Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam li Heleb û Idlibê guvaşê li sivîlan dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Mihemed Dêrî ji encama birînên xwe roja Duşemê (12ê Sibatê) mir piştî ku dewriyên Tehrîr el-Şam li gundewarê parêzgeha Idlibê çend caran fîşek berdanê. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Mihemed Dêrî ji encama birînên xwe roja Duşemê (12ê Sibatê) mir piştî ku dewriyên Tehrîr el-Şam li gundewarê parêzgeha Idlibê çend caran fîşek berdanê. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Alozî gihane lutkeyê li beşine parêzgehên Idlib û Helebê ku Tehrîr el-Şam dagir kirine di 24 saetên bûrî de, di demekê de ku hevbendiya tundrû zehmetiyê dibîne daku kontrola xwe li ser deverê biparêze, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Di demekê de ku rastî berxwedaneke zêde tê, dewriyên hevbendiyê guvaşa xwe li ser xelkê deverê zêde dike, û pêleke girtin û birîndarkirin û kuştina sivîlan pêk tîne.

Medyavanê ji Idlibê Heysem Idlibî got ku piraniya xelkê deverên ku Tehrîr el-Şam wan kontrol dike qebûl nakin ku ji desthilata wê re teslîm bibin, û dest bi wê yekê kirine ku bi eşkere li dijî hevbendiyê derdikevin û qebûlnekirina xwe jêre nîşan didin.

Piraniya xelkê berê tenê "bi awayekî gelekî nehênî" diwêriyan wisa bikin, wî ji Diyaruna re got.

Xortê Sûrî Osama Ecînî vê hefteyê ji aliyê Tehrîr el-Şam ve li cihê kar li rêveberiya nifûsê li bajarokê Kurin hat girtin. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Xortê Sûrî Osama Ecînî vê hefteyê ji aliyê Tehrîr el-Şam ve li cihê kar li rêveberiya nifûsê li bajarokê Kurin hat girtin. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Otombîlên tîmên hesba ("polîsên şerîetê") yên Tehrîr el-Şam, ku li jêr navê Sewaid el-Xêr kar dikin, li kolanekê li herêma Idlibê tên dîtin. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Otombîlên tîmên hesba ("polîsên şerîetê") yên Tehrîr el-Şam, ku li jêr navê Sewaid el-Xêr kar dikin, li kolanekê li herêma Idlibê tên dîtin. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam bi zordarî, girtin û kuştinên bêtir bersiva her nîşaneke dijderketinê dide, wî got, tevî ku xelk rastî êrîşên asmanî û bombebarandinên berdewam ji aliyê rejîma Sûriyê ve tên.

Xortek bi navê Mihemed Dêrî roja Duşemê (12ê Sibatê) mir ji ber çendîn birînên ji encama fîşekan piştî ku rastî teqekirinê ji dewriyeke Tehrîr el-Şam hat, Idlibî got.

Tehrîr el-Şam hewl dide ku derbasî bajarokê Mar Şimerîn bibe daku çend dijberên xwe bigre, wî got, ku hejmarek ji xortan li hember dewriyê derketin.

Endamên Tehrîr el-Şam fîşek berdane wan, li Dêrî ketin, ku roja piştî wê ji encama birînên xwe mir, û duyên din birîndar kirin, Idlibî got.

Sivîl li jêr agir in

"Yekîneyên Tehrîr el-Şam, roja Duşemê, herwiha Osama Ecînî girt, ku karmendekî rêveberiya nifûsê li bajarokê Kurin e, bêyî dayîna ti sedemê," Idlibî got.

Ecînî dijberekîHikûmeta Rizgarkirina Niştîmanî ya Tehrîr el-Şam û biryarên wê li herêma Idlibê ye, wî got jî, anî ziman jî ku hevbendî hewl dide ku her molgeheke opozîsyonê jinav bibe.

Her roja Duşemê, hevbendiyê êrîşî gundê Dêr Hesen li bakurê gundewarê Helebê kir bi hinceta ku hejmarek ji endamên Nûredîn Zinkî li gund bûn.

"Pevçûn û alozî heta saetên dawiya şevê berdewam bûn bêyî kêmbûna tundbûna wan," Idlibî got, û raporên ku hatîn eşkerekirin nîşan dan ku hejmareke mezin ji qurbaniyan di nav endamên Nûredîn Zenkî, Tehrîr el-Şam û xelkê sivîl ketin.

Hevdem, wî got, karmendên bijîşkî li herêma Idlibê daxuyaniyek derxist ku têde qebûlnekirina rênimayên hesba ("polîsê şerîetê") yê Tehrîr el-Şam ku bi navêSewaid el-Xêr tê naskirin, ragihand.

Wî got ku Karmendên bijîşkî bi taybetî rêsayên hevbendiyê qebû nekirin derbarê tevlîbûna navbera nêr û jinan û bicihkirina stayileke liberkirina cilan a tund.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500