Nûçeyên Iraqê
Mafên Jin

Piştî DAIŞ, jinên Enbarê ronahiyê dibînin

Sêf Ehmed li Enbarê

Jineke Îraqî otombîla xwe li kolanên Xalidiyê li parêzgeha Enbarê diajo. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Jineke Îraqî otombîla xwe li kolanên Xalidiyê li parêzgeha Enbarê diajo. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Jinên li parêzgeha Enbarê, yên ku xuyakirin, reftar û hebûna wan li kolanan bi awayekî dijwar li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, gelekî bi awayekî eşkere xuya dikin ji çaxê ku rêxistin hatiye derxistin.

Hin jin vegeriyane cihê xwe li pişt derkisyonê otombîlê.

Hineke din vegeriyan hêza kar û tevlî çalakîyên ku berê qedexe bûn bûne, mîna jenandina alaveke mûzîkî, niştecîyan got.

Piranîya jinan li Enbarê êşîr û olî ne, Hena Ibrahîm, jineke karker a 33 salî ye ji Remadîyê, got.

Rena Ebdula, ji taxa Tamîm li başûrê Remadîyê, tevlî waneyên ûdê dibe. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Rena Ebdula, ji taxa Tamîm li başûrê Remadîyê, tevlî waneyên ûdê dibe. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Lê qanûna Îraqî destûrê dide jinan ku otobîlan biajon, wê ji Diyaruna re got., wê not kir "em tu qanûnan bin pê nakin û ne em ola xwe jî bin pê dikin" dema ku em navgînekê bi kar tînin.

"Ez xwe bi xwe hîn bûm çawa otombîlê biajom, bi saya hevjînê min, min otombîleke piçûk kirî da ku ez pê her û vegerim ji karê xwe, herwiha ez pêdivîyên zarokên xwe pê pêk tînim," wê got, wê anî ser ziman ku ew piştrast e ku ew dê li gorî qanûnên rêyê tevger bike.

"Ajotina jinan li Enbarê bûye tiştekî normal, em dikarin ruxseta ajotinê ji Birêveberîya Trafîkê ya Giştî wergirin piştî em di ezmûna ajotin û ewlekarîya trafîkê de bi ser bikevin," wê got.

Jin li Remadî, Felûca û Xalîdîyayê li hev civîyan da ku komeke xwepexş çêkin ji bo jinan hînî ajotinê bikin, yên ku dê waneyên ajotinê fêrî jinên din bikin bi nirxin kêm, wê got.

Jinên ajoker dest bi ajotinê kirin

"Ajotin ji jinan re ne tiştekî normal bû li jêr hukimê DAIŞê," Necat Xalid niştecîya Xalidîyayê ya 28 salî ji Diyaruna re got.

"Lê piştî Enbar hat rizgarkirin, xelkên wê vegeriyan û avakirinê careke din dest pê kir , her tiştên xweşik vedirgrin cîyên mîna Xalidîyayê, " wê got.

Xalid got ku ew li Bexdayê fêrî ajotinê bû, cihê ku ew malbata xwe lê jîyan piştî ew ji ber DAIŞê revîyan.

"Malbata min ne li dijî ajotinê bû, lê hin mêran ber çavên wan ket dema min otombîl li kolanê diajot," wê got. "Hinekan ji wan rê didan min û camêr bûn, vê yekê ez han didam."

"Ez mamosta me û mala min hinekî ji dibistanê dûr e," wê got. "Hebûna otombîlê alîkarî bi min re kir ku dema xwe biparêzim û giranîyê bidim tiştên girîng, herwiha ez nemînim dereng ji dibistanê. Herwiha ez dikarim malbata xwe bibim bazar û parkê."

Ne tenê mêr otombîlan diajon, muqedem Xalid Ezawî ji Birêveberîya Trafîka Enbarê got. "Jin nîvê civakê ne, û heman berpirsyarî û maf weke mêran ji wan re hene."

Aniha tu dikarî jinên ajoker ên pispor li parêzgehê bibînî yên ku ku destûra ajotinê bi serkeftin wergertine û "ew ajokerine hişyar in", wî ji Diyaruna re got.

"Qanûnên ajotinê dîyar in û li ser ajokerên jin û mêr pêk tên."

"Gengaz e ku careka din xewn bên dîtin"

Li Remadîyê, dîmenê çandî yê jîyandar careke din li bajar vedijî, jin di çalakîyên mîna xêzkirin, fotografî û jenandin yan fêr bibe çawa li alaveke mûzîkê bixe beşdar dibin.

"Jinên ciwan li Enbarê behre ne û jêhatîyê di warê xêzkirin, mûzîk û werzîşê de didin xuyakirin," hunermend Menal Ebdula Dilêmî ji Diyaruna re got.

Gleke jin li parêzgehê mereq dikin ku fêr bibin li ûdê û gelek cûreyê mûzîkê bixin, wê got, wê anî ziman ku "aniha çend korsên mûzîkê yên guncan bi birêveberîya hunermendan li Enbarê hene".

"Zordarî, terorîzm, tundî û hişkîyê nehişt ku jin li Enbarê di van her du salên bûrî de tekekesin berhemdar bin," wê got.

"Aniha piştî parêzgeh hat rizgarkirin û aramî û ewlekarî vegerîyan, gengaz e ku sivîl û jin û mêrên ciwan careke din hêvîyan bikin," wê got. "cih ji îdîolojîyên tunî û terorîzmê di nav me de nemaye."

Huner, çand û wêje çekin karîger in li dijî tawan û terorîzmê, Dilêmî got, wî anî ser ziman ku "di rêya xêzkirin, strandin û mûzîkê re em dikarin aştî, hezkirin û çandê li bajarên Iraqê yên din û cîhanê belav bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dixwazim jin azad bin û di hemû karên hunerî û sivîl de beşdar bibin.

BERSIV BIDE