Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hevbeş bermahiyên DAIŞê ji Tuz Xurmato paqij dikin

Xalid Ta'î

Hêzên hevbeş li gund û navçeyên li derdora Tuz Xurmato li rojhilatê Selahedînê cihgir bûne di vê wêneyê de, roja 7ê Şibatê li ser internnêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandariya Bersivdayîna Bilez hatiye wergirtin]

Hêzên hevbeş li gund û navçeyên li derdora Tuz Xurmato li rojhilatê Selahedînê cihgir bûne di vê wêneyê de, roja 7ê Şibatê li ser internnêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandariya Bersivdayîna Bilez hatiye wergirtin]

Hêzên hevbeş roja Sêşemê (13ê Sibatê) ragihandin ku wan karî gefa terorê li Tuz Xurmato li rojhilatê parêzgeha Selahedîn bi dawî kir.

Roja 7ê Şibatê, hêzên ewlekarî pêngaveke dîqet bilind bo maliştina devera derdora bajêr ji paşmahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bikin.

Hêzên ewlekariyê li bingeh û şanên DAIŞê li devera derdora Tuz Xormato digerin, birêveberê medyaya Firqeya Bersivdayîna Bilez a ser bi Wezareta Karê Hundir, muqedem Ebdul Emîr Mihemedawî, got.

Devera lêgerînê heta bi Hewîcayê li Kerkûkê, parêzgeha Diyalayê dirêj dibe û hejmarek ji gundan li Selahedînê li xwe digre, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Firqeya 9ê ya Zirxî ya artêşa Îraqî û xwebexşên xwecihî herwiha di pêngavê de beşdar bûn, bi hevahengî bi hêzên Pêşmerge re û bi piştgiriya balafirên şer ên artêşê û hevpeymaniya navdewletî.

Misyonê "encamên girîng" li pey xwe anîn, Mihemedawî got.

Wî got ku hêzên hevbeş devera li derdora pênc bîrên neftê li nêzî Tuz Xurmato paqij kirin û çendîn gund pişkinîn kirin, bi navê Cebel Şêx Maidan, Belkela Selîm, Belkela Kubrayê û Qelxanî Sugrayê.

Wan herwiha karî "hejmarek ji terorîstan" bikujin, wî got.

"Bi dehan teqemeniyên bidestçêkirî li ser rêyên yekîneyên serbazî hatin çandin ji aliyê terorîstan ve hatin wêrankirin," wî got, li gel kampeke DAIŞê, otombîlan û dora 30 veşargehên rêxistinê.

Tuz Xurmato "li jêr kontrolê ye"

Hêzên hevbeş Tuz Xurmato û derdora wê kirin jêr kontrola xwe, Mihemedawî tekez kir.

"Me karî em xeteriya terorîstan bi dawî bikin û tevahiya deverê ewle bikin, û aniha rewşa ewlehiyê pir aram e," wî got.

Pêngava ewlehî li gel xebatên vegeradina bêwaran bo malên pêk hat bo baştirkirina aramiyê û pitewkirina bihevrebûyîna aştiyane di navbera hemû komên civakê de, Mihemedawî got.

"Me 4,000 bêwar ji çendîn tayîfe û necadan vegerandin malên wan, û aniha ew rojên xwe bi awayekî normal û bi selametî jiyan dikin," wî got.

Di çarçoveya xebatên pitewkirina ewlehiyê de, "hêzên me li her deverê bi cih bûne û aniha berpirs in ji parastina ewlehiyê", wî got.

Navenda polîsê Tuz Xurmato û navendên din ên li navçeyên nêzîk -- Sulêman Bêk, Amirlî, Yekanja -- dîsan hatin vekirin, wî got.

"Ev navend dê kar bikin bi hevahengiya li gel xelkê xwecihî bo rûbirûbûyîna hemû xeteriyên gefê li jiyana wan dikin û bo misogerkirina serdestiya zagonê û fermanên hatin sepandin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500