Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Doravên çemê Diclayê ji paşmahiyên DAIŞê tên paqijkirin

Xalid Ta'î

Di vê wêneyê de leşkerine Îraqî radijine qeyikekê di çarçoveya hazirkirina operasyoneke ewlehî de bo lêgerîna li paşmahiyên mayî yên "Dewleta Îslamî" yên ku xwe li doravên Çemê Diclayê vedişêrin li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de leşkerine Îraqî radijine qeyikekê di çarçoveya hazirkirina operasyoneke ewlehî de bo lêgerîna li paşmahiyên mayî yên "Dewleta Îslamî" yên ku xwe li doravên Çemê Diclayê vedişêrin li başûrê Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî yên hevbeş li paşmahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li navçeya Mûsilê digerin, û doravên çem ên dikevin başûrê bajêr ji wan paqij kirin, Fermandariya Operasyonên Nînewayê îro Sêşemê (6ê Sibatê) got.

Hêzên ewlekariyê di heftiyên borî de çendîn kampanyên lipeyçûna li çekdarên DAIŞê ên xwe li bi dehên doravên biçûk ên mişt kekahî li ser Çemê Diclayê vedişêrin li dar xistin.

"Me vê dawiyê gelek operasyonên serbazî pêk anîn bo lêgerîna li paşmahiyên DAIŞê li doravên li ser Çemê Diclayê û şaxên wî," Fermandarê Operasyonên Nînewayê, lîwa Necme Dîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Hêzên polîsê xwecihî û yê federal û firqeya 16ê ya artêşê û şervanên deverê tevlî me bûn di van operasyonan de, bi piştgiriya balafirên şer ên hevpaymaniya navdewletî," wî got.

Ev operasyon hatin pêkanîn wekî bersivê ji "lehiyeke" agahiyên istixbaratî ji aliyê şêniyên deverê li dor cihên ku endamên DAIŞê xwe lê vedişêrin, wî got

Operasyonên lêgerînê û peyçûnê

Hêzên hevbeş karî doravên Diclayê yên dikevin di navbera tixûbên başûrê Mûsilê û parêzgeha Nînewayê bi navçeya Şirqatê li parêzgeha Selahedînê paqij bikin, Cibûrî got.

"Me karî em gelek milîtanên veşartî bikujin, di nav de fermandarên paye-bilind di rêxistinê de hebûn," wî got.

Wî got ku du operasyon hatin pêkanîn di dawiya Kanûna Duyem de li doravên nêzî gundê Ebû Sêfê, yê ku dikeve nêzî balafirgeha Mûsilê.

Ev bûn sedema "kuştina 17 terorîstan û pêşengekî terorîstan di nava DAIŞê de bi navê Brahîm Yasîn, yên ku bi lêdaneke asmanî [ya hevpeymaniyê] hat kuştin", wî got.

Operasyonên lêgerîn û peyçûnê dewam dikin li doravên Diclayê û gund û zeviyên çandiniyê li beravên çem, Cibûrî got, wî da zanîn jî ku "dê kampanyayên ewlehî li hemû deverên li jêr berpirsiyariya me pêk werin".

"Em li terorîstên mayî digerin, û em dê tu derfetê nedin wan ku xwe li cihekî din li parêzgeha me veşêrin," wî got.

Ev operasyon hatin paêkanîn " ji aliyê hemû pêkhateyên serbazî û ewlekarî û [bi hevahengî] xelkê deverê ve ", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Lezgîn

BERSIV BIDE