Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Îraqê 120 gorên komî yên qurbaniyên DAIŞê dîtin

Xalid Ta'î

Tîmeke Wezareta Tendirustiya Îraqî goreke komî vedike li nêzî Tikrîtê ku termên qurbaniyên "Dewleta Îslamî" vedihewîne di vê wêneya dosyayê de, ku roja 15ê Nîsana 2015an hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Tendirustiya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmeke Wezareta Tendirustiya Îraqî goreke komî vedike li nêzî Tikrîtê ku termên qurbaniyên "Dewleta Îslamî" vedihewîne di vê wêneya dosyayê de, ku roja 15ê Nîsana 2015an hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Tendirustiya Îraqî hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Îraqî hat têkbirin, lê mîratê wê yê tundiyê maye, ew tişt ji hejmarên mezin ên bêwaran, jêrxaneya eyibdar ûgorên komî tê eyan -- hejmara tam a goran jî 120 e.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov ji çaxê destpêkirina operasyonên rizgarkirina di destpêka 2015an de heta bi aniha 120 gorên komî vedîtine, peyvdarê komîsyonê, Elî Beyatî ji Diyaruna re eşkere kir îro Çarşemê (7ê Sibatê).

Wî got ku piraniya van cihan li parêzgeha Nînewayê ne.

Wî got ku goran termên kesayetên medenî û serbazî dihewandin, yên ku li ser destê çekdarên DAIŞê hatine kuştin dema ku rêxistinê kampanyayên bidarvekirinê pêk tanîn dema ku wê rûberên li bakur û rojavayê Îraqê kontrol dikirin.

"Heftê gorênkomî li Nînewayê hatin dîtin, Beyatî got, piraniya wan dikevin bajarên Telefer û Şingalê, li rojavayê parêzgehê.

Wî got ku lêgerîna li gorên komî didome,û hinek cih ji demekê heta demeke din tên vedîtin.

Beyatî got ku hejmara tam a qurbaniyan hîna jî ne diyar e, ji ber ku gelek gorên di hatine dîtin û hîna nehatine vekirin û term ji wan nehatine rakirin.

Lêbelê bê guman hejmar bi hezaran e.

"Termên 1,800 qurbaniyan ji Kampa Spayker asmanî (Akademiya Asmanî ya Tikrîtê) hat rakirin, lê paşmahiyên 600 laşan ligorekê li navçeya Badûşê (li bakurê Mûsilê) hatin dîtin," wî got. "Lêbelê gelek qurbanî li bende ne ji gorên ku heta aniha girtî ne bên derxistin."

Gelek gor li benda rakirina terman in

Li Xefsayê, goreke komî ye dikeve nêzî navçeya Hemam el-Elîlê li başûrê Mûsilê, şênî dibêjin ku endamên DAIŞê ew miştî laşên bi hezaran qurbaniyên hatin bidarvekirin li wî cihî kirin, Beyatî got.

Cihê, ku wekî xerabtirîn gora komî tê raçavkirin, mezin e û korteke xwezayî ye, wî got.

Gelek gor hîna nehatine vekirin nejî laş ji wan hatine derxistin "ji ber nebûna samanên pêwîst", wî got, ji ber ev erk" hewcedarî gelek samanên materyalan û hejmareke mezin ji tîmên teknîkî yên pispor ên xwedan skîl û bi ezmûn in".

Wî bang li saziyên hikûmetê kir ku tiştê ji destê wan were bikin "bo xurtkirina proseya derxistina termên qurbaniyan û bidawîkirina azarên xelkê".

Wî bang bo dadgehên taybet kir bo çarekirina vê pirsê, û bo derkirina pakêtên nû yên zagonan bo nasandina van tawanan weke komkujî û tawanên li dijî mirovahiyê.

Wî got ku ev kiryar dê alîkariyê di naskirina sûcdaran û gihandina malbatên qurbaniyan bi mafên wan ên ew hêjayî ne bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500