Nûçeyên Iraqê
Aborî

Doneran soz da ku 30 mîlyar dolar ji nûavakirina Îraqê re pêşkêş bikin

Xalid Ta'î û AFP

Konferensa nûavakirina Iraqê, ya ku Kiwêtê mêvandarîya wî dikir, îro Çarşemê (14ê Şibatê) bi sozên ku guhane 30 mîlyar $ bi dawî bû. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ofisa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Konferensa nûavakirina Iraqê, ya ku Kiwêtê mêvandarîya wî dikir, îro Çarşemê (14ê Şibatê) bi sozên ku guhane 30 mîlyar $ bi dawî bû. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ofisa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Îro Çarşemê (14ê), Kwêtî îlan kir ku konferensa navdewletî bo nûavakirina Iraqê ya wê mêvandarîya wê dikir 30 mîlyar dolar da hev.

"Derbestkirina ji alîyê civaka navdewletî ve li konferensê diyar bû," Wezîrê Derve yê Kiwêtê Şêx Sebah Xalid Sebah got.

Wî got ku 76 welat, rêxistinên cîhanî û gelek rêxistinên temwîlkirina navdewletî soz dan.

Îraqê got ku hewcedarîya wê bi teqrîben 90 mîlyar $ heye da ku nu avahiyê bike piştî şerê sê salan li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), şerê ku mal, dibistan, nexweşxane û binesazî wêran kirin û xelk bêwar kirin.

"Me hêvî dikir ku mêjereke ji vê bêtir be," Wezîrê Derve yê Iraqê Ibrahîm Ceaferî ji AFP re got. "Em ne hêvîşkestî ne, lê mêjer ne li gor pêşbînîya me ye."

Îraqê got ku plana nûavakirinê ya deh salan dê 88.2 mîlyar $ lê here, 22 mîlyar $ jê yekser tê xwestin.

Sozên bo piştgirîkirina Îraqê

Ji nav beşdarên sereke Tirkîya û Birîtanya ne.

Birîtanya got ku ew dê kredîya hinardeyê salane ku digihe 1 mîlyar dolar bide Iraqê heta deh salan, dema ku Wezîrê Derve yê Tirkî Mewlûd Cawûsoglû got ku welatê wî dê mîlyar $ weke deyn û istismar dabîn bike, bê ku destnîşan bike bê kengî ev yek dê bi dawî bibe.

Dewletên Kendavê, bi serkêşîya Kiwêtê, soz da ku 5 mîlyar $ weke istismar, deyn û temwîlkirin bo hinardeyan pêşkêş bikin.

Piştgirîya ku civaka navdewletî di konferensê de da xuyakirin "xelateke" ku Iraqê bo serkeftinên xwe li dijî terorîzmê wergirt, Muzhir Mihemed Salih, şêwirmendekî aborî yê serokwezîrê Îraqî ji Diyaruna re got.

"Em bi nerînên tevgir li ser bingeha planên diyar û ron çûn konferensê," wî got.

Eger ev plan werin cîbicîkirin, "ew dê guhertineke kwalîte çêkin û dê welatê me bibe kargehek ji kar û berhemdanê re", wî anî ziman.

Salih geşbînî derbirîn kir ku welatên doner dê derbestkirin û sozên xwe bo alîkarîya airaqê bi cih bînin.

Heftê rêxistinên navdewletî, herêmî û Iraqî roja Duşemê soz da ku ew dê programên mirovî bi nirxê 330 mîlyon $ li deverên bi şer bandor bûne cîbicî bikin, ligel Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor (ICRC) soz da ku 130 mîlyon dolar bidin.

"Pere dê werin şandin da ku bi sed hezaran kesên bêwar û yên badora şer li wan bûyî wergirin û bi awayekî lezgîn pêdivîya wan ji pena, tendirustî û perwerdeyê peyda bike," wî got.

Hewldanên handana istismarkirinê

Berpirsyarên Îraqî kampanîyên navdewletî han dan ku istismarê li Iraqê bikin, wan piştrast kir ku hikûmet hewl dide jîngeheke istismarê ya balkêş li wê derê ava bike.

"Me planeke istismarê ya sozdar daniye ya ku ji dehên projeyan pêk tê, di nav de 50 projeyên ku ji istismara yekser eçre amade ne," Salih got, wî not kir ku kesên istismarê dikin parastina qanûnî û ewlekarî bo projeyên xwe pêşniyaz kirin.

Hikûmeta Îraqî Encumeneke Bilind ji Istismar û Nûavakirinê re damezrand da ku gelek projên nûavakirinê çêke û da ku "şerê gendelîyê û terorîzma aborî bike", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500