Nûçeyên Iraqê
Ol

Weqfa Sunî li Enbarê gotarê rêkûpêk dike

Xalid Taî

Nimêjker li mizgefta Ehbab Mustefa li Remadî guhdarî xutbeyekê dikin ku banga hevahengiyê bi hêzên ewlekarî re dike, di vê wêneya ku de 18ê Mijdara 2016an de li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Dîwana Weqfa Sunî li Enbarê hatiye wergirtin]

Nimêjker li mizgefta Ehbab Mustefa li Remadî guhdarî xutbeyekê dikin ku banga hevahengiyê bi hêzên ewlekarî re dike, di vê wêneya ku de 18ê Mijdara 2016an de li ser înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Dîwana Weqfa Sunî li Enbarê hatiye wergirtin]

Weqfa Sunî li Enbarê roja Sêşemê (23ê Kanûna Duyem) ragihand ku wê "mercine tund" danîne ji bo yekxistina gotara olî li hemû mizgeftên parêzgehê.

"Weqf pêbend e bi şerê li dijî terorîzm û tundrûbûnê," cîgirê rêveber Hamid Cebar ji Diyaruna re got.

"Mercine me yên tund di vê derbarê de hene ji bo piştrastbûn ku gotara olî li mizgeftan ji rola xwe ya sereke dûr nakeve; ku xelkê perwerde bike û bang li wan bike ku pêkvejiyana aştîxwaz bijîn û tundrûbûnê red bikin," wî got.

Ev merc rê li wan kesan digre "ku ji aliyê Dîwana Weqfa Sunî nehatine ruxsetkirin ku minberên mizgeftan bikar bînin daku pêşengiya nimêjkeran bikin", Cebar got.

"Divê her îmam û waiz ruxsetê yan jî fermaneke îdarî ji dîwanê werbigrin ku rê dide wan ku li minberê siwar bibin û ku xutbeyê bidin nimêjkeran an wan şîret bikin," wî zelal kir. "Divê îmam û waiz herwiha bawernameyekê werbigrin ku bi awayekî fermî rê dide wan ku erkên xwe bicih bikin."

Her meh, herî kêm 20 îmam û goratbêj rastî ezmûnekê tên ku ji aliyê Encumena Lêkolînan a Weqfa Sunî ve hatiye danîn, ku ew encumen ji 10 kesên xuya pêk tê, ku her yek ji wan lêkolîner û profesorê şerîetê ye.

Ezmûn zehmet in, Cebar got, û pirs derbarê gelek aspektên paqijiya îdyolojî ya berendaman e, ji bo piştrastbûn ji asta wî zanîna olî û ku karîgeriya bîrokeyên tundrû li ser wî tune ye.

Ew herwiha asta jiberkirinê, ziman û skîlên gotarbêjiyê tqaî dikin.

Divê giraniya gotarê li ser yekgirtinê be

Ezmûn berdewam in, bênavbir, ji dema ku Remadî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin, di 28ê Kanûna Duyema 2015an de, wî got, anî ziman ku "rola wan hebû di bijartina xelkê hêja de".

Xutbeyên Înê di nav mizgeftên Enbarê de baş têne çavdêrîkirin, û divê ji rênimayên destnîşankirî yên dîwan dernekevin, wî got jî.

"Mijarên xutbeyê gerek bi awayekî giştî giraniyê bidin yekxistina gotarê, xurtkirina pêkvejiyanê bêyî cudakirina li ser bingeha ol, nijad an jî tayifeyê, ligel hevahengiya bi hêzên ewlekarî re," wî got.

"Hevahengî bi hêzên ewlekarî re heye, û civînên berdewam tên lidarxistin derbarê hevahengiya dualî di xurtkirina aştiyê û aramiyê li seranserî bajarên parêzgehê," Cebar got jî.

Wî got ku amarên nû hejmara oldarên ku ji aliyê tundrewan ve li Enbarê hatine kuştin, eşkere kir.

Ji 2006an ve, 500 gotarbêj, îmam û lêkolînerên olî "ji aliyê endamên terorîst ve hatin terorkirin ji ber helwestên wan ên niştîmanî û qebûlnekirina wan ku bi ya fermanên wan endaman bikin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500