Nûçeyên Iraqê
Medya

Angaştinên Rûsya bo derxistina DAIŞ derveyî Sûriyê "bêbingeh in"

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Polîsê serbazî yê Rûsî li beşine ji Sûriyê hatine bicihkirin ji bo çavdêriya zonên kêmkirina şer û peydakirina ewlehiyê ji dezgeh û tîmên Rûsî re. Hêzên Rûsî dest bi xwevekişîna ji Sûriyê kirine piştî daxuyaniyeke 7ê Kanûna Yekem a serkeftina li ser "Dewleta Îslamî", ew daxuyaniya ku hinek kes dibêjin berî dema xwe bû. [Wêne ji Mihemed Ebdulla]

Polîsê serbazî yê Rûsî li beşine ji Sûriyê hatine bicihkirin ji bo çavdêriya zonên kêmkirina şer û peydakirina ewlehiyê ji dezgeh û tîmên Rûsî re. Hêzên Rûsî dest bi xwevekişîna ji Sûriyê kirine piştî daxuyaniyeke 7ê Kanûna Yekem a serkeftina li ser "Dewleta Îslamî", ew daxuyaniya ku hinek kes dibêjin berî dema xwe bû. [Wêne ji Mihemed Ebdulla]

Daxuyaniya Rûsî ya vê dawiyê derbarê serkeftina li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûriyê ne bêtirî fêleke siyasî ye, pisporan ji Diyaruna re got.

Wezareta berevaniya Rûsî di 7ê Kanûna Yekem de ragihand ku erkê wê ji bo derxistina DAIŞê ji Sûriyê hat "temamkirin" û welat niha ji rêxistinê "bi temamî rizgarkir bûye", AFP ragihand.

"Armanca hêzên çekdar ên Rûsî bi şikandina komên çekdar ên rêxistina DAIŞê a terorîst li Sûriyê hat temamkirin," fermandarê serbazî yê bilind Sergei Rudskoi got, wî îlan kir jî ku hêzên Rûsî dê dest bi vekişînê bikin.

"Ti gundek an jî navçeyek li Sûriyê di destê DAIŞê de tune ye. Axa Sûriyê bi temamî ji çekdarên vê rêxistina terorîst hatiye rizgarkirin," wî got.

Serokê Rûsî Vladimir Putin, hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esed, û Wezîrê Berevaniyê yê Rûsî Sergie Shiogu (li aliyê çepê) li gel pîlotên hêza asmanî ya Rûsî di dema serdana xwe de bo bingeha asmanî ya Rûsî li Himêmînê li parêzgeha Laziqiya ya Sûriyê di 11ê Kanûna Yekem de. [Mikhail Klimentyev/Pool/AFP]

Serokê Rûsî Vladimir Putin, hevtayê wî yê Sûrî Beşar Esed, û Wezîrê Berevaniyê yê Rûsî Sergie Shiogu (li aliyê çepê) li gel pîlotên hêza asmanî ya Rûsî di dema serdana xwe de bo bingeha asmanî ya Rûsî li Himêmînê li parêzgeha Laziqiya ya Sûriyê di 11ê Kanûna Yekem de. [Mikhail Klimentyev/Pool/AFP]

Lê DAIŞ hîn xwe li çendîn beşine Sûriyê asê dike, û erdine nû kontrol kirine li deverên li jêr kontrola rejîmê û Rûsya û milîsên Îran piştgiriya wan dike.

Raporên vê dawiyê nîşan didin ku DAIŞ ji Sûriyê nehatiye derxistin, pisporê rêxistinên terorîst û efserê xanenişîn ê Misrî lîwa Yehya Mihemed Elî, got.

"Ev berevajî tişta ku Rûsya angaşt dike ji dawiya par ve ye, dema ku bi qerebalixî ragihand ku DAIŞ bi temamî hat şikandin û erkê artêşa Rûsî hat temamkirin," wî ji Diyaruna re got.

"Tenê manoreke siyasî bû"

"Deverên ku li wan şer navbera DAIŞê û artêşa Sûrî û piştevanên Rûsî çêbû bi rastî bû sedema tevgera endamên DAIŞê bo deverên din bi awayekî demkî, tenê ji bo vegereke bê," Elî got.

Weke vê haletê li deverên weke Dêrazor, Elbû Kemalê, beşine ji Badiya û deverên Tedmurê (Palmyra) çêbûn, wî got.

"Ev yek ji me re dibêje ku êrîşên asmanî DAIŞ neçar kir ku vekişin ji dêvla ku bi temamî were şikandin û derxistin, weke çawali Reqa çêbû," wî got.

Daxuyaniya Rûsî tenê manoreke siyasî ye û hewldaneke daku xwe weke rizgarkera Sûriyê nîşan bide -- ku welat ji terorîzmê rizgar kir daku bikaribe rola xwe ya siyasî, abûrî û serbazî di pêşeroja wî de bilîze, Elî got.

Şikandina DAIŞ ne tenê bi derxistina rêxistinê ji deverên li jêr kontrola wê de ye, efserê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Xoca, got.

Ew bi operasyonên din ve jî girêdayî ye, weke rakirina mayînan û paşmayiyên teqîner ên şer, li gel piştigirya deverên ku berê di destê DAIŞê de bûn, ku niha li jêr kontrola rejîma Sûriyê de ne, wî ji Diyaruna re got.

"Bi rastî deverên karesetî hene û ji sivîlan vala ne," wî got.

Pêbendiyeke berdewam pêwîst e

Hevdem, hewlên ji bo vegerandina ewlekariyê, jêrxaneyê û rêveberiyê berdewam in li deverên ku QSD û hevpeymaniya navdewletî li wan kar dikin, Xoca got.

"Li wir, tevî şerên tund ji bo jinavbirina DAIŞê, jiyan vegeriyaye rewşa asayî û xelkê bêwar hema bêje vegeriyane," wî got, wî anî ziman kunûavakirin berdewam e û xizmetguzariyên giştî hatine vegerandin.

"Xelkên Reqa vegeriyane, ûbajar ji aliyê encumeneke xwecihî ve tê birêvebirin ku endamên wê xelkên bajar û gundewarên wî ne," Xoca got jî, wî not kir ku heta ewlekarî jî ji aliyê xelkê xwecihî ve tê birêvebirin.

Kampanyayeke rakirin û paqijkirina mayînan berdewam e ji bo xweşkirina rê ji bo vegera xelkê, wî got, wî anî ziman ku rewş li Tebqaya nêzîk jî wisa ye.

"Daxuyaniya Rûsî ya serkeftinê li ser DAIŞê li Sûriyê bi temamî tişteke bêwate ye," rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulla ji Diyaruna re got.

"Ji nerîneke serbazî ve, rêxistin hîn çendîn beşan li Sûriyê kontrol dike, di nav de deverine li Xûtayê, beşine ji kampa Yermûk li gel deverine stratejî li bakurê rojhilatê parêzgeha Hemayê û beşine ji parêzgehên Hums û Idlibê," wî got, li gel beşine biçûk ji rojhilatê Dêrazorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500