Di badge kmr
Di banner kmr
Enerjî |
2018-02-14

Berpirsyar dibêjin ku dibe zevîyên neftê rastî xetereyê werin

  • * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE


Pisporên Îraqî hêleborîyeke ku ji alîyê terorîstan ve li zevîyê neftê yê Ecîlê li parêzeha Selahedînê hat ziyankirin saz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kompanîya Neftê ya Bakur hatiye wergirtin]
Pisporên Îraqî hêleborîyeke ku ji alîyê terorîstan ve li zevîyê neftê yê Ecîlê li parêzeha Selahedînê hat ziyankirin saz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kompanîya Neftê ya Bakur hatiye wergirtin]

Tevî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji zevîyên neftê li bakurê Iraqê hatine derxistin û vî tiştî hişt ku beşekî mezin ji qezencên wan werin parastin, hîn zevî rastî kedxwarîyê tên, pispor û berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Di lûtkeya desthilatdarîya xwe, DAIŞê kontrola derçûyîna neftê ya gelek dikir, dora sêyekê ji nefta Iraqê ya yedek li bakurê Iraqê ye, Sadiq Behadlî, pisporê xizmetguzarîyên benk û malî li Zanîngeha Mustensirîyayê di sala 2016an de ji Diyaruna re got.

Rêxistinê mîlyarên dolaran ji dizî û firoştina neftê ya bi qaçaxî dan hev.

Lê piştî çûna DAIŞê, zevîyên neftê yên bakurê Iraqê derdê dizîya neftê û firoştina wê bi qaçaxî ya ku bi awayekî pir belave dikişînin, li gorî berpirsyarên xwecihî û hin raportên medyayî yên Îraqî.

Ev raport hin milîsên ku li jêr sponserîya Hêzên Heşd Şaebî (PMF) kar dikin tawanbar dikin, ên ku kontrola piranîya herêmê dikin ji başûrê Mûsilê heta çîyayên Hemrînê.

Ev herêm zevîyên Qeyara û Nejmê li parêzgeha Nînewayê û zevîyên Ejîl û Elasê li rojhilatê Tekrît û Selahedînê dihewîne.

"Ev zevî bi berdewamî dihatin xerckirin, pêşî li ser destên terorîstan û aniha ji alîyê komên Heşd Şaibî ve," berdevkê êla Nînewayê Mizahim Hweyit ji Diyaruna re got. "Rîsorsên gel ên xwezayî eletewş diçin."

Hin kom desthilatdarîyê ji bercewendîyên xwe re bikar tînin

Hin komên "desthilatdar" ên ku kontrolê li ser erdê reftar dikin gumanbar tên raçavkirin, Hiwêt got, wî piştrast kir ku ne hemû komên PMF gazin ji wan tê kirin.

Dizî bi awayekî rojane tê kirin, wî got, sarincên mezin mêjerên mezin ji neftê bi qaçaxî ji Nînewa, Kerkûk û Selahedînê diguhêzin Îranê.

Ev çalakî ji alîyê hin koman ve tê hêsankirin, komên ku "sûdê ji teubetmendîyên xwe yên serbazî û kontrolkirina rêyên firştina neftê bi qaçaxî digirin", wî not kir.

"Niştecîyên xwecihî hayê wan ji dizîyê heye, lê ew ditirsin ku desthilatdarîyê agadar bikin," wî got, wî anî ziman ku hin niştecîyên raport ji desthilatdarîyê re rê kirin, ji alîyê endamên van koman ve hatin girtin.

Hiwêt bang li hikûmetê kir ku destwerdaneke lezgîn li dijî "çalakîya tawanbar ya orgenîzkirî " bike, wî ji hikûmetê xwest ku "dawîyekê ji xerckirina nefta Îraqî re deyne".

"DAIŞê sûd ji nefta me ya yedek ji bo temwîlkirina çalakîyên xwe yên tawanbar girt û ev kom heman tiştî dikin," wî got.

Eger ev operesyon berdewam bikin û sînorek ji wan re neyê danîn, welat dê rastî dûmahîyên xeternak were, wî got, ji ber dê zehmet be ku em "aramî û jîndarîya aborî bi kirina tawanên mîna van biparêze".

Firoştina nefê bi qaçaxî xeterîyeke dubare dibe

Sucdarkirina derbarê firoştina neftê bi qaçaxî berî vê hatiye kirin

Di dawîya sala 2016an de, li gor hin raportên medyayê, çekdarên PMF karibûn bi awayekî ne qanûnî 40,000 bermîlên neftê rojane ji zevîyên neftê yên Selahedînê, ejîl û Alasê biguhêzin Îranê û bi nirxin ji yên bazarê kêmtir bifiroşin.

Aniha çar komên PMF tên tawanbarkirn: Liwayê Îmam Elî, Liwayê Seyid Şuheda, Esaib Ehil el-Heq û Mumehedûn.

Raportên vê dawîyê destnîşan dikin ku 70% ji firoştina nefta xam bi qaçaxî ji Nejme û Qeyarayê tê der û ew operesyon derengê şevê diqewimin bi rêjeya 30 kemyonan rojane, 15,000 bermîl ji nefta xam heftane.

Dizî û firoştina neftê bi qaçaxî berê êrîşa DAIŞê di sala 2014ad de hebû, pisporê neftê Humam Şemaa ji Diyaruna re got.

"Terorîstan neft dizî, lê herwiha kom jî hene ku destên wan di vê dizîyê de heye, bi vî awayî ev ne tiştekî nû ye," wî got, wî not kir ku hêzên ewlekarîyê bi awayekî rotînî xirakirin û wêrankirina hêleborîyan kifş dikirin.

Ziyanên ku gihane aborî û tendirustîya gelemperî

"Hin caran kom nefta qaçax di siwênkareyên depokirinê de depo dikin yan neftê didizin bi awayekî ku zererê li zevîyê dike û şewat dest pê dike," Şemaa got.

Şewitandin jîyana xelkê dixe xeterê de, wî got, herwiha ew dibe sedema pîsbûna av, ax, û ba ji ber parzûnkirin û depokirina ne guncan ji neftê re.

"Lê belê, ziyana herî mezin, ji aborîyê re ye," wî got, wî not kir ku xisareta neftê tê wateya xisareta qezencên dewletê.

Di heman demê de, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Maen Hemdanî ji Diyaruna re got ku ew "ne piştrast e eger neft ji zevîyên Kerkûkê bi qaçaxî tê firoştin."

"Di encumena parêzgehê de, me ti dizî yan firoştina neftê bi qaçaxî ji zevîyên Kerkûkê nebihîstiye " wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku ti agahî derbarê vê dozê de li cem wî nînin da ku şîrove bike.

wî got ku zevîyên neftê li jêr îdara Wezareta Neftê û Kampanîya Nefta Bakur in, ên ku li Kerkûkê ne.

"Hêzên ewlekarîyê li wê derê belav in û pasvanîyê li her bostekê ji parêzgehê dikin," Hemdanê anî ziman. "Em bawer dikin ku aniha operesyonên qaçaxîyê dê zor zehmet bin ku werin pêkanîn."

Tu vê mijarê diecibînî?

Di icons no 6
Di banner kmr
* MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE
Captcha