Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên pasvanîya sînor zîrekîyên şer baştir dikin

Xalid Ta'î

Hevpeymanîya navdewletî çalakîyên rahênanê bo hêzên pasvanîya sînor ya Iraqî bi rê ve dibin da ku zîrekîyên wan ên şer qayim bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hevpeymanîya navdewletî çalakîyên rahênanê bo hêzên pasvanîya sînor ya Iraqî bi rê ve dibin da ku zîrekîyên wan ên şer qayim bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên pasvanîya sînorê Îraqê ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve tên rahênankirin da ku şiyana xwe qayim bikin ji bo ku li dijî bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên li ser sînor kar dikin şer bikin.

Par, 27 yekîneyên komando yên çavdêrîya sînor li baregeha Eyn Esed a hewayî li parêzgeha Enbarê û li baregeha Mesmayayê, rojhilat û başûrê Bexdayê hatin rahênankirin.

Avakirina şiyana hêzên kontrolkirina sînor "berêtîyeke herî girîng e" ji bo Iraqê, Fermandarê Pasvanîya Sînor, emîd Hemîd Ebdula Brahîm ji Diyaruna re got, wî not kir ku alîkarîya hevpeymanîyê di vî warî de "girîng û bandorbar bû".

Bêtir ji 8,000 karmendên ewlekarîyê ji hemû astan sûd ji rahênanê girt, rahênana ew fêr kirin bê çawa operesyonên şer bi rê ve bibin, davikan vedin, kesên ku bi diizî derbas dibin bigirin û nehêlin ku çek û narkotîk bi qaçaxî werin derbaskirin, Bahîm got.

Hêzên pasvanîya sînior di korseke rahênanê ya navdewletî de beşdar bûn da ku şîyana xwe li dijî bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û kesên ku bi dizî derbas dibin qayim bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên pasvanîya sînior di korseke rahênanê ya navdewletî de beşdar bûn da ku şîyana xwe li dijî bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û kesên ku bi dizî derbas dibin qayim bikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Bervanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên taybet bo parastina sînor

Destpêka vê mehê, Fermandarîya Pasvanîya Sînor dest bi programekî rahênanê yê din ji bo hêzên xwe kir, programê ku dê heta dawîya vê salê dirêj bide, Bbrahîm got.

Her korsek dê sê mehan dirêj bide, wî got, wî not kir ku rahênanên berî vê tenê mehekê dirêj kirin.

"Ev korsên rahênanê dê derfetê bidin me ku em yekîneyeke çavdêrîya sînor ya taybet çêkin," wî got, wî anî ziman ku pêşbînî heye ku ev hêz dê bi erkên bersiva lezgîn li hemeber çi gefên li ser devera sînorî rabin.

Pejirandina tam ji bo sazkirina vê yekîneyê ji alîyê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş hat wergertin, wî got, wî hêvî kir ku ev yekîne bibe "hêzeke xurt da ku terorîstên hewl didin bi dizî di sînor re derbas bibin bigire "

Wî got ku birêveberîya pasvanîya sînor dê kar bike ku rîsorsên xwe yên mirovî û malî zêde bikin ji bo ku sînor piştî têkçûna DAIŞê misoger bikin.

Hikûmetê soz da ku ew dê 5,000 karên nû di vî warî de peyda bike, wî got, wî soz daye ku ew dê pereyan ji bo progamekî girtina sînor biterxîne, bi taybet sînorê bi Sûrîyayê re.

Program dê "avakirina rêyên nû bi dirêjahîya sînor û xendekan û avakirina xetên fibiroptîk" di nav xwe de bihewîne, wî got, herwiha ew dê sîstema çavdêrîyêya bi alavên sehker û kamereyên germî jî deynin.

Sînorên rojavayî "ewletir in"

Pasvanîya sînor dest bi gelekpêngavênn nû li biyabana rojavayê Enbarê kiriye ligel êrîşa 10ê Kanûna Duyem a ku komên DAIŞê li başûrê Rutbayê kirin armanc.

Herwiha wan karîbû roketên germî yên ku çekdaran ji devera Baxûzê li Dêrazora Sûrîyayê avêtin red bikin, wî anî ser ziman.

"Bi alîkarîya hêzên asmanî yên hevpeymanîyê, me karîbû em li dijî van êrîşan rawestin û em dawîyekê ji wan re deynin," Brahîm got, wî not ku hêzên pasvanîya sînor bi awayekî gelek li deverê hatin belavkirin.

Cîgirê parêzgerê Enbarê Elî Ferhan pesinê "asta amadekarîya bilind" da, amadekarîya ku hêzên pasvanîya sînor nişan da, herwiha şiyana wan ku li hember êrîş û derbasbûna bi dizî rawestin.

Ev hêz rahêna. û pişgirîya dabînkirina çekan ji hevpeymanîyê werdigirin, wî got, vê yekê alîkarî bi wan re kir ku kapasîteya xwe ji bo girtin û armanckirina komên çekdar ava bikin.

"Aniha sînorên rojavayî bi saya programên rahênanê misogertir in," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Lehengên Fermandarîya Sînoran.

BERSIV BIDE