Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ û Tehrîr el-Şam ketin pevçûnan de li kampa Yermûkê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine "Dewleta Îslamî" beşdariyê dikin di pevçûnên li dar de li kampa penaberan a Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Endamine "Dewleta Îslamî" beşdariyê dikin di pevçûnên li dar de li kampa penaberan a Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Pêleke nû ya penaberan li kampa penaberan a Yermûkê li başûrê Şamê tê dîtin piştî pevçûnên giran di navbera "Dewleta Îslamî" û Tehrîr el-Şam de, çalakvanan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku şerên di navbera du komên tundrû yên hevrêk de bûn encama ku DAIŞ gelek deverên berî aniha li jêr kontrola Tehrîr el-Şam bûn kontrol bike û wiha wê rûbera kontrola xwe li kampê berfereh kir.

Şer hîn li dar e li kampa penaberên Felestînî di navbera DAIŞ û Tehrîr el-Şam de, şêniyên Yermûkê û çalakvan Beha Sahilî ji Diyaruna re ragihandin.

"DAIŞ karî kontrola xwe ya tam li ser hejmarek ji deverên ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam bûn bisepîne, bi taybetî li Kolana Heyfayê, Nexweşgeha felestînî û devera Meşrûe," wî got.

Endamine "Dewleta Îslamî" li hember Tehrîr el-Şam a hevrêk şer dikin li kampa penaberan a Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Endamine "Dewleta Îslamî" li hember Tehrîr el-Şam a hevrêk şer dikin li kampa penaberan a Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Endamine "Dewleta Îslamî" di kolanekê re dibihûrin li devera Hecer Eswed li kampa penaberan a Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Endamine "Dewleta Îslamî" di kolanekê re dibihûrin li devera Hecer Eswed li kampa penaberan a Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Sahilî got ku berbanga roja Duşemê (19ê Sibatê), endamên DAIŞ derbasî taxa Rija bûn, ku yek ji dawîn asêgehên Tehrîr el-Şam bû li navenda kampê.

Wî got ku di van pevçûnên li dar de, zêdetir ji 50 tundrûyan ji herdu aliyan hatin kuştin an birîndar bûn.

DAIŞ tawankaran tevlî rêzên xwe dike

Tevî ku daketinek di hejmara çekdarên DAIŞ rû dabû, wê ev yek çareser kir bi rêya tejnîdkirina hejmarek ji tawankaran, Sahilî got.

"Ev kesên han -- diz û kujer -- soz dane rêxistinê ji ber ew parastina ku ew bi hewce ne ji wan re misoger dike," wî got, û da zanîn ku li hember, tejnîdkirina wan "balansê hêzê di bercewendiya DAIŞ de guhert" li kampê.

Ji ber şerê komên hevrêk li ser desthilatdariyê, pevçûn bûn sedema pêleke bêwarbûyîna sivîlan, ên ku ji deverên ku pevçûn û şer li wan diqewimîn reviyan, ji ber dijwariya şer.

"Endamên DAIŞ li hemû malan li Kolana Heyfayê geriyan û ew talan kirin ji ber ew ên endam û alîgirên Tehrîr el-Şam bûn," Sahilî got.

Wî got ku tirseke cidî heye ku endamên DAIŞ hewl bidin ku kontrla xw berferehtir bikin, bi taybetî li bajarokên Bêt Sehem, Yelda û Babila heta bi rojavayê kampê -- ew jî devereke hevtixûbê deverekê ye ku li jêr kontrola DAIŞ e.

Wî got ku ev dever ji berê ve mişt bêwar e, û dibe ku qerebalixtir bibe ji ber gihiştina sivîlên bêhtir ên ku ji başên xeternak ên Yermûkê direvin.

Hevdem, tirs li kampê hene ku hejmareke mezin ji sivîlan bibe qurbanî eger şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de bidome.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500