Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Gefxwarina rejîma Sûriyê dibe sedema awarebûnê ji Deraa

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Xelk li taxeke bajarê Senemeyn ê parêzgeha Deraa dimeşin. Rejîma Sûriyê vê dawiyê gefa êrîşkirina ser bajar xwar, û daxwaz ji xelkê kir ku derkevin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Xelk li taxeke bajarê Senemeyn ê parêzgeha Deraa dimeşin. Rejîma Sûriyê vê dawiyê gefa êrîşkirina ser bajar xwar, û daxwaz ji xelkê kir ku derkevin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Bi sedên malbatan ji bajarekê li başûrê Sûriyê reviyan piştî hişyariyeke belavbûyî ji êrîşeke nêzîk ji aliyê rejîmê ve, çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re got.

Fermandariya Firqeya 9ê ya artêşa Sûriyê vê hefteyê xelkê bajarê Senemeyn, li bakurê Deraa, agahdar kirin ku divê ji deverê derkevin berî destpêkirina operasyoneke serbazî ya berfireh, çalakvanan got.

Hişyariya bi gef tirs û awarebûneke komî li pey xwe anî.

Bo dema du rojan, artêşê daxuyaniyek belav kir û weşand ku têde daxwaz ji xelkê dike ku ji bajar derkevin berî destpêkirina operasyonên serbazî yên bejayî û asmanî, Yasir Turkmanî, efserekî bi Hêza Tewhîd Ketayib Horan, got.

Hejmarek ji komên Artêşa Azad a Sûriyê amadebûna xwe ragihandin bi redkirina her êrîşeke ji aliyê rejîmê ve li ser Senemeyn li gundewarê Deraa. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Hejmarek ji komên Artêşa Azad a Sûriyê amadebûna xwe ragihandin bi redkirina her êrîşeke ji aliyê rejîmê ve li ser Senemeyn li gundewarê Deraa. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Piştgiriyên serbazî ji rejîma Sûriyê gihiştin derdora Senemeyn li gundewarê Deraa. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Piştgiriyên serbazî ji rejîma Sûriyê gihiştin derdora Senemeyn li gundewarê Deraa. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Rejîmê molet heta roja Sêşemê (23ê Kanûna Duyem) da xelkê daku derkevin.

"Lê belê, pêwendiyên berdewam karîn moletê 24 saetan dirêj bikin daku derfetê bidin xelkê ku derkevin, an ji bo çareserkirina pirsa ku bû sedema wê hişyariyê," wî got.

Piştî hişyariya rejîmê, Turkmanî got, bi sedên malbatan ji bajar derdikevin bi rêya derbasgeheke ku ji aliyê rejîmê ve hat destnîşankirin, ku rastî lêkolîn û pişkinînan tên berî ku rê ji wan re were dayîn ku derkevin.

Nêzîkî 100,000 sivîl li bajar dijîn, wî got, di nav de awareyên ji deverên din û 5,000 çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê, ku tê texmînkirin ku armanca sereke ya operasyona serbazî ya rejîmê ya pêşhatî ye.

Alozî bûne sedema hişyariyê

Alozî derketin dema ku hêzên rejîmê idia kirin ku serbazekî ji Firqeya 9ê ji bajar hat revandin, û du efserên bilind rastî teqekirinê hatin.

Xelkê bajar û komên çekdar ên opozîsyonê ev tomet red kirin, û nîşan bi wê yekê dan ku bajar li jêr rêkeftineke agirbestê ye ji 2016an ve ku banga rawestandina şer û vegera sivîlan bo jiyankirinê li bajar û devera derdorê dike.

"Gumanên cidî hene di nav xelkê de derbarê rewabûna hişyariya rejîmê," Turkmanî got, "ji ber ku îsal tevgerên serbazî tên dîtin ligel gihiştina piştgiriyan bo deverê."

Wî anî ser ziman jî ku vê dawiyê hêzên şerker ji Xûtayê hatin anîn.

Niha, nêzîkî nîvê bajarê Senemeyn li jêr kontrola opozîsyonê ye û nîvê din li jêr kontrola rejîmê ye, Turkmanî got.

Piraniya komên Artêşa Azad li herêma başûrî odeyeke operasyonan pêk anîn li jêr fermandariya Neqîb Ebû Hekem Eid ji bo redkirina her êrîşeke rejîmê, wî got.

Komên beşdar her yek ji Ketîbeyên Usûd Îslam, Ketîbeya Ehfad Umer, Ketîbeya Şuheda Inxil, Ketîbeya Xelîfa Umer, Fursan Horan, Ketîbeya Şehîd Ebû Zên, ligel Ehbab Umer Beyûmî, Fewc Medfeiya, Ceyş Ebabîl, Ketîbeya Suqûr Senemeyn, Firqeya 18ê Adarê û Ketîbeya Al el-Beyt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500