Nûçeyên Iraqê
Aborî

Kampanîya çementoyê ya Nînewayê careke din dest bi çêkirina çementoyê dike

Xali Ta'î

Du karkerên Îraqî keymonê bi çementoya xwecihî hatiye çêkirin bar dikin di vê wêneyê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kampanîya Çementoyê ya Bakur hatiye wergirtin]

Du karkerên Îraqî keymonê bi çementoya xwecihî hatiye çêkirin bar dikin di vê wêneyê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kampanîya Çementoyê ya Bakur hatiye wergirtin]

Pîşesazîya çementoyê li Nînewayê hêdî hêdî careke din derêyên xwe ji kar re vidike piştî çêkirina wê di dema hukmê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rawestandin.

Pîşesazîya çementêyê stonabingehîn e ji aborîya Nînewayê re, şeş kargehên çementoyê yên sektorê gelemperî ji eslê 18an li seranserê Îraqê li parêzgehê vekirî bûn berî ku DAIŞ bigire ser herêmê di sala 2014an de.

Ev her şeş kargeh dora 1.5 milyon ton ji hemû cûreyan, çementoya berxwedêr, normal û ya sipî.

Sektorê çementoyê li parêzgehê di nav pîşesazîyên ku bi awayekî dijwar ji alîyê endamên DAIŞê hatibû ziyankirin, yên ku hargeh û rêyên çêkirinê wêran kirin û makîne û pêdivîyên sivik guhestin daku ji bo bercewendîyên xwe yên taybet bi kar bînin yan bifiroşin.

Lê aniha, berdevkê Wezareta Pîşesazîyê Ebdula Wehîd Şemerî ji Diyaruna re got, du kargehên çementoyê yên Nînewayê ji nû ve hatin avakirin.

"Karmendên me karîbûn du kargehên çementoyê li Nînewayê careke din vekin -- Hedba û Hemam el-Elî l-- piştî rêyên çêkirinê hatin nûkirin û sazkirin," wî got.

"Nûkirina kargehên mayî berdewam e," wî anî ziman , li gorî pilanine bi hişyarî hatine danîn yên kêrhatina aborî û asta ziyana ku gihane her kargehê raçav dikin ji bo nûavakirina wan.

"Em amade ne ku em du kargehên din li Kompleksa Badûşê ya Pîşesazî careke din vekin, û karên sazkirin û nûkirinê di pêngava dawî de ne," wî got.

Vejiyandina Pîşesazîya çementoyê

Hikûmet kar dike ku çêkirina çementoyê li parêzgeha Nînewayê vegerîne kapasiteya wê ya berê, Şemerî got.

Ji bo vê armancê, parêzgehê planek danî daku hemû kargehên girtî bi lezeke rêjeyî vekin daku li gorî xwestina gelek ya çementoyê bin, çementoya tê xwestin ku binesazîyên ziyankirî li deverên rizgarkirî ji nû ve ava bikin.

Ji bo hewldanên nûavakirinê yên berdewam, pêdivîya salane bi çementoyê gihişte 24 milyon tonan, wî got, wî not kir ku dabînkirina çementoya niştimanî digihe 70% ji xwestina xwecihî.

Wî bawerîya xwe derbirîn kir ku xwebesatî armanceke gengaz e, piştî nûavakirin û sazkirina kargehên ziyandar û asta çêkirinê zêde bikin, herwiha ew dê balê bikişînin ser weberanîna di warê vî sektorê jîyandar de.

Wî got ku hikûmet di firoştina çementoyê de lii bazara xwecihî alîkar e.

Di sala 2015an de, hikûmetê weşand ku hawirdekirina çementoyê qedexe ye weke hewldanekê daku berhemdana niştimanî ji pêşbirka biyanî biparêze û pêşxistina vê pîşesazîya jîyandar han bide.

"Çementoya Îraqî xwedî nav û deng e û li ser asta xwecihî cihê xwe baş girtîye," Şemerî got. "Kampanîyên me têne naskirin ku ew hemû cûreyên çementoyê yên kwalîteya wan bilind çêdikin, çementoya ku ji hewaya Îraqî re guncan e."

Kargeh dikarin Aborîyê qayim bikin

Berhemdana xwecihî ji materyalên avakirinê û berhemdanên pîşesazî yên din" pêş dikeve û di hewldanên avakirin û pêşxistinê de alîkarîyê dike.

Wî not kir ku sektorê pîşesazî (ji bilî pîşesazîya neftê) aniha digihe 15% ji berhemdana xwecihî ya tam ya Îraqî.

"Pêdivîya me gelekî bi çementoyê heye daku em sektorê xwe yê xizmetguzarîyan û malên xwe careke din ava bikin," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husên Şibêb got.

Vejîyandina vê pîşesazîyê dikare qezencên mezin ji parêzgehê re dabîn bike, wî anî ziman, ew dikare derfetên kar ji niştecîyên xwecihî re peyda bike, herwiha ew dikare çalakîya bazirganî jî vejîne û nûavakirinê hêsan bike.

"Çi şêwe yan dirûvê çalakîya pîşesazî hebe beşdarbûneke girîng e di aborîya bajarên rizgarkirî de," aborînas Macid Suwarî ji Diyarunare got.

Çêkirina çementoyê "pîşesazîyeke jîyandar e divê were vejîyandin, ji ber em rastî berhengarîyeke mezin tên di nûavakirina bajarên xwe de û qayimkirina aborîya wan de", wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gava kargehên Kompanîya Bakurî ya Çemento ya Giştî di rewşên zehmet de tên nûkirin, bazar gerekdarî berhemdanê ye. Mixabin, sînor vekirîne. Em gerekdarî ku kontrolê li ser sînorên xwe bikin, bi taybetî çementoya ku ji Îran û Turkîyê hawirdekirî ye, û li şûnê berhemdanîya kargehên bakurî bikin. Bi vî awayî, dê nûdamezirandina kargehên bakurî pir belî be. Tecrubeya serkeftî ji hêla karkeran ve hat birêvebirin, li ser hemû astan, kargeha Badoosh a çementoyê ya nû bi piştgirîya yekser ji endezyar Hisên Mihsin Obêd Xaficî, birêveberê giştî yê Kompanîya Çemtoya Îraqî ya Giştî, û alîkarîya destekên wî di kargeha bakurî ya çementoyê de bo nûdamezirandina kargeha Badoosh a nû. Ev yek piştî rizgarkirina Parêzgeha Nînewayê ji hêzên şer û sitemkarîyê çêbû. Ev yek ji gavên xurt û giring in ku birêveberê giştî di ribê pêşîn ji 2018an de pêk anîye. Ew gav weke rêbazeke neteweyî bû divabe hemû berpirsên Dewleta Îraqê bo nûdamezirandina Mûsilê jê sûd bigirin.

BERSIV BIDE