Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Îraq kar dike bo pirên Mûsilê yên ziyankirî saz bike

Xalid Ta'î

Navgîneke şaredarîya Mûsilê molozên nêzîkî pireke sereke ya bajar diguhêzin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya birêveberîya şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Navgîneke şaredarîya Mûsilê molozên nêzîkî pireke sereke ya bajar diguhêzin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya birêveberîya şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqîcareke din pirên Mûsilê ava dikepirên ku di şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajar hatin ziyankirin weke beşekî ji plana nûkirinê ya bi piştgirîya temwîlkirina navdewetî, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Pênc pirên sereke li ser Dicleyê rojhilat û rojavayê Mûsilê bi hev ve girêdidin, lê pirên piçûktir di ser çemê Xosrê re hene, çemê ku di nava rojhilatê Mûsilê re diherike.

Plan li ser du qonaxan tê cîbicîkirin, qonaxa yekem giranîyê dide sazkirina pirên ku rastî ziyanên herî kêm hatin û dê derbasgehên demkî ava bikin. Qonaxa duyem dê pirên bi awayekî tund hatine ziyankirin bigirin dest.

Sazkirina pira bajar ya herî kevin hat bidawîkirin, Cisr el-Hedîdî, birêveberê şaredarîya Mûsilê Ebdul Setar Hebûb ji Diyaruna re got.

"Hêvî heye ku pir di nîvê meha Şiibatê de ji xelkê re were vekirin," wî got.

Kampanîya Saed ya avakirinê, ew kampanîyeke girêdayî Wezareta Avakirin û Niştekirnê ye, karê nûavakirinê berî pênc mehan bi 2.5 mîlyon dolar ji temwîla Banka Navdewletî qedand, wî got.

Pirên demkî

Weke beşekî ji qonaxa yekem ji proje, wezaretê du pirên demkî ava kirin, yek ji wan dê li şûna pira Hurîyayê were bikaranîn, Hebûb got.

Herwiha pireke demkî dê li şûna pira ku taxa Dubat li rojhilatê Mûsilê bi Dewase li rojavayê wî girêdide were danîn, wî got.

"Artêşê, li gel şaredarîya Mûsilê, du pirên demkî yên din vekirine," wî got.

Ev pir dê bikevin şûna Pira Ebî Temam Ta'î û pireke din, pira Mûsilê ya herî dirêj, ya ku Muhendisîn li rojhilatê Mûsilê bi Şifaa li rojavayê wê girêdide.

Wezaret dike ku pira Seyidetîl Cemîle biqedîe, debasgeheke duwemdor e ku taxên Zihûr û Musenayê bi hev ve girêdide, wî anî ziman.

Pirên nû tenê tedbîr in da ku trafîkê sivik bikin û alîkarîyê bi xelkê re bikin ku di bajar re herin û werin heta ku pirên sereke werin sazkirin, wî got.

Her çar pirên serke yên ku hîn hewcedarîya wan bi sazkirinê heye "ne kêmî salekê bo nûavakirina wan" gerek e, Hebûb got.

"Raporteke tam derbarê asta ziyan û lêçûnên texmînkirî da ku pirên Hurîya û Rabih nû ava bikin hatin bidawîkirin," wî got, nêzîk dê nûavakirin bi alîkarîya deynekî Elmanî were destpêkirin.

"Lêçûna tam li nûavakirina pira Hurîyayê dê 25 mîlyon dolar lê here û pira Rebah 35 mîlyon dolar," Hebûb got.

Destnîşankirina berêtîyên nûavakirinê

Dê girîng be ku berêtîyên nûavakirinê werin destnîşankirin, ji ber 73 pirên ziyankirî li parêzgehê hene, endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Hesan Şibêb Sebawî ji Diyaruna re got.

Ev tişekî her girîng e, wî got, ji ber pir "bi awayekî yekser bandorê li jîyana mirovan dikin û alîkarîyê dikin ku aramîyê biparêzin û çalakîyê ber bi bajar ve tînin".

"Pirên demkî li Mûsilê karîbûn zehma piştî malbatên bêwar dest pê kirin vegerîyan malên xwe zêde bû kêm bikin," wî got, wî not kir ku ev ne ji dêvla pirên herheyî ne.

Berpirsyarên Nînewayê ji Diyaruna re gotin ku ew geşbîn in kukonferensa donorê ya tê li Kiwêtêdê lîkarîyê bi hewldanên nûavakirinê li parêzgeha wan bike.

"Hewcedarî bi mêjereke mezin ji pereyan heye da ku li nû avakirina piran were xerckirin," endamê komîteya xizmetguzarîyan ya encumena parêzgeha Nînewyê Husame Dîn Ebar got. "Em xwe dispêrin konferensa Kiwêtê û xêrên ji alîyê dewletên doner."

"Raportên tevgir li cem me hene derbarê hemû projeyên binesazîyê, di nav wan de pir, pirên ku bandora biterorîzmê li wan hebû û piştgirîya navdewletî ew e tiştê ji me re piwîst da ku em dest bi kar bikin," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500