Nûçeyên Iraqê
Ol

Sofî dikarin careke din li Felûcayê ayînîyên xwe reftar bikin

Ala Husên li Bexdayê

Sofîyên Îraqî di şahîyeke ayînîyan de beşdar dibin daku jikayikbûna Pêxember Mihemed li bajarokê Eqrayê/Akrê pîrozbikin di vê wêneya dosyayê de ji 1ê Kanûna Duyem sala 2015an ve. [Sefîn Hemîd/AFP]

Sofîyên Îraqî di şahîyeke ayînîyan de beşdar dibin daku jikayikbûna Pêxember Mihemed li bajarokê Eqrayê/Akrê pîrozbikin di vê wêneya dosyayê de ji 1ê Kanûna Duyem sala 2015an ve. [Sefîn Hemîd/AFP]

Ji Hezîrana 2016an ve, Sofîyên Felûcayê êdî hêdî hêdî dikarin careke din eşkere bawerîyên xwe reftar bikin.

Di wan mehan de, ji çaxa ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat derxistin, astengîyên ku li pêşîya perestinê derdiketin hatin rakirin û em dikarin careke din dengê daholên ku li gel sirûdên Sofîyan tên bibihîzin.

Niştecîyên Sofî, li jêr hukmê DAIŞê, derd kişandin, wan ew weke gawiran reçav dikirin, gelek ji wan kuştin û zor li gelekan kirin ku birevin navend û bakurê Îraqê.

Piştî ku DAIŞ derbasî Enbarê bû, mirîdên vê rêbaza Sofî "bi tundî hatin kuştin piştî rêxistina terorîst ew weke pûtperest û bêolan li Felûcayê raçav kirin", Muaz Yûsif stranbêjekî Sofî, got.

"Di nav şert û mercên wiha de, tevî wilo, Sofî dê ayinîyên xwe bi awayekî raz reftar bikin," wî ji Diyaruna re got, wî anî ser ziman jî ku ew yek bi DAIŞê re çû, "her tişt bi temamî hat guhertin" û aniha Sofî dikarin ayînîyên xwe bê tirs reftar bikin.

Perestin sirûdên olî û civînên rûhî di nav xwe dihewîne daku zikir û xwendina hin selewatên kurt bên kirin, wî got.

Bi derketina DAIŞê ji bajar "tikî" -- cihên ku ji civînên zikr yên Sofîyan re hatine desnîşankirin -- vekirî ne û dikarin eşkere demên civînên zikrê îlan bikin, wî anî ser ziman.

Dîrokek ji semaxîyê

Bi dirêjahiya dîrokê Felûcayê şopînerên rêbaza Sofîtîyê hemêz dike, Yûsif got.

Bajar tê naskirin ku ew welatê dibistanên olî yên cihêreng e, Tariq Ebdalî, serokê Weqfa Sunî li Felûcayê, got.

"Her kes her û her azad û ewle bû ku ayînîyên xwe reftar bike," wî ji Diyaruna re got.

Cihê Felûcayê yê navendî û nêzîkbûna wê ji baregehên artêşa Îraqî li Bexda, Hebanîyê û Remadîyê, ew kire xaleke kombûnê ji Îraqîyên ji parêzrêzgehên cuda re, Ebdalî got.

Vê yekê bajar kire beroşek helandinê ji mezhebên olî re, wî got.

Sûretek ji Felûcayê re hatibû xîzkirin ku ew wargehê tundîyê ye, wî gto, û tekez kir ku rewş ne wiha ye, û niştecîyên xwecihî li dijî êrîşkirina DAIŞê berxwedanî meşandin.

"Niştecîyên xwecihî nehiştin ev yek biqewime, ew bi xwe qurbanîyên tundrewan bûn," Ebdalî got.

Ewlehî azadîyê diparêze

"Rewşa ewlehîyê ya aram li Felûcayê faktorê herî girîng bû ku alîkarî bi niştecîyên bajar re kir ku ayînîyên xwe bi azadî û bê tirs peferm bikin," endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kûd ji Diyaruna re got.

Piştgirîya ji alîyê niştecîyên xwecihî ve di misogerkirina atmosfîra semaxîyê de beşdar bû, ji ber niştecîyên Felûcayê ji mêj ve bi cihêrengîya xwe tên naskirin, wî got.

"Îroj, niştecîyên xwecihî amade ne ku berevanîya cîranên xwe yên ji mezheb û olên din bikin," wî got, wî anî ser ziman jî ku "ev ne tiştekî nû ye" li Felûcayê.

Ji bo em vê hevgirtinê biparêzin, "pêdivî bi tedbîrine qanûnî û ewlehîyeke xurt heye daku nehêlin tundrû vegerin kolanên Felûcayê", Kûd got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500