Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Kesên ku ji Tehrîr el-Şamê veqetiyane tevlî Qaidê dibin li Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tundruyên tund û çekdarên biyanî di nav wan kesên ku dest ji Tehrîr el-Şam berdidin de û tevlî Qaidê dibin hene. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Tundruyên tund û çekdarên biyanî di nav wan kesên ku dest ji Tehrîr el-Şam berdidin de û tevlî Qaidê dibin hene. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Piştî rejîma Sûrî û alîgirên wê li devera Balefirgeha serbazî ya Ebû Duhurê li rojhilatê parêzgeha Idlibê bi pêş ve çû, pêleke nû ji parçebûnanê ji hevbendîya di Tehrîr el-Şam ya tund de peyda bû, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Ev parçebûnên dawî tên di heman dema ku Qaidê îlan dike ku wê branşê xwe yê nû li Sûrîyayê damezrandiye, yê ku çekdarên semîmî mane ji hevbendîya tund digre xwe, wan got.

Herwiha ew kom çêbû jibênderkirina endam û mîrên Tehrîr el-Şamê yên mayî.

"Bi sedan" çekdar li gundewarên Idlib û Helebê ji Tehrîr el-Şam veqetiyan û tevlî branşa Qaidê ya nû li Sûrîyayê pêkhatî bûn, mîdyavanê Idlibî Heysem Idlibî, yê ku kodnavekî ji ber selametiya xwe bi kar tîne, got.

Cebhet Ensar el-Dîn di Pişta keymonekê de tên ditîn. Ew kom vê dawîyê ji hevbendîya Tehrîr el-Şam veqetîya. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Cebhet Ensar el-Dîn di Pişta keymonekê de tên ditîn. Ew kom vê dawîyê ji hevbendîya Tehrîr el-Şam veqetîya. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamê Tehrîr el-Şam yê navdar Ebû Ebdula Şamî vê dawîyê dest ji hevbendîya tund berda. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Endamê Tehrîr el-Şam yê navdar Ebû Ebdula Şamî vê dawîyê dest ji hevbendîya tund berda. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Li gorî çengê medyaya Qaidê, wî ji Diyaruna re got, ev hêz aniha weke beşê Qaidê li Sûrîyayê kar dike.

Piranîya kesên veqetiyayî çekdarên biyanî ne yan jî çekdarên Sûrî ne yên ku ji deverên din reviyane" û ew bi bîr û nerînên xwe yên tund tên naskirin", Idlibî got.

Ev kesên veqetiyayî aniha bi awayekî aşkere li derdora parêzgeha Idlib û Helebê hatin belavkirin, nêzîkî deverên ku nû ketine jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), wî anî ser ziman.

Di heman demê de, endamên Tehrîr el-Şam destên xwe didanîn ser malan nêzîkî Maeret Numanê yên ku berê çekdarên tevlî Qaidê bûn di wan de vedihewiyan, wî got.

Tevlîbûna nav Qaidê

Alozî li hin deveran di navbera Tehrîr Şam el-û komên din de derdikeve holê, çi di hundirê hevbendîyê û çi li derveyî hevbendîyê, komên ku nêzîktir in ji Qaidê.re Idlibî got, wî not kir ku vekişîna wê ji gelek deverên parêzgeha Idlibê hişt ku proseyên veqetandinê bi lez bin.

Sedema vê yekê ew e ji ber ku gelek endam û emîrên Tehrîr el-Şam serkirdeyê hevbendîyê Ebû Mihemed Colanî sucdar dikin ku "wî dever da destên hêzên rejîmê weke beşekî ji lihevkirineke siyasî ya ku wî qebûl kir", wî got.

Gelek ji kesên veqetiyayî kasayetine sereke bûn di Tehrîr el-Şam de, ew bûn yên ku di şerê balefira Ebû Duhurê de beşdar bûn, balefirgeha ku rejîmê vegerandiye, wî da zanîn.

Hinekan ji ber ketina balefirgehê gazin ji Colanî kir, û bang li hêzên wî kirin ku dest ji hevbendîyê berdin, wî got.

Di serî de Atiyat Elah bû, "fermandarê serbazî" yê şerên balefirgeha Ebû Duhurê, yê ku roja Înê (26ê Kanûna Duyem) hat kuştin, Idlibî got..

Çar ji alîkarên wî û heft hevrêyên wan di şeva pişt re di malekê de li gundewarê Idlibê hatin kuştin, wî anî ser ziman.

Herwiha emîrê Ensar el-Dîn Ebû Ebdula Şamî ji Tehrîr el-Şam veqetiya, tam çawa koma Cunndil Melahim kir, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500