Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Piştî DAIŞê, malbatên Îraqî hewl didin ku agahîyan derbarê kesên wîndayî wergirin

Xalid Ta'î

Malbata keça Êzîdî ya ku hatibû revandin wê hemêz dike piştî ku ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin, di vê wêneya ku li ser Înternetê roja 9ê Cotmehê hatiye weşandin.[Wêne ji rûpela Facebookê ya birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî hatiye wergirtin]

Malbata keça Êzîdî ya ku hatibû revandin wê hemêz dike piştî ku ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin, di vê wêneya ku li ser Înternetê roja 9ê Cotmehê hatiye weşandin.[Wêne ji rûpela Facebookê ya birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî hatiye wergirtin]

Xemgînîyê girtibû ser rûyê Leys Mejîd yê 30 salî ji ber birayê wî yê mezintir ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat revandin.

Berî du salan, Mejîd ji Diyaruna re got, endamên DAIŞê birayê wî yê mazin -- ê bavê çar zarokan -- ji malê wî ya li li taxa Somerê li Mûsilê revand.

"Birayê min berê zabitekî polîs bû, yê ji alîyê DAIŞê ve hat revandin weke beşekî ku rêxistinê berpirsayarên ewlekarî dikirin armanc, wî got, wî şîrove dikir ku wan ew ji gelek taxan dan hev û ew birin zindanine raz.

DAIŞ ji wan kesan gumandar bû, wî got, ji ber wê guman dikir ku ew agahîyên istixbaratî derbarê tevger û cihên wê bi hêzên Îraqî re bi par ve dikin.

Mejîd got ku hîn ew nizane "bê çi bi birayê min hat , eger ew sax e yan mirî ye".

"Eger ew mirî ye, ka termê wî?" wî anî ziman.

Bi hezaran kesên windayî

Berpirsyarên Nînewayê hewl didin ku hejmara kesên windayî ya deqîq destnîşan bikin. Tê texmînkirin ku hejmara wan 15,000 e, piranîya wan di sektorê giştî û yê ewlekarî de kar dikirin berî ku DAIŞ derbasî Mûsilê bibe di nîvê sala 2014an de.

Lê ev texmîn ne hejmareke deqîq e, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got.

Di nîvê meha Kanûna Duyem de, encumena xwecihî dest bi hewldaneke cedî kir daku databaseke deqîq derbarê hemû kesên windayî de çêbike ji bo alîkarîyê bike ku peygerîn bên pêşvebirin.

"Me formek çêkir ku pirsan derbarê nasnameya kesên windayî, roja tê de wînda bûn û gelek agahîyên din dihewîne," wî got. "Bi hezaran kopî hatin çapkirin û li xelkê û li kampên bêwaran hatin belavkirin."

Di hefteya yekem de ji kampanyayê, encumenê 600 formên dagirtî wergirtin, wî got.

"Em dê nifşê pêşîn ji navên kesên windayî ji parlemana Îraqî re hildin daku gavên girîng bidin ji bo çarenûsa wan destnîşan bikin," Hedîdî got.

Êzîdîyên ji alîyê DAIŞê ve hatin revandin

Ji dema ku DAIŞê di 3ê Tebaxa sala 2014an de girte ser Şingalê, Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandîtomar kiriye ku 6,417 Êzîdî hatine revandin, nîvê wan hîn windayî ne, birêveberê ofîsê Husên Qaydî ji Diyaruna re got.

"Li gorî hejmarên me yên herî dawî, ji 23ê Kanûna Duyem ve, 3,250 Êzîdî, piranîya wan jin û zarok in, ji DAIŞê hatin azadkirin, wî got."

"Hin ji wan ji beşin ji Sûrîyayê hatin azadkirin, ji ber terorîstan ew bi xwe re birin dema ew di şerên rizgarkirinê de ji bajarên Iarqî reviyan " wî got. "Lê belê, 3,167 kesên windayî hene ku em tiştekî girêdayî çarenivîsa wan nizanin."

"Em bawer dikin ku ew aniha li hin beşên Sûrîyayê yên li jêr kontrola DAIŞê ne," wî anî ser ziman. "Em dê berdewam bikin li wan bigerin û em hêvî dikin ku em wan sax bibînin daku em wan vegerînin welat."

Şêx Ewed Seîd Cixêfî, fermandarê hêzên êlan li Hedîsayê, got ku herwiha DAIŞê gelek kes ji parêzgeha Enbarê jî girtin.

"Tu hijmarên deqîq derbarê van qurbanîyan nînin," wî ji Diyaruna re got, wî anî ser ziman jî ku "bêguman hejmar mezin e, li gorî agahîyên me ji malbatan wergirtin, ên ku hîn tiştekî derbarê çarenivîsa heskirîyên xwe nizanin".

Divê komîteyên kar ji alîyê hikûmetê ve werin sazkirin daku hemû kesên windayî bibînin û dawîyekî ji êşa malbatên wan re deynin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500