Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Di dema alozîya Sûriyê kûrtir dibe, nerazîbûna cîhanî berferehtir dibe

AFP

Keça Sûrî ya birîndar tîmarkirinê werdigre li nexweşgehek meydanî li Kefir Betnayê piştî bordomanên hikûmeta Sûrî li ser herêma Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî roja 21ê Sibatê. [Emar Sulêman/AFP]

Keça Sûrî ya birîndar tîmarkirinê werdigre li nexweşgehek meydanî li Kefir Betnayê piştî bordomanên hikûmeta Sûrî li ser herêma Xûtaya Rojhilatî ya dorpêçkirî roja 21ê Sibatê. [Emar Sulêman/AFP]

Rejîma Sûriyê rokêt û bomb bi ser Xûtaya Rojhliatî îro Pêncşemê (22ê Sibatê) barandin, 19 sivîlên din kuştin di demekê de ku zexta navdewletî zêde dibe bo rawestandina guştara li devera li jêr kontrola opozîsyonê.

Bangên bo agirbesteke ji ber sedemên mirovî di yek ji xelekên herî xwîndar de ji kirîza Sûriyê ya heft-salî guhdar nedîtin û hejmara miriyan di êrîşa pênc-rojî de ya li Şamê bo 368 bilind bû.

NY got ku xwînrijandina ku êrîşên asmanî pêk anîn Xûtaya Rojhilatî kire "dojeheke li ser erdê", Şêwirmenda Elmanî, Angela Merkel jî bang bo bidawîkirina "komkujiyê" kir.

Şênî li jêrzemînan kom bûn piştî ku hêzên hikûmetê devara dorpêçkirî bi rokêt û bomberyan kire aramanc, û bajarok kirin çolên ji kavilan û nexweşgeh jî kirin hedef.

Li gorî Bijîşkên Bê Sînor, 13 ji saziyên ku ew piştgirya wan dikin li Xûtaya Rojhilatî ziyan dîtine ya bi temamî wêranbûne di sê rojên çûyî de, û derfetên stafê mayî yên parastina jiyan bi sedên kesên ku her roj ji wan re tên dikin pir kêm in.

li bûzdolaba nexweşgehê li Dûmayê, bajarokê serekî li devera ku dikeve rojhilatê Şamê, term bi îzarên sipî hatibûn pêçan û li erdê rêzkirî bûne, du ji wan zarok in.

Bordomana bê serûber

"Rokêt ranewestane vê sibehê. Dora 200 rokêtên zemînî bi tenê li Dûmayê dane,"Ramî Ebdel Rehman, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, got.

Dixuye ku barana sibehê balafirên şer dûr hiştin lê nava rojê asman sayî bû û firoke, yên ku li gorî Rewangehê hinek ji wan Rûsî bûn, vegeriyan.

Heta aniha Rûsya red dike ku ew bi awayekî rasterast di êrîşa li ser Xûtayê de cih digre lê belê rojnameya alîgir ji hikûmeta Sûriyê re, Weten, îro Pêncşemê ragiand ku balafirên şer û şêwirmendên Rûsî tevlî şer bûne.

Hêzên rejîmê û yên hevalbendên wê li dora deverê bi cih bûne û dixuye ku ew haziriya êrîşeke bejahî dikin, devera ku tê payîn ku 400,000 kes lê dijî.

Ew navbera ku baranbarînê çêkir îro Pêncşemê hinek şênî handan ku ji jêrzemîn û wargehên xwe derkevin, da ku xwarinê bikirin, û berê xwe bidin milkên xwe û rewşa xizm û cîranên xwe bizanin.

Li bajarokê Hemûriyayê, tabûrek ji sivîlên birçî li bêşiya firoşgehekê kom bû lê rokêteke din dilerawkê di dilê wan de çand û ew neçar bûn dîsan xwe di wargehên xwe de veşêrin.

Li Dûmayê, kurekî nûhatî hewl da ku çiqmaqan bifiroşe li kolanê lê rokêtan zû ew neçar kir ku xwe veşêre.

Nûçegihanekî AFP dît ku hinek kesên ku xelkê xelas dikin bi navê "Xûzayên Sipî" neçar bûn ku xebatên xwe yên derxistina jineke birîndar ji jêr kavilên maleke ketî rawestînin piştî ku êrîşên asmanî dîsan dewam kirin.

Dema ew vegeriyan wî cihî,jin miribû.

Bordomankirin û êrîşên asmanî yên bê serûber li ser saziyên pijîşkî nerazîbûneke cîhanî anî holê.

"Kuştina zarokan, têkbirina nexweşgehan -- ev hemû nîşanên hebûna komkujiyekê ne ku divê bê şermezarkirin û divê em bi zelalî jê re bêjin na," Merkel got.

Rûsya daxwaza civîneke taybet a Encumena Ewlekarî ya NY kir û Xaça Sor xwest ku destûr jê re bê dayîn ku derbasî devera dorpêçkirî bibe daku alîkariya perestar û pijîşkên westiyayî ji dermankirina birîndaran bike.

Dewletên kendavê banga bidawîkirina tundûtûjiyê dikin

Dewletên kendavê îroj Pêncşemê benga bidawîhatina êrîşa kujêner li ser Xûtaya Rojhialtî kir û wan bang bo agirbesteke yekser kir.

Erebistan Siûdî daxwaza bidawîhatina tundiyê kir,, bang li Şamê kir ku pêbendî biryara 2245 a Encumena Ewlekariyê ya NY bibe, biryara ku banga gihiştin bi agirbesteke niştîmanî û pêkanîna veguhestineke siyasî dike.

"Em dupat dikin ku hewcedarî heye ku rejîma Sûriyê tundiyê rawestîne, da ku rê bide alîkariya mirov, û daku bi cidî nêzîkariyê bi rêbaza dîtina çareseriyeke siyasî bo kirîzê bike," wezîrê karê derve yê Siûdî li ser Twitterê got.

Îmarat nîgeraniya xwe ji zêdebûyîna tundiyê der birî û bang bo"agirbesteke yekser " kir bo rawestandina xwînherikê û parastina sivîlan. Herwiha wê banga rêdayîna bo alîkariyê mirovî û pijîşkî bo sivîlan kir,

Qeter êrîş rexne kir û ew wekî "komkujî" bi nav kir.

"Dewleta Qeter... şermezarkirina xwe ya tund ji komkujiyan re û bordomanên asmanî yên tund re eşkere îfade dike," di daxuyaniyekê de ku wezîrê derve yê Qeter got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500