Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî li Hewîcayê belav dibin da ku şanên razayî yên DAIŞê rakin

Xalid Ta'î

Laşên qurbanîyên kemîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Hewîcayê roja Yekşemê (18ê Sibatê) berin ji malbatên wan re. [Wêneya parlementerê Iraqî Ekrem Fewzî Terazî]

Laşên qurbanîyên kemîna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Hewîcayê roja Yekşemê (18ê Sibatê) berin ji malbatên wan re. [Wêneya parlementerê Iraqî Ekrem Fewzî Terazî]

Hêzên Iraqî, piştî kemînekî ji alîyê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku roja Yekşemê (18ê Sibatê) 27 şervan komeke paramilîterî ya ku hevbendîya hêzên Iraqî dike tê de hatin kuştin, belavbûna xwe li bajarê Hewîcayê qayim kir.

Hêz aniha dest bi kampanyayeke paqijkirinê ya mezin dikin da ku li tawanbaran bigerin û şanên û baregehên wan ên raz li derdora bajar bişopînin.

Kemîn çêbû dema şervanan hewl dida ku gundê Saedanîyayê li navçeya Riyadê ya Hewîcayê ji milîsên DAIŞê paqij bikin.

DAIŞê ya derdê zincîreke têkçûnan li qadên şer li Sûrîya û Iraqê kişandiye, berpirsyarîya êrîşê di daxuyanîyeke li ser Înternetê girte xwe.

Berpirsyarekî Iraqî yê ku navê negot, ji AFP re got ku tundrewan, xwe xistine dilqê leşkeran de, xaleke pêêşkinînê nêzîkî Hewîcayê ava kirin.

Wan ji şervanên Iraqî xwest ku rawestin û ji navgînên xwe derkevin û li alîyê rêyê bisekinin, bi bihaneya ku ew dê wan teftîş bikin.

Di pişt re wan fule berdan şervanan û reviyan, berpirsyar got.

Piştgirî gelekî dereng gihan daku êrîşê rawestînin.

Efserê polîs ê berz li parêzgehê, yê herwiha xwest ku navê wî neyê gotin, got ku piranîya laşan serjêkirî bûn.

Pêdivî bi "kampanyayeke serbazî ya mezin heye"

Piştî kampanya rizgarkirina Hewîcayê di Cotmeha sala 2017an de bi dawî bû, şanên razayî yên DAIŞê hîn li bajar mane, parêzgerê Hewîcayê Sebhan Jibûrî got.

Piranîya endamên DAIŞê "ji çeperên xwe ber bi deverên dûr ve reviyan bêy ku şer bikin", wî ji Diyaruna re got.

Ew xwe di kunan de vedişêrin yên dibe ku di pişt re dest bi êrîşan ji wan bikin li dijî hêzên Iraqî û sivîlan", wî got.

"Hîn deverên me bi temamî ji [DAIŞê] paqij nebûne," Jibûrî got, wî not kir ku şanên DAIŞê yên razayî sûdê ji qelsbûna belavbûna ewlekarî li gundên dûr digirin da ku tawanên xwe yên tisonek cîbicî bikin.

Operesyonên sehkirinê û qayimkirina ewlekarîyê têrê nakin ku gefê bi dawî bikin, wî anî ziman.

"Hewcedarîya me bi kampayayeke serbazî ya mezin heye ya ku hêzên ewlekarî dê tê de her bostekê di derdora Hewîcayê, bi taybet zicîra girên li başûrê bajar," wî got.

Herwiha Jibûrî bang kir da ku operesyonên paqijkirinê li Riyad, Reşîd û Ebasîyê berdewam bikin û li devera çîyayê Hemrînê, cihê ku "hîn gefeke mezin e ji gelek bajaran re".

Hewcedarî heye ku alîkarî di navbera hemû yekîneyan de hebe bo ku hejmareke mezin ji hêzên Iraqî belav bikin berî ku ti êrîş yan operesyonên ewlekarî bigirine ser bermayîyên DAIŞê, wî anî ziman.

Kemîna roja Duşemê enirî li cem berpirsyar û gelê Iraqî cêkir.

Serokwezir Heyder Ebadî roja Duşemê emir da ku bidin dû tawanbaran, wî piştrast kir ku hikûmetê biryar daye ku ew dê "şanên razayî û komên terorîst" tine bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Careke din, eger hûn qebûlnekin ku ew dewleteke Îslamî ye, dewleta Îslamî nenivîsin. ji dêvla wê, DAIŞ û rêxistina terorîst binivîsin.

BERSIV BIDE