi temamî bûne derveyî xizmetê, Ibrahîm got, di nav wan de ewên ku hejmara herî zêde ji xizmetên bijîşkî û neştergeriyê pêşkêş dikirin.

Di nav wan de Nexweşxaneya Seqba ya Neştergeriyê, nexweşxaneya Irbîn, nexweşxaneya Cober, nexweşxaneya Hazze, nexweşxaneya tuberkulusê ya Kefir Betna, nexweşxaneya Merc li bajarokê Şefûniya û nexweşxaneya Quds li Hemûriya, wê got.

Wê got ku herwiha navenda bijîşkî ya bajarokê Cisrîn jî derveyî xizmetê ye, ligel dezgeha bijîşkî li bajarokê Medyara, û bingeha bijîşkî, kompleksa klînîkan a Mesreba û nexweşxaneya Yeman li Dûmayê.

Bijîşk û tîmên hawarçûnê derveyî bingehan û penagehan kar dikin, wê got, û "bi berdewamî û veşartî" tevdigerin ji bo xwedûrxistin ji karkirinê li deverên armancgirtî.

"Xuyayî ye ku bingehên bijîşkî biarmanc tên armancgirtin ji bo zêdekirina hejmara qurbaniyan û zêdekirina guvaşê li ser sivîlan," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500