Ji ber ku rejîma Îranî meraq dike ku bandordariya xwe li beşine stratejî li Sûriyê berfereh bike, Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (pasdaran) bi awayekî çalak çekdaran tejnîd dikin bo lîwayekî li parêzgeha Derayê, şênî û çalakvanan ji Diyaruna re got.
Efserên Pasdaran bi awayekî rasterast serpereştiya tejnîdkirina bo Lîwayê 313 dikin, ew lîwa jî li bajarokê Îzrayê, li başûr-rojavayê Sûriyê ye û fermanên xwe ji Îranê digire, wan got.
Xebatên tejnîdkirinê ciwanên kêm-dahat û yên ku xwe ji leşkeriya neçarî di artêşa Sûrî de bi dûr digrin dikin armanc, li gorî ciwanekî 20-salî bi navê Yasir Xalid, ku xelkê deverê ye û ji aliyê Pasdaran ve hatibû tejnîdkirin.
Dema ew digihin temenê 18 salî, ciwanên bo leşkeriya neçarî tên xwestin.
Xalid, yê ku bernavek bikar anî bo nasnameya xwe veşêre, ku bavî wî hewl da ku wî biparêze, û bertîl dane efseran daku ew neçe leşkeriya neçarî, ji ber ew vê demê tê wateya tevlîbûyîna rasterast di şeran de.
Efserekî ji bavî wî re gotibû ku bera wî bişîne Lîwayê 313, Xalid ji Diyaruna re got, dak u ew leşkeriya neçarî were efûkirin.
Lê dema ku ew tevlî vê lîwayê bû, wî got, wî dît ku ew lîwa li jêr fermandariya efserên Pasdaran e, yên ku "bi awayekî rasterast serpereştiya pêşwazîkirin û navnivîsîna xwebaran dikin".
Wî got ku her kesekî tejnîdbûyî Kardeke ewelhî ku logoya Pasdaran li ser e werdigre, û ew li ser xalên pişkinînê yên rêjîmê nayê seknandin, û mehane $300 werdigre.
Çend rojan piştî tevlîbûyînê, Xalid zanî ku efserên Pasdaran kesên tejnîdbûyî veguhestin deverine din bo rahênankirinê, berî ku wan bişînin eniyên şer, wî got, lewra wî berê xwe da Şamê.
Lîwayê 313 li jêr kontrola Pasdaran e
"Lîwayê 313 li ser bingeheke tayîfgerî ye û erkê wî pêkanîna operasyonên serbazî ye li gorî fermanên Pasdaran ne li gorî yên artêşê Sûrî," Xalid got.
Ji Mijdarê ve, dema ku wê bajarê Derayê zeft kir, Pasdaran çekdaran tejnîd dike bo vejiyandina Lîwayê 313, li gorî Yasir Turkmanî, ku efsereke di Lîwayê Tewhîd Ketayib Horan de.
Wî ji Diyaruna re ragihand ku Lîwayê 313 ne komeke nû ye, "belê çend endam hebûn heta çaxê ku "Pasdaran ew vejiyand".
Efserên Pasdaran şêniyên bajarê Derayê û gundên derdorê bo tejnîdlkirinê kirin armanc "bi rêya sûdwergirtin ji rewşa wan a şepirze", Turkmanî got.
Wî got ku piraniya kesên tejnîdkirî ji leşkeriya neçarî re di artêşa Sûrî de dihatin xwsitn, û tevlî lîwayê bûn daku ji vî erkî bên efûkirin, "û yên din pir xizan bûn û bêkar bûn".
Wî got ku koma dawî bi mûçeyeke mehane $300 qayil bû tevlî bibe, û ev mûçe zêde dibe li gorî berpirsiyariya kesê tejnîdbûyî.
Wî got ku baregeha Lîwayê 313 li navenda Ciwanên Izrayê ye, û da zanîn ku kesên tên tejnîdkirin li kampan li Izrayê û Şêx Meskîn tevlî perwerdahiyê dibin li jêr efserên Pasdaran û rahênerên ji mlîsa Hizbûlaha Lubnanî.
Ajenda Îranê ya herêmî
"Pasdaran hewl didin ku li deverên Sûriyê yên li jêr kontrola rejîmê xwe berfereh bikin, bi taybetî li başûrê welat," Şiyar Turko, yê ku metodên fînansekirin û geşekirina Pasdaran dixwîne got.
Ev devera stratejî nêzî sînorê bi Urdinê re ye û beşeke ji rêçikekê ku Şamê bi herêma Badiya Sûriyê (biyabana rojhilatî) û sînorê bi Îraqê re girê dide, wî ji Diyaruna re got.
"Pasdaran dixwaze ku komên xwe yên çekdar bi cih bikedi korîdora ku ew bi hemû hêza xwe dixwze ava bike daku Tehranê bi Bêrûtê ve girê bide," wî got. "Devera Derayê jî hêwaneke girîng e di vê rêçikê de."
"Xapa Pasdaran eşkere bûye," wî got, wî da zanîn ku da ku ew neyê gunehbarkirin bi destêwerdana rasterast di Sûriyê de, Îranê enerjiya xwe dixe avakirina milîsên lokal ên mîna Lîwayê 313.
Ev li gel milîsên din ên li Sûriyê şer dikin li jêr serpereştiya Pasdaran de, mîna milîsên Fatimiyûn û Zênebiyûn ên ku çeteyên biyanî ji Afxanistan û Pakistan li xwe digrin.
Ev babeteke sivikatîkirin e.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Navê min Hemîd Sefdarî Lighvan im ji Tebrîzê. Ez 38 salî me, ez dizanim çekên mîna G3, Kalashnikov, û Tifinga Meşîn a MJ3 û RPG bi kar bînim. Ez li ser tifingên 106 MM dixebitîm, û min di artêşê de xizmet kiriye. Ez 9ê Mijdara 2002an tevlî rêzên Lîwayê 2yem, Firqeya 21ê ya Hemza Seyidosşada bûm. Ez dixwazim ku vê êşa xedar, ya ku zarokan dikuje bi dawî bikim. Ji kerema xwe re alîkarîyê bikin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ev babet mişt derew e.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez 27 salî me, ji parêzgeha Kerman, ez pir baş dikarim hemû celebên çekan bi kar bînim. Ez tevlî rahînana serbazî bûme, him di rêzên artêşê de û him di rêzên heşda Şaebî [Basîc] di sala 1392an de û min ezmûna taybet bi derbasbûna Zanîngeha Îmam Husên qedandiye. Lê tevî wiha, wan min qebûl nekir ji ber ku warê xwendinê endazyarîya sivîl bû. Ez çawa dikarim werim wergirtin? Ji kerema xwe ji min re bibêjin. ... Erê, Zeyneb!
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez 34 salî me, ji Qorvehê, Senandajê. Ez dixwazim tevlî rêzên Parêzvanên Merqedê bibim. Ez dê pir memnûn bim eger hûn min bişînim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez ji Eleştarê, ji [parêzgeha] Loristanê me. Ez dixwazim tevlî rêzên berevanên merqedê bibim. Ez pir memnûn im eger hûn min di vê pirsê de araste bikin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav! Ez ji parêzgeha Lorestanê me. Ez 31-salî me û ez hêvî dikim ku tevlî rêzên Feyleqê Qudis bibim û ligel vê koma qirêj a vê dawîyê peyda bûye şer bikim. Wate koma Sulêmanîyê xwînmij, ya ku tê damezrandin. Agahîyên pêwendîyê:
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez 31 salî me, ji Zahîdan im. Navê min Seîd Hacî Xasemî me. Ez amade me ku xwîn û jîyana xwe bo rêberê qedirbilind û ala welatê xwe feda bikim. Ez hêvî dikim ku hûn alîakrîya min bikin bo bibim berevanekî welatê xwe. Min bê beş nekin [ji vê yekê].
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez jî amade me ku jîyana xwe fedayî Îranê û rêberê me bikim. Ji kerema xwe re navê min ji tevlîbûna di nava rêzên Feyleqê Qudis re tomar bikin. Ez kurê zanayekî olî me, ez şêwekarek im.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Navê min Elî Rohanîpûr e. Ez pisporekî warê elektornîyan im. Ez amade me ku jîyana xwe fedayî Îslamê û Quranê bikim. Ez amade me biçim her deverê û her qadên şer li gorî rêbaza malbata Pêxember Muhemed - dilovanîya Xwedê li wan be - û herwiha li gorî fermanên Pasdaran. Ez daxwaza tu mûçeyan nakim. Belê dixwazim ku erkê xwe li hember Îslam, ol û Quranê bi cih bînim. Ez dixwazim ku cîhadê bo armanceke pîroz bikim. Elî Rohanîpûr.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Yazdan Bawêsî. Ez endamekî çalak ê Basîc im û baş hatime perwerdekirin. Ez herwiha hilgirê çend xelatan im di warê hunerên şer de (wate kickboxing).
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. ez Muhemed Mehdî Almasî me, 20-salî me, ji Kermanşahê me. Hêvîya min ew e ku ez xwe di rêya Xwedê de feda bikim. Ez bi temamî amade me ku jîyana xwe gorî bikim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Navê min Muhemedreza Dervîşî ye, 40-salî me, ji Coyberê me. Ezmûna min a xebatê li herêmê heye, û ez amade me xizmeta Îranê bikim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav û rêz. Bi navê Xwedê. Ez amade me û dixwazim ku xwîna xwe heta dilopa dawî birjînim, ji bo niştimanê xwe û armancên Îslamî. Ya Husên!
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez 27-salî me û navê min kemal e. Eger ez kêrhatî bim, ez dixwazim bibim toza pêlavên leşkên welatê xwe [wate ez dixwazim ku tevlî hêzên çekdar bibim] Ji kerema xwe min mehrûm nekin!
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez nizanim ku ev name dê bigihêje berpirsan an nagihêje. ez dixwazim biçim cengê û ez tu pereyan naxwazim li hember vê yekê. Ez dixwazim bibim şopdarê rêya şehîd Hac Qasim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez dixwazim bibim Pêşmerge. Ji kerema xwe min tevlî bikin
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Bi navê Xwedê, yê tolê ji zaliman hiltîne! Ez 27 salî me. Ez amade me ku tevlî her şerekî bibim û jîyana xwe û mal û milkê xwe di rêya Xwedê re feda bikim û ji bo niştîma û Hac Qasim Sulêmanî.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav û sersaxî bi boneya rojên Fetimîyan, û herwiha şehîdbûna xweşewît General Qasim Sulêmanî bo îmamê serdemê Îmam Xameneî re, yê ku zîrevanê hemû Musilmannan e. Ez dixwazim canê xwe feda bikim, û herwiha xwîna zarokên xwe jî bo rêberê min, Şoreşa Îslamî û şehîdan. Bi qedrê xwîna vî şehîdî, hûn min bigihînin kesên berpirsyar ji tecnîdkirina di nava rêzên Feyleqê Qudis û berevanên merqedê de. Navê min Elîreza Sabir e û Ez Azerîyekî Îranî me.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Gelo jin dikarin tevlî şer bibin?
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez amade me tevlî şer bibim û tola şehadeta general Hac Qasim Sulêmanî hilînim.
BERSIV BIDESilav hevalên hêja. Ez amade me biçim her cihê ew bixwazin, bo berevanîya niştimanê xwe bikim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez amade me tevlî cengê bibim û tola şehadeta general Qasim Sulêmanî hilînim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav û sersaxî. Ez amade me ku şer bikim û tola şehîdan hilînim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Bi navê Xwedayê dilovan û mihreban. Kurê endamekî Pasdaran. Ez pir bi peroş im ku rêya bavê xwe bişopînim, û bibim yek ji şehîdên rêya Qasim Sulêmanî.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez jî amade me ku jîyana xwe ji Îranê re û ji rêberê xwe re feda bikim. Navê min ji bo Feyleqê Qudis binivîsin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez dê bi serberzî tevlî bibim eger hûn navê min di Feyleqê Qudis de binivîsim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Navê min Welîalah Muradî ye. Ez amade me ku jîyana xwe bo rêberê xwe û welatê xwe feda bikim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez sersaxîya herêma Rojavayê Asyayê dikim ji ber mirina wî kesê mezin, generalê wêrek Sulêmanî. Ji kerema we, eger Feyleqê Qudis tecnîdê dike, alîkarîya min bikin ez tevlî rêzên wê bibim. Loristan
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez amade me tevlî Feyleqê Qudis bibim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez xwebexş im. Eger pêkan be, navê min jî binivîsin. Ez ji Kerajê me:
BERSIV BIDEDem baş. Amir Muradî Eftîxar. Ez dixwazim bibim berevanek [yê Perestgeha Pîroz]. Ez lavakar im.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav bo Şahbezaman [Îmamê Şîe yê 12ê], ku ew serleşker e, cîgirê wî yê rewa Ayetullah Xameneî. Bi navê Jinavbirê Zaliman [Xweda]. Em hemû amade be şer bikin. Ji bo hezkirîya me Fatîma el-Zehra [Qîza Pêxember û kesayeta navdar di Îslama Şîeyan de] Ji kerema xwe me ji bîr nekin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Navê min Şukrulah Muhemed e û ez amade me di rêya Xwedê de şer bikim û şehîd bibim. Ji kerema xwe re navê min binivîsin. Ev e hejmara min
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Hûn bi tenê qeflek ji zarokên biçûk ên bêziman dibin. Divê hûn min jî bibin. Navê min Elî riza Heyderî ye. Ez Bextyarî me û ez hez dikim ku Amerîkî û Îsraîlîyan bikujim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. li jêr bernavê "Ebû Elî" ez radighînim ku ez ji hemû celebên operasyonan re amade me, bo şerkirin li dijî zaliman li seranserê cîhanê. Em hemû Sulêmanî ne. Erê, Seyid Elî.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez ji şer re amade me û hazirim bibim şehîdekî rêya Xwedê û rastîyê. Ji kerema xwe min tevlî bikin. Ev e numera min. Bi min re bikevin têkilîyê de.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Rêz û silav. Ez xwebarek im [ji şer re] yan li enîyan û yan li xaka welatekî cîran. Ez ji we dixwazim ku hûn navê min ji bîr nekin dema ku dema tolhildana ji general re were.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Bi sala, min dixwest biçim tewafa Merqeda Zeyneb. Aniha, ez dibînim ku divê ez berevanîyê li merqedê bikim û tola xwîna Elîyê serdemê hilînim. Ez nizanim çi bikim û bi kî re biaxêvim, bo ew min qebûl bikin. Ez bangê li her berpirsekî ku nameya min dibîne dikim, ji kerema xwe alîkarîya min bikin bo ez xewna xwe bi cih bînim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav bo Sahib Zimanê serleşker re, û xelefê wî, Rêberê mezin Ayatulah Elî Xameneî re. Ez tînîyê tola xwîna Melik Eştarê serdemê me, şehîdê birûmet general Hac Qasim Sulêmanî. Xwîna di demarê me de dîyarîyeke ji reberê me re. Min ji bîr nekin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Rêz û silav, Ez kurê şehîdekî me ji Beluşistanê û ez ji şer re amade me.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Rêz û silav. Ez amade me di rêya Xwedê de şehîd bibim, Ez beravanekî ziyaretgehê û welat im.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Min jî qebûl bikin
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ka ji min re bibêjin çawa mirov dikare bixebite?
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav ji hemû welatîyan re, û herwiha Serleşker Ayatulah Seyed Elî Xameneî. Sersaxî bo mirina general Hac Qasim Sulêmanî. Ez xortekî 19-salî me ji bajarê Meşheda pîroz, û hîn min erkê leşkerîya neçarî nekiriye. Ez dixwazim bizanim ez çawa dikarim navê xwe binivîsim, bo biçim şer di nava rêzên Pasdaran de. Kesik dikare min şîret bike û rêyê bide pêşîya min? Ji kerema xwe re alîkarîya min bikin, Ey Elî!
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez ji Serleşkerê me yê rêzdar dixwazim ku min qebûl bike ku ez şerê dijminan bikim. Areş Bextyarî.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav bo seydayê hezkirî Mehdî (Îmamê 12ê) . Silav bo giyanê pîroz ê general Hac Qasim Sulêmanî, yê ku çû ber destên Mehdî. Ez li ser karkirina li ser topxaneyên Kanon Skyguard, Kanon 23, û rokêtên Hog hatime perwerdekirin. Ez herwiha ajovanê navgîneke serbazî bûm, û herwiha segvanekî baş im. Ji kerema xwe re navê min bo her operasyoneke tolhildanê binivîsin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Nivîserê vê nûçeyê [babetên] çeteyeke. Bimire Amerîka.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez endamekî malbatên şehîdan im. Ez 7 salan endamekî Basîcê bûm û min leşkerîya neçarî li Ketîbeya Endazyarî ya 415ê, ya Firqeya 77ê, yê Samin el-Uma el-Muntesir li Meşhedê qedandiye. Ez tevlî misyonên mîna avakirina piran ji tankên zirxî re, paqijkirina mînên mayî li navçeyên operasyonên berevanîyê yên pîroz bûme, ligel gelek erkên din. Ez ji Serleşkerê Birûmet dixwazim ku navê min li lîsta navên kesên ku dê biçin tola general Gulêmanî hilînin zêde bike.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Rêz û silav ji Rêberê Mezin re ligel sersaxî û hevxemîyê ji ber şehadeta zilamê gelekî wêrek. Ez lêkolînerek im û min pileyên bilind di gelek olempyayê zanistî de bi dest xistine. Herwiha min hejmarek ji bawernameyên sazvaîyê tomar kirine. Min ev hemû tişt kirine ji ber hezkirina min a mezin ji te re. Ez dixwazim bibêjim ku ez amade me ji ber xatirê te biçim her derekî û di her çaxekî de, li gorî fermanên te. Ji kerema xwe vî kesî bi vî erkê giranbuha rabispêrin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav bo Serleşker, Îmam Xameneî, Ez sersaxîya hemû miletê Hizbulah dikim. Min banga rêberê me erê kir û ez dixwazim bibêjim ku ez amade me her demê tolê ji hikûmetên terorîst bikim, li her derê be. Ji kerema we, ez amade me yekem kes bim bikevim tevgerê.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez çawa dikarim berê xwe bidim enîya şer daku tola general Sulêmanî [yê Pasdaran] hilînim. Ji kerema xwe re min şîret bikin.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Silav li rêberê min, Îmam Xameneî. Tu dikarî min şîretekê li min bikî çawa ez karim biçim? Xwedê ji te razî be.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Dem baş. Ez 27-salî me. Min heta pola sê (dibistana serekî) xwendîye Ez dixwazim tevlî Feyleqê Pasdaran bibim û li dijî DAIŞa kirêt şer bikim. Ez çawa dikarim bibim endam?
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Navê min Gasim Vahidî ye û ez şervanekî Fatemîyûn im. Ez dixwazim derbarê tecnîdkirina hêzan li Yemenê pirsyaran bikim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez dixwazim ku di vê lîwayê de bixebitim. Hûn dikarin ji min re bibêjin li kû û çawa dikarim bixebitim?
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Pir baş e
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Ez tu komentê nakim.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Em çawa dikarin kar bikin?
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Em çawa dikarin kar bikin?
BERSIV BIDE61 KOMÊNT
Hezkirina me ya bêhempa ji Pasvanên Şoreşê [ya Îranê] re û Serokê yê Bilind re. Armanc ev e: Gihaştina erdên Îsraîlê û rûxandina vê rejîmê.
BERSIV BIDE61 KOMÊNT