Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Komîteya Kerkûkê dixwaze peygerînê derbarê terorîzmê û binpêkirina mafên mirov pêk bîne

Xalid Ta'î

Hêzên ewlekarîyê belgeyên nasnameyên niştecîyên Kerkûkê seh dikin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Kerkûkê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê belgeyên nasnameyên niştecîyên Kerkûkê seh dikin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Kerkûkê hatiye wergirtin]

Vê dawîyê encumena parêzgeha Kerkûkê damezrandina komîteyekê îlan kir daku peygerînê di rewşên girêdayî terorîzmû mafên mirov li parêzgehê bike.

Komîte, 26ê Kanûna Duyem ji alîyê Encumena Dadmendî ya Bilind hat damezrandin, ew ji serokêkî û sê endaman pêk tê -- du dadger û parêzerê giştî -- ligel gelek peyger û pisporên qanûnî.

Ev gav beşek e ji plana hikûmetê da ku qanûn û rêxistinê ferz bike û piştgirîya aramî û hevgirtinê di navbera pêkhateyên civaka Kerkûkê de bike, berpirsyaran got.

Komîte bi alîkarîya desthilatdarîya xwecihî ya Kerkûkê û ajansên ewlekarîyê kar dike, serokê komîteya ewlekarîyê di encumena parêzgeha Kerkûkê de, Burhan Asî, ji Diyaruna re got.

Komîteyê dest pê kir dozên terorîzmê dişopîne û peygerînê bi kesayetên destnîşankirî re dike, wî got.

"Komîte li gor tedbîra peygerînên tawanbar û qanûna cezakirina Iraqî kar dike," wî got.

Ev yek mafên qanûnî yên tam ji tekekesên tên xwestin û yên gumanbar re ku di dema operesyonên serbazî û ewlekarî de hatin girtin peyda dike, di nav de parêzerê berevanîyê û lêvegerîna qanûnî berî darizandinê, wî anî ziman.

Bêwarên girêdayî DAIŞê tên kontrolkirin

Herwiha komîte dê rewşa kesên di welatê xwe de bêwar bûne ber çav bike yên hatibû gotin ku têkilîya wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hebû.

Ew dê peygerînê bi van kesan re bikin û gava ku ew werin tawanbarkirin, ew dê derfetekê bide wan da ku rewşên xwe li pêşîya dadgeha qanûnî pêşkêş bikin.

"Berî ku derfetê bidin wan ku vegerin, bêwar rastî sehkirineke ewlekarî ya dijwar tên" daku piştrast bikin ku ew ne li ser lîsteya çavdêrîkirina terorîzmê ne yan destên wan di çalakîyên tawanbar de heye, Asî got.

Komîte dê herwiha peygerînê di rewşê binpêkirina mafên mirov û samanîya kesane yên bêwaran li ser destên terorîst û tawanbaran bike.

"DAIŞ bo bêwarkirina ne kêmî 250,000 kesî berpirsyar e, piranîya wan niştecîyên rojhilatê Kerkûkê ne," endamê encumena parêzgeha Kerkûkê, Maen Mihemed, got.

Wî bawerîya xwe derbirîn kir ku Komîte dê piştgirîya qanûn û rêxistinê li Kerkûkê bike di rêya parastina mafên qurbanîyan û ew dê wan ji bo xisaretên wan qerebû bike.

Komîteya nû dê gazinên malbatên kesên windayî çareser bike, wî got, wî not kir ku texmînên fermî ji hejmara kesên wîndayî û bêwar re dora 5,000, hin ji wan ji sala 2003yan ve windayî ne.

"Dadmendî dê pêk were"

Damezrandina vê komîteyê derbestkirina hikûmet bo pêkanîna aramîyê û rola qanûnê li parêzgehê teqez dike, parlementerê Îraqî yê ji Kerkûkê, Xalid Mefrejî, got.

"Piştî girtina qonaxa terorîzm û tevlihevîyê, aniha em li benda berbangeke nû ne ku terorîst û yên dervey qanûnê dihesin ku ew ne aram in û ew dê werin darizandin heta dadmendî were pêkanîn," wî got.

Mefrejî got ku wî piştrastkirin ji hikûmetê wergirtin ku dadmendî dê were pêkanîn derbarê hemû rewşên girêdayî binpêkirina mafên mirov.

Derbestkirina hikûmeta Îraqî bo qanûn û rêxistinê li parêzgehê dê alîkarîyê bike ku "stûnên hevjîyan û dewlemendîyê werin avakirin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500