Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam "polîsê Şerî'etê" dişîne nava Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam dewriyekê li Idlibê çêdikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam dewriyekê li Idlibê çêdikin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Di rojên dawî de, Tehrîr el-Şam tîmên xwe yên ("polîsê şerîetê") aktîv kirin, ên ku li bajarê Idlibê çalak in li jêr navê Sewaid el-Xêr çalak in, şêniyên deverê û çalakvanan ji Diyaruna re gotin.

Ev tîm ji tîmên el-Hesba yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ne cuda ne di aliyê sepandina cezayan de li ser sivîlan ji ber nepejrandina fermanên wan.

Dewriyeke Sewaid el-Xêr roja Yekşemê (11ê Sibatê) şeş ciwan li bajarê Idlibê girtin ji ber cênis li xwe kiribûn, çalakvan Museb Esaf ji Diyaruna re got, lê bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selametiya xwe.

Xortên ciwan bi binpêkirina fermana têkildarî cilan a ku ji aliyê hevbendiya tundrew ve hate sepandin hatin gunehbarkirin û bo navenda Tehrîr el-Şam hatin birin, li wê derê 20 caran hatin celdkirin, 10 li ser piştê û 10 li ser lingan.

Xeleka Sa'a li bajarê Idlibê piştî teqîna Şemiyê (10ê Sibatê) ya ku heft kes tê de hatin kuştin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xeleka Sa'a li bajarê Idlibê piştî teqîna Şemiyê (10ê Sibatê) ya ku heft kes tê de hatin kuştin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xaleke pişkinînê ya Tehrîr el-Şa li nêzî bajarê Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Xaleke pişkinînê ya Tehrîr el-Şa li nêzî bajarê Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Esaf got ku ev cor ji bûyeran pir dubare dibin.

Roja beriya wê (10ê Sibatê), weke mînak, 10 xwendekar ji fêrgeha wan, tev mamostayekî ku hewl da ku berevaniyê li wan bike, hatin birin bi gunehê ku wan fermana têkildarî cil û sertaşînê bin pê kiriye.

"Şêniyên Idlibê ji van kiryaran dilteng in," wî da zanîn, û diyar kir ku ew bi temamî Tehrîr el-Şam red dikin û "têgihiştine ku hevbendiya tund dixwaze bi bihaneya ku ew hebûna wê red dikin wan biçewisîne".

Sîstema bêzagoniyê

Esaf got ku endamên el-Hesbaya Tehrîr el-Şam herwiha programeke xêrxwazî rawestandin ku alîkarî dida sivîlên bajarê Idlibê, Esaf got.

Wî got ku hevbendiyê dest danî li ser basan û ajokar girtin, û ew tohmetbar kirin ku ew dihêlin ku jin û mêr bi hev re rêwîtiyê bikin û rê didin rêwiyên jinên mêkapê li xwe dikin ku li gel wan siwar bibin.

Lê belê wan zanî ku biryar hat piştî ku endamekî Tehrîr el-Şam dest bi tevgerandina karwanek ji basan li bajar kir, wî da zanîn.

Dawîn êrîşa "polîsê şerîetê" yê Tehrîr el-Şam tê di rewşekê de ku sîstemeke bêzagoniyê tê meşandin, di nav de teqîn û talankirin.

Wî got ku teqîn li pey teqînê rojên Şemiyê û Yekşemê qewimîn, a yekem heft sivîl kuştin li nêzî xelek Sa'a ya bajar, û ya duyem mîrekî Tehrîr el-Şam kuşt, ku ji Asya bû, li gundewarê bajar.

Elementên Tehrîr el-Şam aniha weke "çeteyan" kar dikin, Esaf anî ser ziman, hinek tevlî dizîkirina sûtemeniya ku li dibistanan bo xwegermkirinê tê bikaranîn bûn.

Wî got ku dewriyên hevbendiyê çendîn operasyonên talankirina malan û firoşgehan li gundê Helbayê li gundewarên Maeret el-Numanê, û dewriyekê ard ji nangehekê li gundê Tel Merdîx dizî.

Wî got ku li gorî çalakvan û şêniyên deverê, ard piştre li gundekî cîran hat firoştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500