Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Bermahîyên DAIŞ kolanên Mûsilê dilewitînin

Ala Husên li Bexdayê

Di vê wêneya ku di 6ê Kanûna Duyem de li ser Înternetê hatiye weşandin, endamên berevanîya sivîl ya Îraqî operasyoneke rizgarkirinê li bajarê Mûsilê pêk tînin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Berevanîya Sivîl ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di vê wêneya ku di 6ê Kanûna Duyem de li ser Înternetê hatiye weşandin, endamên berevanîya sivîl ya Îraqî operasyoneke rizgarkirinê li bajarê Mûsilê pêk tînin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Berevanîya Sivîl ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bi dehan laşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê neveşartî mane, ew xeterîyê li ser tendirustîyê çêdikin û nahêlin ku niştecîyên xwecihî vegerin malên xwe û dest bi jîyana xwe ya normal bikin.

Bi sedan çekdarên DAIŞê hatin kuştin dema ku hêzên Îraqî şer kirin bo vegerandina bajêr ku di meha Hezîranê de pêk hat, û gelek laş li jêr molozan veşartî man yan li beravên çemê Diclayê avêtî man, berpirsyarên tendirustîyê û hikûmeta Nînewayê ya xwecihî ji Diyaruna re got.

"Gelek tirs hene ku ev laş nexweşîyên xeternak belav bikin ji ber bi demê re ew genî dibin," birêveberê sektora tendirustiyê li Nînewayê, Selah Ta'î ragihand.

Heta aniha, rewşa tendirustî li Mûsilê kontrolkirî ye, lê bihnên nexweş ên ku ji laşan tên nahêle niştecî vegerin û nehişt ku dest bi hewldanên nûavakirinê bikin.

Karmendên berevanîya sivîl ya Îraqî laşan ji nav molozan li bajarê Mûsilê vedigrin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Berevanîya Sivîl ya Îraqî hatiye wergirtin]

Karmendên berevanîya sivîl ya Îraqî laşan ji nav molozan li bajarê Mûsilê vedigrin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Berevanîya Sivîl ya Îraqî hatiye wergirtin]

Rakirina laşan

Tîmên berevanîya sivîl ên ku barê rakirina laşên sivîlan ji jêr molozan girtine ser milê xwe bi awayekî fermî wankarê xwe di 10ê Kanûna Duyem de qedand, AFP 21ê Kanûna Duyem ragihand.

Lê encumena sivîl ya bajar berpirsyar e ku laşên çekdarên DAIŞ rake, hin ji wan laşan hîn bi teqemenîyên ne teqanîdî barkirî ne.

"Me berî vê 450 laş ji bin molozan derxistin, lê hîn bi sedan mane," birêveberê beşê xizmetguzarîyan li encumena bajêr, Ebdil Setar Hibo, ji AFP re got.

Wezareta tendirustîyê planeke danî daku laşan rakin û dest pê kirin wan radikin, bi sedan di gornan de li dervey Mûsilê vaşartin, Ta'î ji Diyaruna re got.

Wî got ku proseya rakirina laş rastî "berhengarîyên mezin" tê.

"Gelek laşên li jêr molozan mane em nikarin bigihin wan û hewcedarîya me bi makîneyên giran, hewldanên dijwar û temwîlkirinê heye, yên ku aniha ne berdest e ji wezareta tendirustîyê re," wî got.

Wezareta tendirustîyê alîkarî birêveberîya şaredarîyê û hikûmeta xwecihî li parêzgehê xwest da ku pêdivîyên pêwîst û rîsorsên malî bi dest bixin da ku erk çi qas zû û gengaz be biqedînin.

Birêveberîya şaredarîyê, herî kêm, 400 laş ji rojavayê Mûsilê guhestin goristanekê dervey bajar, endamê encumena parêzgeha Nînewayê,Husam Ebar, ji Diyaruna re got.

Lê birêveberî "nikare berdewam bike û li deverin din ên aloztir kar bike û hewcedrîya wê bi pêdivîyên giran heye yên ku aniha li birêveberîyê nînin", wî got, wî bang li hikûmeta federal kir ku piştgirîyê bike.

Tirsên ji jehrkirina avê

Ebar metirsîya xwe derbarê laşan derbirîn kir, bi taybet ew laşên diavêjin ser kenarê Dicleyê, dibe ku çem û ava vexwarinê ya bajar bilewitînin.

"Metirsî ew e ku aniha gelek laş nêzîkî Denan û Xezlanî belav in [stasyonên parzinkirina avê]," he said.

Wî got ku ev dever hemû bajarê Mûsilê bi avê dabîn dikin, wî şîrove kir eger ku laş di dema barîna baranê de li wir bimînin, rastî ew dê bibin sedema metersîyê li ser tendrusîyê.

Gefên din ji rewşa jîngehî û tendirustî li bajar teqînên bidestçêkirî, bermayîyên şer ên neteqiyayî, gemara bijîşkî û alavên radîoaktîv yên ku li jêr molozên nexweşxaneyan mane, wî anî ziman..

kêm rîsor ji bo çareserkirina rewşa gelemperî li parêzgehê hene, wî got, wî bang li Bexdayê kir da ku piştgirîyeke bêtir di dema tê de pêşkêş bike.

"Tîmê berevanîya sivîl roleke girîng di rakirina laşan de dilîze li beşê rojavayê Mûsilê, lê divê ew bi berhengarîya tengbûna kolanan re bidin û bistînin, tengbûna ku nahêle gelek navgînên wan derbas bibin," Rebîe Brahîm, zabitekî rizgarkirinê li birêveberîya berevanîya sivîl li Mûsilê got.

Wî got ku herwiha tîmê berevanîya sivîl kar dike da ku hemû bermayîyên şer û teqînên bidestşêkirî rakin û teqemenîyên ku rîxistinê li pişt xwe hiştin biteqînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çawa ew qewimî?

BERSIV BIDE