Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq çekdarên biyanî yên DAIŞ bi sedarekirinê û muebed hukim dike

Xalid Ta'î

Du mêrên hukim li ser wan hatiye birîn ji ber têkilîya wan bi terorîzmê re ber bi zindanê ve tên birin. [wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Istixbaratên Serbazî ya Iraqî]

Du mêrên hukim li ser wan hatiye birîn ji ber têkilîya wan bi terorîzmê re ber bi zindanê ve tên birin. [wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Istixbaratên Serbazî ya Iraqî]

Zincîra hukimên ku di van mehên dawî de ji alîyê dadgeha tawanbarî li Bexdayê li dijî çekdarên biyanî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gorî "pîvanên navdewltî yên darizandina dadmend" in, jêdereke dadmendî îro Çarşemê (21ê Sibatê) ji Diyaruna re ragihand.

Jineke Tirkî roja Yekşemê,bi îdamê û 11 jinbîyên biyanî yên din bi muebed di girtîgehê de hatin cezakirin ji ber ew endamên DAIŞê bûn, AFP ragihand.

Jinên temenê wan 20 heta 50 salî ne li Mûsil û Teleferê hatin girtin, cihê ku hevjînên wan lê hatin kuştin dema hêzên Îraqî bajarên bakurî vegerandin.

Parêzerê ji alîyê dewletê ve hatin destnîşankirin gotin ku jin hatin xapandin daku werin Îraqê û tu destên wan di kiryarên tunîdîyê de tune ne.

Lê ew li gor Bendê 4an ji qanûna dijî terorîzmê hatin gunrhkarkirin "ku çi kiryara terorîzmê li dijî çi kesî bike, han bide, plan bike, temwîl bike yan alîkarîyê pê re bikin" û ji ber derbasbûna welat bi awayekî ne qanûnî.

Hukmê ku li ser biyanîyên ku destên wan di kiryarên teror de li Iraqê hene hat birîn "beşeke ji serwerîya dewleta [Iraqê]", berdevkê Encumena Bilind ya Dadmendî Ebdul Setar Bêreqdar ji Diyaruna re got.

Ceza hatin birîn "li gorî sûcên ku di qanûna Îraqî de hene ji bo kesên ku tawanên girêdayî terorîzmê kirine", wî got.

Ew qanûn li gorî "pêvanên darizandina dadmend ku di peymanên mafên mirov ên navdewletî de cih digirin", wî got, wî not kir ku ew maf di nav xwe de mafê parêzerekî da ku nîqaşa delîl û şihûdên dozlêvekirinê bikin û biyaran vegerîne.

Dibe ku hukim were vegerandin

Ji sala 2017an ve, dadmendîya Îraqî hukim bi îdam û muebed li ser çekdarên biyanî û jinên gunehkar ji ber ew endamên DAIŞê bûn û herwiha ji ber wan tawan li dijî Îraqîyan kirine birîn

Piranîya kesên gunehkar di van operasyonên serbazî de ji alîyê hêzên Îraqî hatin girtin dema ku wan Mûsil û Telefer rizgar dikirin.

Di 12ê Sibatê de, Dadgeha tawanbarî hukim li ser jineke Turk bi girtina muebed birî ji ber "wê çav ji ser terorîstan radikirin" herwiha mêrekî Sûrî gunehkar bû ji ber ew "endamê DAIŞê bû û di êrîşên li ser yekîneyên serbazî yên Îraqî de beşdar dibû".

Hukim li jineke Elmanî bi îdamê di 21ê Kanûna Duyem de hat birîn ji ber sûcê ku ew di êrîşên li ser hêzên ÎIraqî de beşdar bû û piştgirîya lojistî ji endamên DAIŞê re dabîn dikir.

Di 12ê Îlonê de, dadgeha tawanbarî hukimê îdamê li ser mêrekî Rûsî birî ji ber ew mikur hat ku wî gelek operasyonên terorîst li dijî hêzên ewlekarîyê di sala 205an de kirine.

Mêrê ku ceza lê hat birîn endamê tabûreke DAIŞê ya çekdar e, ya bi navê Tabûra Zerqawî tê naskirin, Bêreqdar got.

Wî got ku cezayên li ser kesên ku hukim li wan hatin birîn hemû li goîr Benda 4an ya qanûna Îraqî ya dijî terorîzmê ne.

Ew ne cezane "qutebir in lê ew cezane seretayî ne ku dibe werin guhertin li gorî dadgeha federal ya redkirinê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500