Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam şerê hevbendiyeke nû li Idlib û Helebê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Fermandarên koma nû ya Eniya Rizgarkirina Sûriyê li gundewarê Idlibê tên dîtin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Fermandarên koma nû ya Eniya Rizgarkirina Sûriyê li gundewarê Idlibê tên dîtin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Hejmarek ji sivîlên Sûrî hatin kuştin an birîndarkirin di şerê ku roja Çarşemê (21ê Sibatê) derket navbera Tehrîr el-Şam û hejmarek ji komên çekdar de li gundewarê bakurî yê Idlibê û gundewarê rojavayî yê Helebê, çalakvanekî xwecihî got.

Ji encama şer komên ku dijberiya Tehrîr el-Şam dikin çendîn cihên sereke yên hevbendiya tundû kontrol kirin, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Aloziyên li gundewarê parêzgehên Idlib û Helebê bûne şerên tund navbera hejmarek ji komên çekdar, bi serkêşiya Bereya Rizgarkirina Sûriyê ku nû hatiye pêkanîn û Siqûr Şam li aliyekî, û Tehrîr el-Şam li aliyê din, wî got.

Eniya Rizgarkirina Sûriyê (Heyet Tehrîr el-Şam) komeke ku tevgerên Nûredîn Zinkî û Ehrar el-Şam li xwe digre.

Endamine tevgera Nûredîn Zinkî ala xwe hildidin. Kom şerê hevbendiya Tehrîr el-Şam dike li gundewarên Idlib û Helebê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamine tevgera Nûredîn Zinkî ala xwe hildidin. Kom şerê hevbendiya Tehrîr el-Şam dike li gundewarên Idlib û Helebê. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

"Şer berbanga roja Çarşemê derket, û tevahiya rojê berdewam bû û hîn li hejmarek ji gund û bajarokan li Idlib û Helebê berdewam e," Idlibî got.

Agahiyên destpêkî nîşan didin ku Tehrîr el-Şam ji hejmarek ji van deveran û hinek cihên sereke yên din ve paşve vekişiya.

Idlibî got ku bi dehan hatin girtin di revandinên beramberî de navbera herdu aliyan, di demekê de ku her aliyekî ji wan tevgerkirin û provokasyona xwe li ser medyayên xwe zêde kir.

Şerê tund berdewam e

Tehrîr el-Şam Nûredîn Zinkî tometbar dike ku li pişt terorkirina hejmarek ji lîderên wê ye, wekekevneçekdarê Qaîde Ebû Eymen Misrî, ku hefteya bûrî hat kuştin.

Çav niha bêtir li ser şerên tund in ku li bajarên Maeret Numan û Muhembel berdewam e, Idlibî got.

Wî got ku Eniya Rizgarkirina Sûriyê berî niha bajarên Erîha, Wadî Dêf û Etarib, û bajarokê Mestûma, Betabo, Qesabiya, Kefir Heya, Şinan, Ferîka, Mexara, Benîn, Dêr Sunul, Mentef, Maaryaf, Maarbalit, Ramî, Tramla û Urum Coz kontrol kiribûn.

"Tevî ku hejmarek ji sivîlan di şer de hatin kuştin an jî birîndarkirin, xelkê xwecihî bi giştî piştgiriya şer dikin, bi hêviya ku ew dê ji hukmê Tehrîr Şam xilas bibin," wî got jî.

Wî got ku hevbendiyê xwe nehez kir ji ber biryarên bi zorê û bacên giran ku hewl dida ku li ser sivîlan ferz bike li Idlib û deverên gundewarê wê.

Bi dehan ji herdu aliyan hatin kuştin û birîndarkirin, wî got jî, dema ku rûbirûbûn derket li deverên ku şer li wan rûbirû bû, ji ber sertêkdeçûna deverên kontrolê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500