Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Çalakvanên Sûrî dilsariyê ji hevjînkirina bi çekdarên biyanî re dikin

Welîd Ebul -Xêr li Qahîrayê

Posterekî kampaniya "Kî Hevjînê te ye" jinan û malbatên wan ji zewackirina bi çekdarekî biyanî re hişyar dike. [Wêne ji Asim Zêdan hatiye wergirtin]

Posterekî kampaniya "Kî Hevjînê te ye" jinan û malbatên wan ji zewackirina bi çekdarekî biyanî re hişyar dike. [Wêne ji Asim Zêdan hatiye wergirtin]

Çalakvanên Sûrî kampaniyekê li dar dixin ku tê de keçan ji hevjînkirina bi çekdarên biyanî de yên endamên komên terorîst re hişyar dikin.

Ew dibêjin ku ev şûkirin problematîk in ji gelek aliyan ve û divê ji wan were dûrketin, ji ber ku ew çendîn kêşeyan ji jinan û zarokên wan re çêdikin.

Çalakvanê Sûrî û kordînatorê "Kî Hevjînê te ye?"Asim Zêdan ji Diyaruna re got ku wî û komeke çalakvanan biryar da ku vê insiyatîfê bidin destpêkirin ji ber hejmara bilind a jinên ku li gel çekdarên biyanî hevjînkirin pêk anîn û encamên nerênî yên van şûkirinan.

Ev kampaniya komelgehên ku ev şûkirin li wan belav e dike hedef, bi taybetî beşin ji bakurê Sûriyê ku li wan hebûneke Tehrîr el-Şam.

Nivîseke li ser dîwarekî li Idlibê bang li keçên Sûrî dike ku zewaca li gel çekdarên biyanî yên nenas rawestînin. [Wêne ji Asim Zêdan hatiye wergirtin]

Nivîseke li ser dîwarekî li Idlibê bang li keçên Sûrî dike ku zewaca li gel çekdarên biyanî yên nenas rawestînin. [Wêne ji Asim Zêdan hatiye wergirtin]

Posterên kampaniya "Kî Hevjînê te ye?" li derbasgeha mizgeftekê jinên Sûrî û malbatên wan ji xeteriyên zewaca bi çekdarên biyanî re hişyar dike. [Wêne ji Asim Zêdan hatiye wergirtin]

Posterên kampaniya "Kî Hevjînê te ye?" li derbasgeha mizgeftekê jinên Sûrî û malbatên wan ji xeteriyên zewaca bi çekdarên biyanî re hişyar dike. [Wêne ji Asim Zêdan hatiye wergirtin]

"Cemawerê di vê kampanyayê de hatiye hedefgirtin jin, dêûbav, lêvegerên olî û berpirsiyarên ku belgeyên vê şûkirina neyasayî saz kirin in," wî got, û da zanîn ku hemû pêkhatiyên civaka Sûrî dikarin sûdê ji peyama wan bigire.

Zarokê bîyî mafên medenî ne

Zêdan texmîn kir ku dora 1,750 ji van şûkirinan hene.

Wî got ku nîgeraniyeke bingehîn pêşeroj û nasnameya zarokên van zewacan e, û astengiyên ku di rêya van zarokan de derkevin.

Wî got ku ji aliyê zagonî ve, ev zarok ne xwedan mafên medenî ne li Sûriyê, di nav de mafê perwerdahiyê jî, û tu belgeyên fermî ji wan re dernakevin.

Zêdan got ku ev zarok herwiha dirahêjin mîratê bavê xwe, wate rewşên malbatî, tenduristî û derûnî ya nerênî ya ku dê ew û dayikên xwe rastî werin.

Wî got ku kêşe hevdûne ye dema ku mêr jinên xwe yên Sûrî li pey xwe bihêlin, dema ku ew vegerin welatên xwe yan tevlî komên xwe biçin deverine din, yan jî di şer de werin kuştin.

"Di rewşên wiha de, jin bê pişt dimênin û divê debara xwe û derbara zarokên xwe bi xwe bikin" wî got, û tên neçarkirin ku bi tena serê xwe zarokên xwe mezin bikin.

Dibe ew rastî nepejrandina civakê werin û dibe jî ku zehmet be ku ew têkiliyan bi zarokên xwe re deynin.

Zêdan got ku "Kî Hevjînê te ye?" nîqaşê bi jinan re vedike bo zêdekirina zanebûna li dor van nîgeraniyan, ew ji bilindkirina posteran û belavkirina proşûran li Idlibê û hawîrdorên wê pêk tê û herwiha kampniyayek di medya civakî de tê meşandin.

Zewacên bê serûber û bê ceza

Ev cor ji zewacan di Îslamê de ne cezabar in, Şêx Muaz Ebdul Kerîm, îmamê berê yê Mizgefta Omer li Helebê, yê ku aniha li Qahîrayê dijî, got.

Îslam ji zava û bûkê dixwaze ku nasnameyên xwe di girêbesta zewacê de û ji xelkê re eşkere bikin, ev jî ne ew hale ye ji ber ku biyanî navên xwe yên rastî eşkere nakin ji ber "sedemên ewlehî", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku bi zewaca medenî, xizmatî tê destpêkirin, ev jî ne gengaz e ji zarokên vê hevjînkirinê re, ji ber nasnameyên bavên wan ne diyar dimînin.

Merema serekî ya van zewacan ew e ku sêks ji çekdarên biyanî re pêşkêş bike, wî got, wî da zanîn jî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ev xap bikar anî daku çekdarên biyanî ji derveyî Sûriyê vekişîne.

Ebdul Kerîm herwiha not kir ku ew ên ku zewaceke wiha serpereştî dikin xwedan zanîneke pisporane ne di warê fiqhê Îslamî de, ev yek jî di nava çekdarên biyanî de tune ye.

Di şûn de, yê jê re tê gotin "mîr" zewaceke wiha wajû dike.

Muhemed Eşwah, penaberekî Sûrî ye ji gundewarê Şamê û aniha li Qahîrayî dijî, got ku mehirkirina keçên Sûrî li ser çekdarên biyanî yek ji sedemên serekî bû ku ew neçar kir ku malbata xwe bîne Misrê.

Li gorî Eşwah, yê ku bi firoştina xwarina Sûrî debara jiyana xwe dike, tiştê ku pêk tê qet ne zewac e û bi tenê "karê sêks" e.

"Keç tên neçarkirin ku van mêran bikin piştî ew tên tehdîdkirin ku malbatên wan bên bêrûmetkirin," wî got, û wî da zanîn ku wî bi xwe çendîn jin nas dikirin yên ku hatin revandin û piştre hatin neçarkirin ku li gel bêtir ji yekî bizewicin "li jêr bihaneya parastina kerameta wan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500