Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD isbat kir ku ew hevalbendekî jiyandar e ji hevpeymaniya navdewletî re

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên Sûriya Demokratîk li eniyekê di şerên li hember "Dewleta Îslamî" de li gundewarê Dêra Zorê kom bûne. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk li eniyekê di şerên li hember "Dewleta Îslamî" de li gundewarê Dêra Zorê kom bûne. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Dema ku hêzên hevpeymaniyê armancên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) topbaran kirin bi dirêjahiya Geliyê Çemê Firatê li Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agahiyên istixbaratî yên jiyandar ji erdê pêşkêş dikirin.

Hêzên hevpeymaniyên zincîrek ji êrîşên asmanî pêk anî li dijî armancên DAIŞê li devera Elbû Kemal a girêdayî parêzgeha Dêra Zorê li Sûriyê di navbera 19 û 25ê Kanûna Duyem de, bi total 60 êrîşên asmanî pêk anîn, rayedarên hevpeymaniyê roja 26ê Kanûna Duyem eşkere kirin.

Êrîşên asmanî yên pêşgirdora 150 endamên DAIŞê kuştin li nêzî Şefeh, bajarokeke li nêzî Sînorê Îraqê ye, roja 20ê Kanûna Duyem, rayedarên hevpeymaniyê roja 23yê Kanûna Duyem ragihandin.

Wan got ku êrîşên asmanî yên 20ê Kanûna Duyem lûtkeya xebatên istixbaratî yên çir bûn bo piştrastkirina cihên baregehan û fermandarî û navenda kontrolê yên girêdayî DAIŞê di cihekî de ku DAIŞ wî dagir dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk di şerên li hember "Dewleta Îslamî" de li gundewarê Dêra Zorê cih digrin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk di şerên li hember "Dewleta Îslamî" de li gundewarê Dêra Zorê cih digrin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Wan da zanîn ku hêzên QSD li ser erdê alîkarî di têbînîkirina armancan de dikirin beriya êrîşên asmanî, û bal kişandin ku hevgirtineke ji agahiyên istixbaratî û çavên berdewam li ser hedefê amraza serkeftina operasyonê bû.

Agahiyên îstixbaratî yên hevbeş

Operasyon lûtkeya çavdêriya ji nêz ve ya ji aliyê hevpeymaniyê ve bû bi rêya bikaranîna metodên teknelojî û agahiyên istixbaratî yên ku hêzên bejahî yên QSD pêşkêş kirin, Ednan Azadî ji hêzên Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Kurd) got.

Agahiyên îstixbaratî yên hevbeş hatin bikaranîn bo destnîşankirina xalên endamên DAIŞê, û êrîşa asmanî hat pêkanîn, wî ji Diyaruna re eşkere kir, û balkişan ku ev cor ji operasyonan encama hevahengriya li dar a di navbera QSD û hevpeymaniyê de ye.

"Tevgera QSD li ser erdê piştî hevawaziya bi odeya operasyonên hevbeş ên QSD-hevepeymaniyê re hat û bi piştgirêdan bi agahiyên ku bi rêya gelek mêtodan hatin bidestxistin," Azadî got.

Wî got ku QSD hevpeymanî bi agahiyên istixbaratî yên ku bi rêya çalakiyên çavdêrîkirinê yên ku bi dirêjahiya deverên di destê QSD de tên meşandin hatine wergirtin zêde dike.

Tîmên istixbaratî yên QSD "agahiyan li ser erdê kom dikin û wan dişopênin û yek bi yek di ber çav re derbas dikin", wî got.

Azadî got ku agahiyên istixbarartî herwiha tên bidestxistin ji çavên li deverên ku hîna jî li jêr serdestiya DAIŞê ne, û da zanîn ku ev yek kûrahiya têkiliya di navbera QSD û şêniyan de li wan deverê nîşan dide.

"Destê rastê" yê hevpeymaniyê

Azadî got ku rewşa li ser erdê bi hewcedarê agahiyên istixbaratî yên berdewam in ji fermandariya hevpeymaniyê re, daku DAIŞên mayî nikarbin ku tevbigerin û pêşî li ber hemû hewldanên wan ên nûhevgirtinê û kontrolkirina deverên nû bê girtin.

"Hinek hebûna DAIŞê li Feratê û deverên gundewarê Dêra Zorê mane û teqrîben li gorî makagahiyeke rojane tê nûkirin pê re tê mamelekirin, herwiha vekirina şerên nû li hember endamên mayî yên rêxistinê li vê herêmê," wî got.

"Hevpeymaniya navdewletî QSD weke destê xwe yê rastê dibîne, ji ber operasyonên serbazî li ser erdê yên hevtemamkarên xebatên navdewletî li dar dixe,"analîzerê stratîjiyan, lîwa Yehya Mihemed Elî, got.

QSD "tam li gel zeviya lê şer dikin rahatine û nepenî û kendûkozên wê nas dikin", wî ji Diyaruna re got.

Tenê çavdêrîkirina hewayî têr nake bo piştrastbûn ji diqeta armancan û bidestxistina agahiyên têrdar li gorî kombûnên çekdarên DAIŞê, rojnamegerê Sûrî Mihemed Ebdulah ji Diyaruna re got.

"Asayî ye ku daxuyaniya ku hevpeymanî binivîse îşaretê bi xebatên QSD di vî derbarî de bide," wî got, û bal kişand ku ev hêz li seranserê deverên stratîjî û gelek berfireh belav in.

Wî got ku ev yek rê dide wan ku çavdêriya tevgerên DAIŞê bikin û agahiyan kom bikin, û wî da zanîn ku hevahengiya hevpeymaniyê bi QSD re encamên erênî li pey xwe hiştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500