Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Rejîma Sûriyê êrîşa ser Xûtaya Rojhilatî dijwar dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamê tîmeke Berevaniya Sivîl a Sûrî radihêjin zarokekî ji zendê wî piştî êrîşeke asmanî Xûtaya Rojhilatî kire armanc. [Wêne ji çalakvan Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Endamê tîmeke Berevaniya Sivîl a Sûrî radihêjin zarokekî ji zendê wî piştî êrîşeke asmanî Xûtaya Rojhilatî kire armanc. [Wêne ji çalakvan Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Navçeya di destê opozîsyonê de ya Xûtaya Rojhilatî ji ber xerabtirîn xwînherikînê di salan de dinale roja Sêşemê (6ê Sibatê) ji ber ku rejîmê êrîşa xwe roja Çarşemê tundtir kir û hejmara giştî ya miriyan di zêdebûnê de ye.

Gereke nû ya êrîşên asmanî yên rejîmê 23 sivîl kuştin Çarşemê li navçeyeke li nêzî Şamê, û navendên bijîşkî yên ku hîna jî birîndarên Sêşemê tîmar dikin mişt in.

"Hejmara giştî ya sivîlan 88 e. Du birîndar mirin piştî nîvêşevê," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdul Rehman, got.

"Ev hejmara mezin a sivîlan ne li Sûriyê di dora neh mehan de, û yek ji xwîndartirîn rojên Xûtaya Rojhilatî bû di çend salên borî de" wî ji AFP re got.

Avahiyek li Xûtaya Rojhilatî ya di destê opozîsyonê de di nava kavilan de li ser piya ye di nava bordûmankirina rejîmê de. [Wêne ji çalakvan Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Avahiyek li Xûtaya Rojhilatî ya di destê opozîsyonê de di nava kavilan de li ser piya ye di nava bordûmankirina rejîmê de. [Wêne ji çalakvan Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Sivîl û tîmên Berevaniya Sivîl dirahêjin qurbaniyeke bombebarandinê ji nav kavilan li bajarokê Erbinê li Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji çalakvan Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Sivîl û tîmên Berevaniya Sivîl dirahêjin qurbaniyeke bombebarandinê ji nav kavilan li bajarokê Erbinê li Xûtaya Rojhilatî. [Wêne ji çalakvan Muhemed Bêk hatiye wergirtin]

Di nav miriyan de 19 zarok û 20 jin hebûn, wî got, û dora 200 kesî birîndar bûn.

Piştî êrîşa Sêşemê, balafirên cengî yên rejîmê sibeha Çarşemê vegeriyan û êrîşên asmanî pêk anîn ên ku 15 sivîl kuştin û bi dehan birîndar kirin.

Deh hatin kuştin li Bêt Sawa, çar ji wan zarok bûn. Heşt kesên din li Hemûriyê û pênc li Dûmayê mirin, Rewangehê got.

dever û gundên derdorê bi giranî ji ber lêdanan hatin hejandin roja Sêşemê û bû lehiya zarokên birîndar li nexweşgehên Dûmayê.

"Nîşanên" bikaranîna çekên kîmawî

Warê 400,000 kesî, Xûtaya Rojhilatî beşek bû ji rêkeftina kêmkirina şer a ku qewil bû ku hêminiyê bîna çend zonan.

Lê belê bombebarandin di rojên dawîn de zîde bûn, di nav de gumanên ji bikaranîna cebilxaneyên mişt kilor.

Rêxistina Nehiştina Çekên Kîmawî (OPCW) Çarşemê got ku lêpirsîna wê "hemû nîşanên" bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê dîtine.

Şandeke lêgerîna li rastiyan ji OPCW ku hatiye erkdarkirin "rastiyên elaqedarê angaştên bikaranîna madeyên kîmawî yên jehrîn kom bike.... hemû angaştên maqûl vekolîn dike", saziyan çavdêriyê ya navdewletî di daxuyaniyekê de got, û qala "nîgeraniyên zêde" derbarê raportên nû kir.

Çarşemê, Wezîrê Karê Derve yê Fransî Jean-Yves Le Driyan got ku "hemû nîşan" dibêjin ku rejîma Sûrî çekên kilorê li Sûriyê bi kar anîne.

Ji wî hat pirsîn ka dê çawa Fransa tev bigere, Le Driyan balkişan ser "hevpariya li dijî vedizîna ji cezayê" a ku 24 welatan di Kanûna Duyem de li ser li hev kiribû bo piştrasbûn ji cezakirina sûcdarên bi pêkanîna êrîşên kîmawî li Sûriyê.

Dema ku NY bang bo agirbesteke yek mehî kir li seranserê welat, lêpirsînerên tawanên şer ên NY gotin ku wan "gelek" raport dîrase kirin ku qala bikaranîna çekên kîmawî dikin li Xûtaya Rojhilatî û li parêzgeha Idlibê.

Dewletên Yekbûyî vê heftiyê got ku "nîşanên zelal hene" li ser êrîşên bi gaza kilor, di nav de li Xûtaya Rojhilatî.

Êrîşên asmanî yên "herî giran û herî tund"

Çalakvanên ji Diyaruna re axivîn gotin ku êrîşên asmanî yên ku du rojên çûyî hatin pêkanîn girantirîn û tundûtûjtirîn êrîş bûn heta aniha.

"Balafirên şer ên rejîma Sûrî Sêşemê êrîşên asmanî yên giran domandin bo roja duyem li ser gelek gundan û bajarokan li Xûtaya Rojhilatî," Dr. Enes Ebû Yasir, birêveberê bîroya nûjdarî li Merc, ji Diyaruna re got.

Wî got ku hemû navendên nişînbûyî yên mezin hatin lêdan, di nav de Kefir Betna, Hemuriyê, Saqba, Hezeh, bajarê Zemalkayê, Mesreba û Erbîn, Herasta, Medyara, Dûma, Şifuniyê û Bêt Sewayê.

Ebû Yasir got ku hejmara herî mezin a qurbaniyan li bajarokê Mesrebayê hat dîtin, ji ber bazareke gelêrî ya pişt bi kiryaran hat lêdan.

Wî got ku bajarokê Erbînê kete bin topbaranê, êrîşên asmanî û agirê segvanan de, hevdem li gel şer û pevçûnên dijwar li gundewarên wî, û herwiha rejîma Sûrî û milîsên bi ser ve hewl didin ku bi pêş ve biçin daku wî kontrol bikin.

"Hejmareke mezin a zarokan û jinan di nav qurbaniyan de bûn, ji ber ku êrîşên asmanî bi awayekî serekî deverên nişînbûyî yên mezin kirin armanc," wî got.

Wî got ku hejmara giştî ya miriyan zêde dibe, ji ber lêgerîna li mirî û birîndaran temam nebûye, ji ber zehmetî di gihiştina bi cihên bombeyan de beyî tirsa ji lêdana bi êrîşên asmanî û topbarankirinê.

Hinek ji birîdarên birînên wan giran in dibe jiyan nekin, wî got, di rewşekê de ku xizmetguzariyên bijîşkî li Xûtaya Rojhilatî pir eyibdar in ji ber ev zêdetirî çar salan e ku rejîmê ew dorpêçkiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500