Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî xetên rêyahesinî yê ji alîyê DAIŞê ve hatin wêrankirin saz dikin

Xalid Ta'î

Rêwîyên trênê li ser xeta di navbera Bexda û Samerayê ya ku nû vebûye tên dîtin. [Wêne ji Kampanîya Rêyahesinî ya giştî ya girêdayê Wezareta Guhestinê hatiye wergirtin]

Rêwîyên trênê li ser xeta di navbera Bexda û Samerayê ya ku nû vebûye tên dîtin. [Wêne ji Kampanîya Rêyahesinî ya giştî ya girêdayê Wezareta Guhestinê hatiye wergirtin]

Wezareta Guhestinê ya Îraqî kar dike ku xetên rêyahesinî yên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin wêrankirin saz bikin û di 15ê Kanûna Duyem de wê nûvekirina xeta Bexda û Samerayê îlan kir.

Hin xetên ziyankirî yên din jî nêzîk dê vegerin xizmetê, birêveberê medyaya Kampanîya Rêyahesînî ya Giştî, Ebdul Setar Muhsin, ji Diyaruna re got.

Karmendên teknîkî "ziyana ji alîyê terorîstan ve li ser xeta Bexda û Samerayê çêbû saz kirine", wî got, wî anî ser ziman ku "aniha xet kar dike piştî ew bêtir ji sê salan ne di xizmetê de bû."

Endamên DAIŞê xeta bi dirêjahîya 121 kîlomitran xira kir, xeta ku ya herî kevin e di Îraqê de.

Rêwîyên trênê li ser xetên nû yên careke din navbera Bexda û Samerayê de hatine vekirin vedigerin xizmetê. [Wêne ji Kampanîya Rêyahesinî ya giştî ya girêdayê Wezareta Guhestinê hatiye wergirtin]

Rêwîyên trênê li ser xetên nû yên careke din navbera Bexda û Samerayê de hatine vekirin vedigerin xizmetê. [Wêne ji Kampanîya Rêyahesinî ya giştî ya girêdayê Wezareta Guhestinê hatiye wergirtin]

Karên sazkirinê nûkirin yan guhertina polayê dirêjikirin û pêdivîyên ku ji alîyê teqînên armanckirî ve hatin wêrankirin vedihewînin, û herwiha ew ewlekarîya xetan seh dikin da misoger bikin ku ew amade ne pêşwazîya rêwîyên trênan bikin.

Berî ku DAIŞ di sala 2014an de derkeve holê, xeta Bexda û Samerayê yek ji xetên herî çalak bû li Îraqê, gelek xelk ew bi kar tanîn daku serdana cihên olî û arkolojî bikin.

Mihsin got ku "sektorê rêyahesinî bi awayekî giran ji alîyê terorîstan ve hat ziyankirin" wan ziyaneke mezin gihand xetan li rojavayê Îraqê.

Herwiha xetên rêyahesînî li bakurê welat ziyan ji destên endamên rêxistinê giha wan, wî got, bi taybet xeta di navbera Tikrît û Mûsilê de, cihê ku "rêyên hesinî yên dirêj ji ber bombebarankirin û xirakirinê bûbûn derveyî xizmetê.

Trênên rêwî û kargoyê, herwiha stasyonên trênê yên sereke û yên rêza duwem jî, yan hatin wêrankirin ya jî talankirin.

Nûavakirina sektorê rêyahesinî

Nûavakirina sektorê rêyahesinî ya Iraqî mêjereke mezin ji pereyan dixwaze, Misin got, lê IRR hewl dide ku bi pereyên berdest tiştê ew karibe dirust bike û ew dê nêzîk xeta Felûca û Ebû Xirêbê careke din veke, xeta ku Bexda û Felûcayê digihîne hev.

Hewildana sazkirnê ya berfereh berdewam e li ser wê xetê, li gel hewldaneke paqijkirina ji teqîtên bidestçêkirî û davkên teqîner yên ku DAIŞê li seranserî rêyahesinî çandin, wî got.

Nûavakirina sektorê rêyahesinî berêtîyeke ji Wezareta Guhestinê re, berdevkê wezaretê Salim Mûsa ji Diyaruna re got.

Ji bo vê yekê, wezaret planeke stratîjî dişopîne ya armanc dike ku hemû rêyênhesinî yên ji ber terorîzmê hatin ziyankirn saz bike", wî got.

Ji bilî ku ew xizmeta rêwîyan dike, xeta Bexda û Samerayê ji bo guhestina kel û pelan jî tê bikaranîn, wî not kir ku vegerandina wî ji xizmetê re dê alîkarîyê di vejîyandina çalakîya aborî û bazirganî de bike.

Herwiha biryar heye ku nêzîk xeta di navbera Qaim û Ekaşatê de li rojavayê Iraqê careke din were vekirin, Mûsa got, wî not kir ku istismar di sektorê rêyahesinî de "dê destkeftîyên mezin ji deverên rizgarkirî re û welat bi giştî re bi dest bixin".

Nûvekirina xeta Bexda û Samerayê dê bandora wê di vejîyandina deverên ku ji alîyê terorîzmê hatin ziyankirin hebe, aborînas Besam Jemîl Enton ji Diyaruna re got.

Ev xet "rêyeke sereke ye û vejîyandina wê tê wateya ku bêtir rêwî û astên bilindtir ji geştiyarî û bazirganîyê dê hebin", wî got.

Herwiha sektorê rêyahesinî roleke girîng di "guhestina mazot dileyize û piştrast dike ku qûtên sereke mîna xwarinê digihin deverên rizgarkirî, herwiha ew hewldanê nûavakieinê jî hêsan dike", wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500