Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Teftîşeke ewlehî ya tund ji vegeriyayên Qaimê re

Xalid Ta'î

Şêniyên Qaimê yên bêwar çaverê dikin dema ku karmendekî ewlekariyê destûrnameyên wan seh dike beriya ku rê ji wan re bê dayîn ku vegerin bajar. [Wêne ji rûpela Facebookê ya cîgirê şaredarê Qamiê, Ehmed Dulêmî, hatiye wergirtin]

Şêniyên Qaimê yên bêwar çaverê dikin dema ku karmendekî ewlekariyê destûrnameyên wan seh dike beriya ku rê ji wan re bê dayîn ku vegerin bajar. [Wêne ji rûpela Facebookê ya cîgirê şaredarê Qamiê, Ehmed Dulêmî, hatiye wergirtin]

Bêwarên Îraqî yên dixwazin vegerin bajarokê Qaimê yê dikeve rojavayê parêzgeha Enbarê ji wan tê xwestin ku rastî teftîşên ewlehî yên tund werin, rayedarên Îraqî ji Diyaruna re eşkere kirin.

Ev teftîş hatine dîzayinkirin bo rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî ya endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo nava Qaimê, bajarokê dikeve ser sînorê Sûriyê, welatê ku hîna hebûna DAIŞê li wir maye, wan got.

Karmendên ewlekariyê bi sedan pişkinînên nasnameyan her roj li kampên rojavayê Enbarê, yên bêwaran vedihewînin, pêk tînin, berî ku destûrê bidin wan ku vegerin malên xwe li Qaimê û deverên din.

Pişkinîn "gelek tund e", şaredarê Qaimê Ehmed Cidyan Dulêmî ji Diyaruna re got, û da zanîn jî ku "û pir dûr e ku xwevedizînên wiha pêk bên".

"Efserên ezmûndar hatine bicihkirin li kampên ku bo awareyên Qaimê li rojhilatê Enbarê hatine avakirin, wekî kampa Ameriyata Felûcayê û kampa Kîlo-18 li Remadîyê," wî got.

Efser, ku ji ajansên ewlekariyê di nav de Ewlekariya Niştîmanî, Hewalgiriya Dijî-Terorê, polîsê deverê û hewalgiriya artêşê, " rewşa ewlehî ya her bêwarekî seh dikin", Dulêmî got.

Wî got ku dema ku tê piştrastkirin ku kesê bêwar nayê xwestin ji aliyê tu kesî ji van ajansan va, destûra ewlehî werdigre û rê jê re tê dayîn ku tevlî karwanan bibe, yên ku hatine organîzekirin bo vegustina bêwaran ji kampan bo Qaimê li jêr parastineke ewlehî.

"Dema ku vegeryayî digihin, belgeyên wan yên rêdayînê tên pişkinînkirin li rêbendê beriya ku rê ji wan re were dayîn ku derbasî bajar bibin," wî zelal kir.

Kembereke ewlehî li hawîrdorê Qaimê

Dilêmî got ku Qaim bi xwe bi kembereke ewlehî ya tund tê dorpêçkirin ji aliyê çendîn yekîneyên, artêşê, hêzên bersivdayîna bilez ên polîs, hêzên zîrevanên sînor û hêzên êlan, bi piştevaniya asmanî.

Ev yekîne "ewlehiya zincîra sînorî bi Sûriyê re û bajarokê Qaimê diparêzin û nahêlin ku derbasbûnên bi dizî ne jî bezandinên sînor biqewimin", wî got.

Endamên encumena parêzgeha Enbarê, Ferhan Mihemed vê dawiyê bi serkêşên ewlekarî re civiya bo nîqaşkirina raportên hewalgirî yên dibêjin ku milîtan dixwazin bi dizî derbasî Qaimê bibin bo hêsankirina têkiliyên xwe bi serkêşên xwe re li Sûriyê.

"Me banga pişkinînên ewlehî yên tund kir bo hemû bêwarên dixwazin vegerin û herwiha sehkirina belgeyên wan û piştrastbûn ji nasnameyên wan û tekezîkirin ku ew tu xeteriyê saz nakin," wî ji Diyaruna re got.

Mihemed pêdagîrî kir li ser pêwîstiya dewamkirina xebatên hewalgirî, bi alîkariya şêniyên ku nekarîn ji Qaimê derbikevin ji ber dorpêça ku DAIŞ sepan dibû.

"Ev xelk çavkaniyeke zengîn a agahiyên istixbaratî ne," wî got. "Ew dikarin baş terorîstan û neterorîstan ji hev nas bikin, û ew pir xembarê selametiya bajarê xwe ne, û azarên wan ên ji ber terorîzmê kûr in."

Her roj bi sedan vedigrin

Prosesa vegeryana bêwaran bo malên xwe li Qamiê " bi dorê diçe pêş û li gorî mekanîzmeke ewlehî ya tund e ku pir zehmet e were qulkirin, endamê encumena xwecihî ya Qaimê, Nazim Berdan, got.

Kesên vedigerin bi awayekî xêra dighin, wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku ji dema ku bajar hatiye rizgarkirin roja 23ê Mijdarê, zêdetirî 8,000 malbatan vegeriyane ji eslê 30,000 malbatên bêwarbûyî.

"Bi sedan xelk rastî pişkinîna datayên kesane tên her roj û çaverêya vegera xwe bo bajar dikin," wî got, û wî da zanîn ku prosesa vegerê aniha sînordarê bêwarên di kampan de dijîn e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500