Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Piştî kuştina Mesrî guhertin li qada şer li Sûriyê çêdibin

Welîd Ebul Xêr li Qahêrayê

Kevneşervanê Qaidê û serkirdeyê berz ê Tehrîr Şam Ebû Eymen Mesrî roja Pêncşemê (15êSibatê) hat kuştindema wî red kir ku xalaûşkinînê ya Nûredîn Zinkî raweste.[Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Kevneşervanê Qaidê û serkirdeyê berz ê Tehrîr Şam Ebû Eymen Mesrî roja Pêncşemê (15êSibatê) hat kuştindema wî red kir ku xalaûşkinînê ya Nûredîn Zinkî raweste.[Wêne di medya civakî de hatiye belavkirin]

Piştî vê kuştina dawî ji alîyê tevgera tund a Nûredîn Zinkî ve ji kevneşervanê Qaidê re yê payeke bilind di nav refên hevbendîya Tehrîr el-Şam de digirt, tengasî li bakurê Sûriyê bilind dibe, çalakvanekî xwecihî got.

Kevneşervanê Qaidê Ebû Eymen Mesrî, yê ku navî wî yê rast Ibrahîm Mihemed Salih Bena ye, roja Pêncşemê (15ê Sibatê) hat kuştin dema ew di xalapêşkinînê ya gundewarê Helebê ku li jêr kontrola Nûredîn Zinkî derbas bû.

Nûredîn Zinkî angaşt dike ku wî nêt nedikir ku Mesrî bikuje, tevî ku çalakvanê islahî yê ku bi Diyaruna re peyivî ew çîrok red kir.

Di her du rewşan de, ji dema kûştina Mesrî de, alozî li Idlib û Helebê ya nêzîk çêbû, çalavanê Helebê Fêsel Ehmed ji Diyaruna re got.

Mesrî hat kuştin û hevjîna wî bi fîşekan hatin avêtin ser otombîla wan hat birîndarkirin dema wan hewl da ku di xala pêşkinînê ya Nûredîn Zinkî ya di navbera gundên Huta û Başkatînê de li gundewarê Helebê şeva Pêncşemê derbas bibe.

Nûredîn Zinkî mukur hat kû wî Mesrî kuşt dema wî red kir ku li xala pêşkinînê raweste.

Vê hewldanê encam da ku wan gule avêtin wî.

Lê belê, Tehrîr el-Şam Nûredîn Zinkî sûcdar kir ku wî bi qesd gule avêtin Mesrî, mebesta wî ku wî bikuje.

"Mesrî guhestin nexweşxaneya Hudayê di pişt re nexweşxaneya Dar Izayê, cihê ku ew ji ber birînên xwe mir" Ehmed got.

Hevjîna wî guhestin nexweşxaneya Hudayê di pişt re ew guhestin Turkiyê da ku birînên serî û movikên wê derman bikin, wî anî ziman.

Kom yekgirtinê îlan dikin

Nûredîn Zinkî û Ehrar Şam roja Yekşemê (18ê Sibatê) îlan kirin ku ew tev li hev bûn da ku Enîya Rizgarikirinê ya Sûrî (Heyat Tehrîr el-Şam) çêkin û bang li komên opozîsyonê yên din kirin da ku tevlî wan bibin, AFP ragihand.

Her du kom bi awayekî xurt li beşên li jêr kontrola opozîsyonê amade ne, li dirêjahîya sînorê di navbera parêzgeha Heleb û Idlibê de.

Parêzgeha Idlibê bi piranîya xwe li jêr kontrola Tehrîr Şam e, hevbendîyeke tund e Enîya Nusrayê ya berê (ANF) serwerîya wê dike.

"Ev hewldaneke da ku hevsengîyekê bi Tehrîr el-Şam re çêke, ya ku xwe dixe warê şerekî nû bi Nûredîn Zinkî re" Sam Heler, analîzekî berz di Koma Kirîzên Navdewletî de, ji AFP re got.

Nûredîn Zinkî û Ehrar el-Şam her du komên ne gelekî tund in li bakurê Sûriyê, wî got, wî anî ziman ku "bi taybet Zinkî astengîyek bû li pêşîya hewldana Tehrîr Şam da ku kontrola xwe qayim bike".

Di heman demê de, çalakvan Ehmed ji Diyaruna re got, tirs di navbera niştecîyên gundewarê Heleb û Idlibê belav bûye, ji ber ev tevger tengasîyê gur dike û dibe ku bibe sedema pevçûnên xwînawî yên dê jîyana sivîlan bikin xeterîyê de.

"Rewşeke hişyarîya bilind li deverê heye," wî got, "ev yek di rêya sehkirina dijwar ji belgeyên nasnameyan re û belavbûna gelek ji şekdaran re ji her du alîyan ve diyar bû."

"Etmosfereke ji dijminatîya dijwar di nav her du alîyan de peyada dibe, her du hev sûcdar dikin da ku hev lawaz bikin," wî anî ziman.

Kuştina Mesrî ne bêhemî bû

Li gorî Jihadîyê îslamî Nebîl Neîm, endamekî damezrêner ji Jihaî Îslamî li Misrê yê ku dest ji tundîyê berdaye, kuştina Mesrî "ne bêhemdî bû".

"Lê belê ew beşek ji şerê qirkirin û kuştina berdewam e di navbera komên tund de ji ber ew rast guleyan tên li Sûriyê, her komek hewl dide ku kontrola xwe li ser hesabê yê din fereh bike ," wî ji Diyaruna re got.

Neîm not kir ku têkilî di navbera komên çekdar de li bakurê Sûriyê, bi taybet di navbera Nûredîn Zinkî û Tehrîr el-Şam de, vê dawîyê pir asteng bûne, operesyonê kuştinê ji her du alîyan ve çêdibin.

Ev operesyon emîrên xetên pêşîn û fermandaran di bêtir ji hilkeftnekê de kirine armanc, wî got.

Neîm teqez kir ku Mesrî navê wî Ibrahîm Mihemed Salih Bena, li Şerqîyayê, Misrê, di sala 1965an de ji dayik bûye. Ew kesayeteke berz bû ya Qaidê, ew yek ji kesên pêşîn e yên ku çûn da ku şer li Efxanistan û vê dawîyê li Lîbiyayê di pişt re li Sûriyê şer bike.

Pêşî Mesrî tevlî Cîhad Îslamî bû, Neîm got, vê dawîyê çû tevlî Qaidê bû, cihê ku wî weke birêveberê istixbaratên rêxistinê xismet kir û di beşê medyayê de û di pişt re beşê sextkirina belgeyan de kar kir.

Wî roleke mezin di tevgerên Qaidê û operesyonên wê de li Yemen, Lîbiya, Efxanistan û vê dawîyê li Sûriyê lîst, piştî ew tevlî ANF bû, ya ku vê dawîyê tevlî hevbendîya Tehrîr el-Şam bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500