Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Konferansa nûavakirina Îraqê li Kiwêtê li dar e

Xalid Ta'î

Berpirsyarên Îraqî û Kiwêtî pêşangeheke wêneyên ku tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) belge dikin roja Yekşemê (11ê Şibatê) weke beşekî ji amadakirina konferansa bo nûavakirina Îraqê li Kiwêtê vekirin. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsyarên Îraqî û Kiwêtî pêşangeheke wêneyên ku tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) belge dikin roja Yekşemê (11ê Şibatê) weke beşekî ji amadakirina konferansa bo nûavakirina Îraqê li Kiwêtê vekirin. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Konferanseke navdewletî derbarê nûavakirina Îraqê li Kiwêtê îro Duşemê (12ê Şibatê) hat vekirin, nûnerên 70 welatan û bi hezaran kampanî û rêxistinên navdewletî lê amade ne.

Di roja yekem de ji konferansê, Wezîrê plankirinê yê Îraqî Selman Cumêlî îlan kir ku dê hewcedarîya Îraqê bi 88.2 mîlyar dolaran hebe daku careke din avahîyê bikin piştî şerê wê bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP ragihand.

Ev texmînkirn li ser bingeha lêkolîneke nirxandinê ji alîyê pisporên navdewletî û Îraqî ve ye, wî got.

Qusey Ebdil Fetah, birêveberê giştî yê Wezareta Plankirinê got ku 22 mîlyar dolar ji wan pereyan yekser tên xwestin û yê mayî li ser asta navcînî.

Hikûmeta Îraqî pişta xwe bi vê dîdarê xurt dike ji bo peydakirina piştgiriyê ji planên xwe re daku bajarên ji alîyê DAIŞê ve ziyandar in careke din çalak bike û alîkarîyê bike di pêşxistina aborîya welat de, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Hikûmetê xwe baş ji konferanasê re amade kiriye û ew "dê dîdgeheke diyar derbarê hewcedarîya welat a lezgîn ji nûavakirinê re di warên cuda de peyda bike", berdevkê Wezareta Plankirinê Ebdul Zehra Hindawî ji Diyaruna re got.

Îraq dê sê kaxezan pêşkêş bike

Şanda Îraqî, ya ku ji sê berpirsyar, çalakvanên civaka sivîl û kesayetên medyayî pêk tê, dê sê kaxezan ji konferansê re pêşkêş bikin, Hindawî got.

Yek "planeke nûavakirinê ya stratjî ya ku van deh salên tên dirêj dide" destnîşan dike, wî got, wî not kir ku "programên bi awayekî baş li ser xebitî û planên kar hatin pêşxistin daku projeyên gelemperî û mulkên kesane yên welatîyan careke din ava bikin".

Pêşbînî heye ku ev proje teqrîben 100 mîlyar dolar li wan here, li gorî datayên ku ji vekolîneke meydanî ya Wezareta Plankirinê hatin wergirtin, Hindawî got.

"Kaxeza Duyem belgeyeke tevgir e derbarê ziyanên li bajarên ku DAIŞê girte ser wan, ew belge wêne, belge û datayan dihewîne," wî got.

Ev yek dê derfetê bide kesên di konferansê de beşdarbûyî ku asta tam ji wêrankirinê bibînin.

Kaxeza sêyem "nexşeyekê ji derfetên istismarkirinê yên berdest ji kampanîyên navdewletî re yên di konferensê de beşdar in" pêşkêş dike, wî got.

"Bêtir ji 200 projeyan li cem me hene di gelek warên pêşxistinê de, yên bo pêşbirkên istismarkirinê tên pêşkêşhirin û ew li hemû parêzgehan belav in," wî anî ziman.

"Xaleke guhertinê ya girîng"

Nûner ji 2,850 kampanîyên navdewletî li konferensê amade ne, ligel 3,000 nûneran ji ajannsên NY û hin rêxistinên nehikûmî yên din(NGOs), Hindawî got.

Sê rojên konferansê dê zincîrekê ji civînan bihewîne, di nav de civîna "istismarê li Îraqê" ji nûnerên kampanîyan, aborvan û vebirhêneran re.

Civîneke din dê rêxistinên civaka sivîl yên niştimanî bi hevkarên wan ên navdewletî re bicivîne daku hewldanên hewarçûnê yên mirovî li deverên ji DAIŞê rizgarkirî giftûgo bikin, Hindawî got.

Di vê civînê de, kesên beşdar dê li rêbazinan bigerin ku derfetên avakirina aştî û aramîyê li van deveran qayim bikin, wî anî ziman.

Berî vekirina konferansê, pêşengeheke wêneyan ku wêrankirin û trajîdîyên DAIŞê li paş xwe hiştin belge dike roja Yekşemê li muzexaneya Hunera Nûjen li Kiwêtê hat vekirin.

Konferans dê roja Çarşemê bi amadebûna Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî, emîrê Kiwêtê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah, Sekreterê Giştî yê NY, Serokê Banka Cîhanî û hevahengê Yekîtîya Ewropî were bidawîkirin.

"Di dawîya konferansê de, her welat dê mêjera beşdarbûna xwe ya malî ji nûavakirinê de û istismara kampanîyên wê di projeyên pêşniyarkirî de îlan bike," wî got.

"Gelek welatan berî kenferensê helwestine erênî diyar kiribûn û soz bo piştgirîyê dabûn," wî not kir. "Ev forum xaleke guhertinê ya girîng e di dîroka Iraqî de û em hêvîdar in ku alîkarîyê bi me re bike ku em li hember hemû berhengarîyan rawestin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em dixwazin spasiya wan welatan bikin ên ku di vê konferansê de beşdar bûn, çi bi awayekî madî yan jî moralî. Lê belê, baştir e ku ev welat bi xwe qonaxa nûavakirinê birêve bibin ji ber gendeliya fînansî ku em rastî wê tên.

BERSIV BIDE