Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî pilanekê bo paqijkirina Hîtê ji bermahiyên DAIŞê bicih tênin

Xalid Ta'î

Hêzên ewlekarîyê yên Iraqî niştecîyên xwecihî di leşkerniwandina Roja Polîs de li Hîtê di 9ê Kanûna Duwem de silav dikin. Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa parêzgarê Hîtê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Iraqî niştecîyên xwecihî di leşkerniwandina Roja Polîs de li Hîtê di 9ê Kanûna Duwem de silav dikin. Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa parêzgarê Hîtê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekariya Îraqî "pilaneke ewlehî bicih tênin bo têkbirina bermahiyên Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarê Hîtê yê parêzegeha Enbarê, rêveberiya xwecihî Pêncşemê (25ê Kanûna Duyem) ragihand.

Hêzên ji Firqeya 7ê a artêşê, Fermandariya Operasyonên Cezîrê, Fewcê 8ê yê Bersivdayîna Bilez, û şervanên êlan di pêngavê de cih digrin.

Pêngav ji çendîn tedbîrên ewlehî pêk tê, di nav de"pêkanîna dewriyan û operasyonên lêgerînê, peyçûna veşargeh û şanên razayî, û êrîşkirina li ser wan di çarçoveya operasyonên parêzî de", parêzgarê Hîtê Muhened Obêdî got.

Hêzên Îraqî herwiha çavkaniyên xwe yên hewalgirî pitew kirin bi rêya karkirina li gel xelkê deverê, wî ji Diyaruna re zelal kir.

Pêngav li ser hîma "pêdaçûna di hemû agahiyên istixbarî yên berdest, rast an çewt, û analîzekirina wan bi baldarî pêk tê da ku tu derfetê ji terorîstan re nehêlin ku ewlehiya bajêr têk bidin û gefê li ser jiyana gel çêkin", wî got.

Wî got ku rewşa ewlehî li Hîtê aniha gelekî baş e, wî da zanîn jî ku "welatî aniha piştgiriya hemû xebatên ewlehî dikin û haziriya xwe ya hevahengîkirina bi polîs û artêşê re nîşan didin".

Xizmetguzariyên giştî êdî berdest in

Obêdî got ku rêveberiya xwecihî ya Hîtê hemû hêza xwe dixe kar de bo misogerkirina xizmetguzariyan û çakirina jêrxaneya ku bi destê DAIŞê hat wêrankirin.

Wî got ku pêngava nûkirina Hîtê hatibû destpêkirin yekser piştî rizgarkirina bajar ji DAIŞê di Nîsana 2016an.

"Ziyana gihiştibû bajar mezin bû, lê belê bi hevahengîkirina bi Programa Geşkirinê ya NY [UNDP], û Dayîna Nûkirina Îraqî û wezaretên din re, em bi ser ketin li ser gelek astengiyan û me gelek detketinên erênî pêk anîn," wî got.

Xizmetên av û kehrebê li hemû taxên Hîtê berdest in, û wî da zanîn ku nûkirina nexweşgeha giştî ya bajar û navendên tenduristî û piraniya dibistanên ziyankirî qediyaye.

Wî got ku xebatên nûavakirina pira serekî ya Hîtê, ku beriya aniha piraniya wê hatibû wêrankirin, hatin destpêkirin.

"Kompaniya Dewletê ya Aşûr [kompaniyeke avakirinê ye ser bi Wezareta avasazî ye] berpirs e ji nûkirina wê di heyama şeş mehan," wî got.

Da zanîn jî ku gelek rê hene divê nû bibin, di nav de rêya giştî ya di navbera Hît û Remadîyê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500