Nûçeyên Iraqê
Civak

Di wêneyan de bajarê Enbarê nûavakirinê piûtî DAIŞê

Sêf Ehmed li Enbarê

Karkerên şaredarîya Felûcayê daran li taxa Eskerî diçînin weke hewldanekê da ku kolanên bajar û peyarêyan saz bikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Karker kolanan li Taxa Nezalê li orta Felûcayê saz dikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Weke beşekî ji hewldana rakirina sloganên DAIŞê ji dibistanên Felûcayê, hejmarek jin xwebexş bûn da ku li ser dîwaran dibistana seretayî ya Behjayê li orta Felûcayê li taxa Şurtayê wêneyan xêz bikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Mizgefta Xulefaa Raşidînê li taxa Muelimîn Sanyayê, li orta Felûcayê, hate sazkirin û aniha careke din pêşwazîya perisyaran. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Şaredarîya Remadîyê Kopîya Bircê Îvilê bi hecimekî piçûk danî, yê ku ji alîyê hesinkarê Iraqî Wîsam Sibtî ve hatiye darijandin û avakirin, li taxa Melebê li orta Remadîyê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Karkerekî şarederîyê peyarêyekê li qada Ihtifalatê li orta Remadîyê xêz dike, peyarêya ku tê naskirin ku şahîyên gelemperî li seranserî salaê lê tên lidarxistin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Aniha rê li Meyselûnê li orta Felûcayê tên sazkirin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Karên nûavakirin û sazkirinê li taxa Difae Medenîyê li orta Felûcayê berdewam in da ku geremolê ji ber şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ)ji parêzgeha Enbarê paqij bikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Li bajarên Enbarê Felûca û Remadîyê, hikûmetên xwecihî û yên federal bi hevkarên xwe yên navdewletî re kar dikin da ku binesazî û xizmetguzarîyên di şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de hatin ziyankirin vegerînin.

Nûavakirin li her du bajaran ji sala 2016an ve pêş dikeve û tevî temwîl kêm e jî bi rêjeyeke baş bi pêş ve diçe.

"Hewildanên nûavakirinê zêde dibin," Neîm Kûd ji encumena parêzgeha Enbarê ji Diyaruna re got. "Tiştekî balkêş e ku em bibînin pêşketin li bajarên parêzgeha Enbarê çêdibe, di nav de Felûca û Remadî eger em bidin ber hev bê rewş berî salekê li wan çawa bû."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500