Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Fermandarê Feyleqê Pasdaran çeteyên biyanî li Sûriyê birêve dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Di wêneyê de fermandarê Feyleqê Pasdaran Mihemed Riza Felahzade bi hevalên xwe yên fermandarên Feyleqê Pasdaran re di geştekê de li gundewarê Helebê di sala 2017an de. [Wêne ji Şiyar Tirko hatiye wergirtin]

Di wêneyê de fermandarê Feyleqê Pasdaran Mihemed Riza Felahzade bi hevalên xwe yên fermandarên Feyleqê Pasdaran re di geştekê de li gundewarê Helebê di sala 2017an de. [Wêne ji Şiyar Tirko hatiye wergirtin]

Di van mehên dawî de, hejmarek ji fermandarên Îranî yên ku xwedî roleleke yekser bûn di şerê Sûrî de derketin holê, bi awayekî balkêş Mihemed Riza Felahzade, yê ku weke Ebû Baqir jî tê naskirin.

Ebû Baqir fermandarê duwem e li Sûrîyayê piştî Qasim Sulêmanî, yê ku Firqeya Qudsê ya bijarde ya Feyleqa Pasdaran bi rê ve dibe.

Feyleqê Pasdaran bi awayekî çalak di şerê Sûrîyayê de beşdar e, ew serperiştîya milîsên ku li ser edê şer dikirin dike û rê dida ber artêşa Rêjîma Sûrî.

"Feyleqê Pasdaran, tevî tiştî ew îlan dike, ew ne tenê şêwirmendîya serbazî ji aryêşa Sûrî re dabîn dike," lêkolînerê Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratîjî û Herêmî, Fethî Seyid ji Diyaruna re got.

Fermandarê Feyleqê Pasdaran Mihemed Riza Felahzade, yê ku weke Ebû Baqir tê naskirin, bawernameyan dide çekdarên Afxanî yên ku di şerê Sûrî de beşdar bûn. [Wêne ji Şiyar Tirko hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Pasdaran Mihemed Riza Felahzade, yê ku weke Ebû Baqir tê naskirin, bawernameyan dide çekdarên Afxanî yên ku di şerê Sûrî de beşdar bûn. [Wêne ji Şiyar Tirko hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Pasdaran Mihemed Riza Felahzade di giftûgoyên Astanayê de weke şêwirmendê Wzirê Derve yê Îranî beşdar dibe. [Wêne ji Şiyar Tirko hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Pasdaran Mihemed Riza Felahzade di giftûgoyên Astanayê de weke şêwirmendê Wzirê Derve yê Îranî beşdar dibe. [Wêne ji Şiyar Tirko hatiye wergirtin]

Rêxistin bi awayekî çalak di şerê li ser erdê li gelek deveran beşdar dibe, wî got, ew tevgerên artêşa Sûrî bi awayekî tam bi rê ve dibe û milîsên ji alîyê Îranê e hatine çêkirin, yên li Sûrîyayê şer dikin kontrol dike.

Ev milîs ji çekdarên caş ên ji gelek welatan hatine pêk tên, bi taybet ji Libnan, Îraq, Efxanistan û Pakistanê, wî got.

Fermandarê çalak ê Feyleqê Pasdaran li Sûrîyayê di nav de fermandarê Firqeya Qudsê Sulêmanî û yê fermandarê Feyleqa Pasdaran Ebû Baqir, ê ku yeke ji kesayetên herî xurt di IRGC de jeneralê wan ê herî girîng e ku li dervey Îranê kar dike, wî got.

Ebû Baqir "li Îranê hat belavkirin ku ew pêşeng e di berevanîya peristgeha Zeyneb de, ev erkeke weke bihaneyekê ji alîyê IRGC ve hatiye bikaranîn daku destwerdanê di Sûrîyayê de bikin," Seyid got.

Destwerdana di Sûrîyayê de bû weke bihaneyeke olî daku "gelê [Îranî] û çi opozîsyona hebe bêdeng bike", wî anî ziman.

Fermandarê duwem li Sûrîyayê

Ebû Baqir ne ew qasî navdar bû, lê behsa wî di raportekê de weke fermandarê Îranî ku berpirsyarê sektorê serbazî ye li Sûrîyayê hat kirin, raporta ku ji alîyê Encumena Niştimanî bo Berxwedanê li Îranê (NCRI) ya ku Parîsê ye hat weşandin, Seyid got.

Ew bi awyekî eşkere weke şêwirmendê wezîrê derve yê Îranî di sala 2017an de di giftûgoyên Estanayê de yên di navbera rêjîma Sûrî û Opozîsyonê de hat pêşkêşkirin.

Dibe ku dîroka Ebû Baqir ya kesane rêya wê hêsan kir da ku bibe fermandarekî serbazî li Sûrîyayê, Seyid got.

Dema ku serokê Îranê yê berê Ehmedî Nejad li ser hukim bû , Ebû Baqir şeş salan weke parêzgerê parêzgeha navendî Yazdê kar kir, wî got, herwiha wî di pewira alêkarê parêzger de li bajarê Qum yê pîroz kar kiriye.

"Ev peywir tenê ji wan kesên ku gelekî nêzîkî çengê radîkal in di IRGC de tên spartin," Seyid got.

"Tevî ku Ebû Baqir fermandarê duwem e piştî Sulêmanî li Sûrîyayê, ew barê berpirsyarîyên serbazî di hin sektorên destnîşankirî de li Sûrîyayê digire ser milên xwe, sektorê ku li dirêjahîya enîyên rojhîlatî ne," lêkolîner Şiyar Tirko got, ê ku derbarê kar û bar û temwîlkirina IRGC lêkolîn dike.

Di nav wan sektoran de, Dêrazêrê, Heleb, Reqa û gelek deverên berfereh li herêma (biyabana) Bdiyayê, Tirko ji Diyaruna re got.

Serperiştîya caşên biyanî

Tê naskirin ku Ebû Baqir fermandarê tabûra serbazî ya ku ji 18,000 leşkeran pêk tê dike, tabûra ku ji alîyê IRGC ve hat çêkirin da ku operesyonên derveyî cîbicî bikin, tabûra ku bi awayekî mezin ji kesên ne Îranî pêk tê, wî got.

Ebû Baqir hevahengîyê di navbera fermandarên Îranî û Sûrî de çêdike, bi taybet di warê derbaskirina çek, pisporan û çekdarên biyanî û Îranî, Tirko got.

Operesyonên ji alîyê çekdarên Efxanî û Pakistanî ve tên cîbicîkirin weke beşekî ji milîsên Fatimî û Zeynebîyan di bin desthilatdarî û fermandarîya Ebû Baqir de ne, wî not kir.

Ebû baqir bi awayekî dijwar di sala 2016an de hat birîndarkirin dema wî serperiştîya operesyonan li Helebê dikir, cihê ku hejmarek ji fermandarên Îranî li gel fermandar û endamên milîsa Fatimîyan tê de hatin kuştin, milîsa ku di bingeha xwe de ji çekdarên Efxanî pêk tê.

Tirko not kir ku Ebû Baqir, bi saya peywira wî ya siyasî û serbazî, ew bi awayekî tam serperiştîya hemû yekîneyê biyanî yên li Sûrîyayê kar dikin dike li jêr serperiştîya Feyleqê Pasdaran.

Di nav de, ew "pêşwazîya wan dike û wan di kampan de tayîn dike, serperiştiya rahênana wan û piştre şandina wan ji enîyên şer re dike û heta birêvebirina wan di hin şerên giran de," wî got.

Erkên "xwedî berêtîyeke girîng"

Hebûna Ebû Baqir li Sûrîyayê ji Îranîyan re ji gelek alîyan ve pêwîst e, ji ber ew nêzîkî Sulêmanî ye, analîzê serbazî liwa Ebdul Kerîm Ehmed, yê ku ji artêşa Misrî karkenar bûye got.

Ji ber vê yekê erkên li ser pişta wî ji berêtîyên girîng in, Ehmed ji Diyaruna re got.

Ev erk demezrandina rêyeke bejî ya ewle ku dê Tehran bi Beyrût ê re di rêya Bexda û Sûrîyayê re grêde, wî got.

"Gengaz e ku IRGC israr bike ku ew fermandarîya yekser ji operesyonên serbazî re bike tevî ku ev yek jîyana [fermandarên] wê dike metirsîyeke berdewam de, ji ber bawerîya fermandarên Îranî bi yekîneyên ku li Sûrîyayê çêkirine nayê," Ehmed got.

Ev yek ji ber ev milîse heta asteke mezin "komine ji caşan pêk tên, ên ku di ber pereyan de şer dikin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

6 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dê Xwedê Îsraîl û hemû hevalbendên Îblîs ji nav bibie. Ev kesinên gendel û bê exlaq çandan û malbatan li seranserê cîhanê wêran dikin.

BERSIV BIDE

Şerm e ji we re! Hûn bi Medyaya Ziyonîstîyê re bûne hevdeng di belavkirina derewan de. Xwedê bibêje erê, em dê deverê ji teroristên tekfîrî yên ku Rajava piştevanîya wan dike, paqij bikin.

BERSIV BIDE

Çima we xwe bi Siyonîstên Cihû re hevpeymanî kiriye li dijî Erebbûna Sûriyê? Sûriyê hevpeymana Misilmanên ne çete ye, weke hûn îdia dikin, lê hezkerên Zeyneba, keça Elî ne. Hûn dikarin ji qehr û kîna xwe bimrin, û êdî bila xiyaneta we feydê bide we!

BERSIV BIDE

Ji ber ku ew şaxek in ji perestên Şêtan ên bê ol. Qedera bi Şêtan re tehlûke be!

BERSIV BIDE

Nêzîk, dawîya we dê li ser destên komên berxwedana Îslamî yên Îraqî û Hêza Qudsê be.

BERSIV BIDE

Bijî Îslam û bijî Mehdî...

BERSIV BIDE